Li Mexribê 16’emîn Festîvala Fîlmên Jinan a Navneteweyî dest pê kir

16'emîn Festîvala Fîlmên Jinan a Navneteweyî ku îsal cih bide sînemeya Meksîkayê, li bajarê Salê ya Mexribê dest pê kir.

Mexrib- 16’emîn Festîvala Fîlmên Jinan a Navneteweyî ya Salê ku îsal cih bide sînemaya Meksîkayê, duh bi şev li bajarê Salê dest pê kir. Festîvala ku jinên sînemaya Mexribê û jinên sînemaya cîhanê tîne cem hev, dê heta 18'ê Mijdarê berdewam bike. Festîval, ji bo sînemevanên jin ên ji welatên Ereb û Afrîkayê tên, li ser mijarên heman derfeta nîqaşê dide. Di festîvala ku dê pirsgirekên jinên di qada sînemayê de dixebitin jî bên nîqaşkirin, dê parvekirina ezmûnan jî bê kirin.

Ji bo berhemên bijarte xelat

Di çarçoveya festîvalê de xelat dan lîstikvana Mexribê Naîma Elias a bi berhemên bijartê mohra xwe li kariyera sînemayê da, derhêner û senarîsta Meksîkî Maria Novaro û Aktrîsta Alman Nastasya Kinsky dan. Maria Novarro ku ji festîvalê re peyamek bi vîdeo şand, da zanîn di dawiya salên 70’î ya ku di demeke ku li Meksîkayê jin ne di sînemayê de bûn, dest bi kariyera xwe ya sînemayê kiriye. Maria Novarro, da zanîn her çend sînemaya Meksîkî xwediyê navûdengek navneteweyî ye jî, tenê 3 derhênerên jin beşdarî festîvalê bûne. Mariya Novarro, diyar kir ji bo bi rêya sînameyê parastina nirxên wekhevî û azadiyê pêkbîne, bi fîlma "Xezîneyan" beşdarî festîvalê bû û da zanîn têkildarî zarokan jî fîlman çêdike.

Lîstikvana Mexribî Naîma Elias jî, da zanîn ew ji bo ev xelata ku ji bo kariyera xwe ya hunerî ya belavî nêzîkî 40 salan bûye wek têkarî dibine, gelek keyfxweş e. Naîma Elias, dest nîşan kir hêj gelek tişt pêşkêşî sînamehezkiriyan bike heye.

Nivîskar bi xelatan hatin rûmetkirin

Nivîskarên bi navê Afifa Al-Husseinat, Aisha Belarabi, Khawla Asbab Ben Omar, Lababa Laalaj jî bi xelatan hatin rûmetkirin. Merasîma xelatdayînê, bi nîşandana kurtefîlma Derhêner Danîa Ashour a bi navê "Çavkaniyên Mirovan" ku behsa tacîza zayendî ya di jiyana kar de dike, bi dawî bû.

Di festîvalê de, ji bilî fîlmên Meksîkayê dê fîlmên metrajên kurt ên ciwanên jêhatî jî bên nîşandan. Dê bi sînemevanên jin re, di mijarên wekî “Di Sînemaya Ereban de Îmaja Jinê”, “Hewceyê bedewiyê” û “Di sînemayê de Wekhevî” de semîner, civîn û hevpeyvîn bên li dar xistin.