Li Qamişlo Mîhrîcana 9’emîn ya Çîroka Kurdî hat li darxistin

Li Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Yekîtiya Nivîskarên Kurd yên Sûriyeyê Mîhrîcana 9’emîn ya Çîroka Kurdî li darxist.

Qamişlo- Yekîtiya Nivîskarên Kurd yên Sûriyeyê, di bin dirûşmeya “ Çîrok bîranîna gelan e” 9’emîn Mîhrîcana Çîroka Kurdî  ku 5 rojan wê berdewam bike lidarxist. Dê mîhrîcan li parka xwendinê bi xwendina  35 çîrokên Kurdî berdevam bike. li dardixin.  Mîhrîcan bi tevlîbûna nivîskarên Kurd,  Rêveberiya Xweser û bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanên cangoriyên azadiyê destpêkir.

Di destpêkê de Hevseroka Desteya Çandê, Firyal Çolî derbarê Mihrîcanê de axivî  û got: “Piştî Şoreşa Rojava gelek derfetên curbecur ji jinan re hat afirandin  ku di her qadan de  cihê xwe girtin û bûn xwedî îrade. Di roja me ya îro de,  em dibînim ku jinên nivîskar bi pênûsa xwe hest, êş û azarên gelê xwe ji cîhanê re didin diyarkirin. Em vê mîhrîcanê li tavahî jinên nivîskarên Kurd pîroz dikin.”

Piştre çîrok ji aliyê nivîskar Vejîna Kurda bi navê Pelîn û Nivîskar û çîroka bi navê Pisîka çav du rengî  jî ji aliyê Lojîn El-Hesen hat xwendin. Paşê Hunermend Ferec Derwîş çend stran pêşkêş kirin.

Mîhrîcan di roja yekemîn bi xwendina çîrokan bi dawî bû.