Li Minbicê mehrîcana hunerê jinan

Jinên Minbicê jî bi wesîleya 8’ê Adarê Mehrîcana Jinê ya ku têde berhemê keda destê jinan heyî lidarxistin û jinên ji hemû pêkhateyên cuda rengê xwe di mehrîcanê de nîşandan.

Minbic - Bajarê Minbicê yê bakur û rojhilatê Sûriyê ku mozayîqek bedew e yê çanda çar pêkhateyên bajêr îfade dike heye. Ji bo jîndarkirina vê çandê her sal pêngaveke ji bo vejîna mîras û parastina çandê teşwîq dike tê avêtin û her pêkhate bi çand û rengê xwe yê resen xwe di çalakiyên hunerî de tînin ziman. Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê her sal mehrîcana Jinê tê nîşandan. Çaremîn Mîhrîcana Jinê li Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê hat lidarxistin. Di mehrîcanê de konê mîrasên kevnare bala hemû dîdaran dikêşe ser xwe. Helbestvan Fatima El-Hamid helbest xwend paşê jî Koma Tel Hudan stran gotin û komên dîlanê jî derketin dîlanên herêmî pêşkêş kirin.

"Amûrên kevnare çanda hemû pêkahteyên herêmê dihewîne"

Hevseroka Navenda Çanda û Hûnerê ya Minbicê û gundewarê wê Rosa Îshaq got ku di nava  çalakiyên 8'ê Adarê de wan weke Komîtya Çandê û Komîteya Jinan pêşangeheke Mîrateyên kevnar vekirin û wiha lê zêdekir : “Gelek amûrên kevneşopî yên filiklorî ku çanda hemû pêkahteyên herêmê dihewîne  di hundirê pêşangehê de hatin nîşandan. Di nava pêşangehê de mîraseke heye ku nûnertiyta her mal û pêkhateyan dike. Ev mîrasên kevnare  nûneriya çanda çar pêkhateyan dike, tevî wêneyên şehîdan, nexşê li ser daran û hunerên destan ên Jinan gelek tiştên bedew kombûne."

"Em kêfxweş in ku çanda xwe bi vê pêşangeha bi rûmet nîşan didin"

Ji Koma Tell El-Hewdan Xebşa Silêman jî diyar ku ew beşdarî dîlanên gelerî yên Erebî bûne û wiha berdewamkir: "Em kêfxweş in ku çanda xwe bi vê pêşangeha bi rûmet nîşan didin ku tabloyeke bedew a hemû çanad û pêkhateyên Minbicê hembêz dike derketiye holê.”

"Ez bi çêkirina nanê sêlê beşdarî pêşangehê bûme"

Şaha El-Şêx a ji gundê El-Şecara ya girêdayî xeta Tell Hewdanê ye jî da zanîn ku berê wan genim dihêran da ku ji bo nanê sêlê bixin ar û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Yê ku çanda wî tunebe, diyariyek ronî jê re tune ye. Ji ber wê jî min xwest kedek min jî di pêşangeyê de hebe û ez bi amadekirina nanê sêlê beşdarî pêşangehê bûm. Ji bo ku beşdaran bi çanda me bidim nasîn di ber de jî qala demê berê û çêkirina nan dikim. Berê firnê nan tune bûn, me bi sêlê nan çêdikir, tevî ew roj pir bi westandin bûn lê xweştir bûn. Pêşangeha mîrateya kevinar ez 40 sal bi paşve birim ku ev vdemeke dirêje me nan li ser sêlê çênekiriye