Li Mexribê pêşengeha hunerî gelek kes anîn cem hev

Pêşengeha bi nave “Navika Hunerê” gelek hunermendên Mexribî yên xwedî şêwaz û nêrînên curbecur anîn ba hev. Armanc bi pêşangehê ew e ku di pêşerojê de ber bi hemû afrînerên Mexribê ve biçin.

HANAN HARITE

Mexrib – Li bajarê Dar El-Beydaa yê girêdayî Mexribê, çalakiyên pêşengeha komî Navika Hunerê berdewam dikin. Ev pêşengeh bi beşdarbûna şeş şêwekarên jin di aliyên hunerî yên cuda de pêk hat, piraniya wêneyên wan bi rengên gulî ne, ew jî nîşane ye ku nêrîna hunermendên jin ji bo pêşerojeke baş e.

Pêşengeh roja Çarşemê, di 11’ê Çileyê de vebû û dê heya 7’ê Sibata 2023’yan  berdewam bike. Bi amadebûna hunermend, afrîner û nivîskaran hewaya hunerî û çandî serdest e.

 ‘Di navbera hunermend û tabloyan de tekliyek bêhempa heye’

Hunermend Amal El-Fatah a ku bi hevkariya komeleya piştevaniya jinan, li derdora mehekê tabloyên xwe nîşan dide dibêje: “Girêdanek xurt di navbera jinan û tabloyên wan de heye. Weke çawa dayik û zarokên xwe bi navikê bi hev re tên girêdan, ya di navbera hunermend û tabloyan de jî wisa ye, ew têkilî bêhempa ye. Jixwe navê pêşengehê, ji ber vê rastiyê  “Navika Hunerê” ye.”

‘Di tabloyên xwe de felsefeyê nîşanî jinan didim’

Amal Felah bi 8 tabloyan beşdarî vê pêşangehê dibe û têde ezmûna xwe bi gelek mijaran re nîşan daye. Bi taybetî rewşa jinan bi hemû awayan, di tabloyên wê de bi gelek peyaman xuya dibe. Ew xwe dispêre rengên mijaran, her dem hewl dide tiştên nû biafrîne ku xizmeta riya wê ya hunerî bikin.

Amal Felah nêrînê xwe der barê pêşengehê wiha tîne ser ziman: “Di tabloyên min de kesayetek heye ku bi her tabloyekê re tê guhertin bêyî ku em nêzîkî kêliyên taybet bi bedena jinan bibin. Ez li ser cihên hebûna jinan teqez dikim, jin weke ruh, mejî û hebûnek bi xwe taybet û ji temamkirina tabloyê ji temaşevan re dihêlim ku ji bîra xwe li gorî xwe tabloyan bibîne. Ez naverokek taybet û felsefîk nîşand didim. Ji ber ku jin ne tenê beden e, ew ruh e jî. Di tabloyên xwe de ez jinan dûrî beden xêz dikim û vedigerînim girîngiya wan. Bi hemû mekanîzmeyan xurtkirin û pêşxistina jinan esas digrim. Divê destpêkê wekhevî di navbera jinan de pêk were. Îro jinên Mexribî bi awayekî baş di tevgera şêwekariyê de amade dibin, gelek jinan hebûna xwe bi xurtî di hemû warên afrandin û beşên hunerê de îsbat kirine.”

‘Pêşangeh ji bo hêza komî pir girîng e’

Rêvebera hunerî ya pêşengehê Meryem Hemîş jî der barê nave “Navika Hunerê” de dibêje: “Navik çavekî girtî, zane ye lê nabîne. Temaşevan tabloyên 6 hunermendên Mexribî yên jin dibînin. Ew jî Zeyneb Mizwer, Fatne Şinan, Nadiya Şlawî, Yasmîn Bilmilîh, Anber El-Meqrî û Emel El-Felah in.”

Pêşengeh têkiliya navbera hunermend û karên wan de weke dayik û zarokê xwe dibîne û hemû hunermenên jin ên Mexribî nîşan dide. Ev girêdanek baş e ew weke jin sûdê ji ezmûnên hev digrin.

Meryem Hemîş di gotinên xwe de bal kişand ser girîngiya pêşangehê ji bo hemû hunermandan û got: “Pêşengeh girêdana navbera hemû hunermendên ji bo xurtkirina hêza komî nîşan dide, şêwazên van hunermendan curbecur in, nêrîna wan jî cuda ye, dê rê li pêşiya hemû hunermendên Mexribê veke.”

‘Hêza jinan di warê cewherî fikrî de ye’

Îman Lexfî ya ku di pêşengehê de cihê xwe girtiye jî dibêje: “Min serdana pêşengehê kir û li ser ked û afirandina hunermendên şêwekar ên jin ez rawestiyam. Ew hunermend bi rengan têdikoşin, tablo nêrîna taybet a hunermendan nîşan didin. Ez dibînim ku jin ne tenê ji bedenê pêk tên. Ew wate û hebûn e û hêza wê ya esas di ware cewherî û fikrî de ye.”