Li Munzûrê dê balê bikşînin li ser aloziya ekolojîk, asîmîlasyon û tûndiyê

Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzurê ku dê cara 20’emîn bê lidarxistin, dê bi panel, konser, pêşangeh û çalakiyên şanoyê 4 rojan bidome. Komîsera Festîvalê Raîfe Yilmaz têkildarî festîvalê ji ajansa me re axivî.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Dersim – Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê wê di navbera 21-24'ê Tîrmehê de li  Dersimê bê lidarxistin. Festîvala ku piştî du salên dawî îsal cara 20’emîn tê lidarxistin, wê bi dirûşmeya “Em xwezayê li dijî talana madenan, jiyan li dijî talanê, huner li dijî qedexeyan diparêzin” bê lidarxistin. Festîval dê piştî bîranîna Duzgun Bawa ya bi hevkariya Federasyona Komeleyên Dêrsimê (DEDEF), Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê û Şaredariya wê di 20’ê Tîrmehê de Dêrsimê bê organîzekirin, wê bi çalakiyên ku li Dêrsim û navçeyên wê bên lidarxistin, di navbera 21-24’an de 4 rojan bidome.

Festîval dê çar rojan bi çalakiyên tijî bidome

Destpêka mîhrîcanê wê roja pêncşemê bi meşaleya ku li Qada Seyît Riza bê pêxistin, bê dayîn. Panel wê bi konser û pêşangehan berdewam bike; bernameya festîvalê wê sibê heta êvarê dewam bike. Endama Komîsyona Festîvalê Raîfe Yilmaz diyar kir ku ew ê di festîvala ku dê bê lidarxistin de balê bikşînin ser qirkirina ekolojîk û zêdekirina polîtîkayên asîmîlasyonê û bi vî rengî çalakiyan li dar bixin û got ku ji bo xebatên jinan wê rojekê ji festîvalê veqetînin û wê balê bikşînin tûndiya li ser jinê.  

"Mijara me ya sereke teşhîrkirina aloziya ekolojîk e"

Raîfe Yilmaz da xuyakirin ku ji bo festîvala ku ji sala 2019'an û vir ve bi hinceta şewbê nayê lidarxistin, bi rawestan dixebitin û got: "Îsal mijara herî girîng a ku em girîngiyê didin, krîza ekolojîk a giran a kapîtalîzmê ya li Tirkiyeyê û li cîhanê ye. Bi taybetî jî em ê behsa zeviyên madenê yên ku li Dêrsimê ji bo îhaleyê hatibûn danîn, bikin. Bi rastî, mebesta me ew bû ku em wan tam di cih de nîşan bidin, lê ji ber hin sînoran, em ê nikaribin vê pêşandanê tam li ser malperê çêbikin. Lê rojeva me ekolojî û mayin e.”

“Em ê li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê hişyariyê bidin”

Raîfe Yilmaz, anî ziman ku ji bo balê bikşînin ser polîtîkayên asîmîlasyonê yên ku li bajêr bi taybetî ji aliyê zanîngeh û civakan ve her diçe zêde dibin û derxin holê ew ê panel û çalakiyên olî li dar bixin û got ku ji bilî çand û ekolojiyê dê xebatên dewlemend ên li ser ziman bê meşandin. Raîfe Yilmaz der barê mijarê de wiha got; “Dêrsîm herêmeke ku Kurdên Kizilbaş lê kom bûne. Di vê mijarê de em ê li ser baweriya Elewîtiyê ya Kizilbaş bixebitin. Bi taybetî di van demên dawî de li Dêrsîmê li cemaetan polîtîkaya asîmîlasyonê ya tund tê meşandin. Em ê li ser çanda Elewîtî û baweriya Elewîtiyê bixebitin ku li dijî van polîtîkayan hişyariya gel bê kirin û pêşî li vê bê girtin.”

“Ji bo balê bikşîne ser tundiyê wê maseya jinan bê avakirin”

Raîfe Yilmaz da zanîn ku ji bo di festîvalê de balê bikşînin ser tundiya li ser jinê ku zêde dibe, ew ê maseya jinan saz bikin û got: “Ji bilî çand û xwezayê, ji ber zêdebûna zîhniyeta mêrtiyê zexteke giran a jinan jî heye. ji berê heta niha. Di vê festîvalê de ji bo balê bikşînin ser vê yekê me rojek ji bo xebatên jinan veqetand. Jinan rojek ava kirin. Em ê panela jinan li dar bixin û gelek hevalên jin dê beşdarî vê panelê bibin. Ji xeynî vê panelê dê maseyên jinan bên danîn."

Bang li hemû gelan kir ku beşdarî festîvalê bibin

Di dawiyê de Raîfe Yilmaz ku hemû gelên Tirkiyeyê vexwend festîvalê wiha got: “Armanca me ew e ku em ji Dêrsimê dest pê bikin hemû cîhan zindîtir bikin. Armanca me ya sereke wê li ser xweza û çandê ava bibe. Ji ber vê yekê em hemû gelên Tirkiyeyê vedixwînin festîvala xwe.”