Li Navenda Hîlala Zêrîn a Şehbayê xebatên zarokan ên hunerî

Tevegera Hîlala Zêrîn a Şehbayê ji bo zarokên penaberên Efrînê yên li kampan dimînin xebatên hunerî dane despêkirin. Zarok eleqeyek mezin nîşa perwerdeyên hunerî dibin û jêhatîbûnên xwe nîşan didin. Zarokan dan zanîn ku ew navenda Hîlala Zêrîn weke mala xwe ya duyemî dibînin û ji perwerdeyên huerî yên di navendê de tên dayîn hez dikin.

RAPARÎN BEKIR
Şehba - Tevegera Hîlala Zêrîn li Şehbaya Bakur û Rojhilatê Sûriyayê demên zarokan bi pêşkeftina çandî û hunerî tijî dike. Tevgera Hîlala Zêrîn bi nêrîna parzêvanên çandê û gihandina pêşerojê jin û zarokin nêz dibe û ji bo zarokan li ser vî bingehî pêşbixin xebatên çandî dane despêkirin. Li ser vê pirnesîbê tevgerê gelek perwerdeyên piratîkî wek stranbêjî, şano û dansa folklorî vekiriye. Ev dewre rolek mezin di parastina çand û hunera folklorî ya Efrînî dilîze û baldariya zarokan jî ji van xebatan re zêde ye. 
“Zarok ji xebatên hunerî hez dikin û bi lez pêşdikevin” 
Di derbarê giringiya van perwerdeyan û çalakiyên zarokan de rêvebira Tevera Hîlala Zêrîn ya kantona Efrînê li Şehbayê Mizgîn Çolaq got: "Armanc ji van perwerdeyan ew e giringî bi nêrîna zarokan bê dayîn. Ji ber ku zarok pêşeroja civakê ne û ew dê parastina çandî û hunera civakê bikin. Ger ku bi awayekî baş wer in  perwerdekirin dê karin çanda herêma xwe ji civakê re veguhizînin. Zarok xwedî bîrewerî û hişmendiyek xurt in û bi lez raman û agahiyan hildigirin. Ew xwedan mûralên bilindin ku karin di jiyan û hunerê de afrîneriyê pêk bînin, li ser vê bingehê em wan perwerde dikin. Bi riya hesta zarokan em dibînin ku ew di aliyê erdnîgarî de dûrî Efrîn in lê hezkirna wan asta girêdana wan bi xaka wan ve diyar dike. Ji bo ku ev hestên xweş û nazik di dilê zarokan de bimîne em hewl didin çand û hunerê biparêzin. 
“Ji bo zarok ji bandora şer derkevin me pêdivî bi van xebatan dît”
Mizgîn Çolaq bi bîr xist ku navenda Hîlala Zêrîn li kantonê pênc komên zarokan ava kirine û wiha domand: “Ji wan sê yên stranan e, yek dansa folklorî ye û yek jî şano ye. Li kêlek vê yekê jî zarok li gorî hunerê xwe tevlî komên dinê jî dibin. Hin ji wan li kemanê dixin, hinek jî tenbûrê. Heftê carek an du caran ji van koman hemûyan re perwerdeyên taybet tên dayîn. Di nava koçberiya zor de hewcehiya zarokan bi piştevaniya manewî heye. Em hewl didin vê valetiya heyî bi xebatên çandî û hunerî bidin derbaskirin. Ji xwe enerjiya zarokan zêdeye û em hezkirina zarokan ya domandina van perwerdehiyan dibînin. Em bi navenda çand û hunerê re li ser organîzkirna festîvaleke taybet bi zarokan dixebtin. Ew dê li ser asta kantonê be, di riya wê re em ê karên destan ên zarokan pêşkêş bikin. Armanca festivalê piştgirya zarokan e da ku behremendiyên xwe pêş bixin. Şer bandorek mezin li ser derûnî û mûralê zarokan kiriye, bombabarana dewleta Tirk a berdewam heya vê kêliyê li ser kantona Şehba û gundewarên navçeya Şêrawa dîsa bandorê dike. Divê em ji nifşê pêşerojê re bibin hêz û ev çalakî jî xizmetî vê yekê dikin. Ez hêvî dikim ku piştgiriya zarokan bê kirin û ew ji bandora şer werin parastin. Ez ji rêxistinên mafên mirovan hêvî dikim ku parastina pêşeroja zarokan bikin.”
Şanoya dema vala
Zaroka bi navê Bêrîtan Çîçeklî ku cihê xwe di koma şanoyê ya Tevgera Hîlala Zêrîn de digre jî wiha qala xebatên xwe yên nava komê kir: "Ez gele bi van perwerdeya kêfxweş im. Ez beşdarî pêşkêşkirina du şanoyan bûm, a yekem li ser parastina paqijiya tax û bajarê me û ya din jî li ser daran bû. Niha jî  em ser şanoya ‘Dema Vala’ perwerde dibin."
“Navenda Hîlala Zêrîn mala min a duyemîne”
Ji koma şanoyê zarokek din ê bi navê Yûsif Sêf Hiso jî heskirina xwe ya ji bo şanogeriyê wiha anî ziman: "Ez Tevgera Hîlala Zêrîn mala xwe ya duyemîn dibînin. Di wir de ez kêfxweşî û rihetiyê hîs dikim. Perwerde bi min re dibe alîkar ku ez behremendiyên xwe pêş bixim".
Fatima Hemo û Aldaf Seydo yên di koma stranan a Şehîd Ronahî de cîh digirin jî diyar kirin ku koma Hîlala Zêrîn dengê wan di starnên folklorî û netewî de gelekî pêşxistin.