Li Lîbyayê pêşengeha karê destan a ‘Jin nebza civakê ne’

Jinên karsaz beşdarî pêşangeha kevneşopî ya pîşesazî û hunera destan a li Lîbyayê hatî lidarxistin bûn û berhemên xwe dan nasîn.

HINDIYA AL-ASHEPY

Bingazî – Çalakiyên Pêşangeha Jinên Hunermend a Pîşesazî û Hunerên Plastîk ên Kevneşopî ku bi dirûşmeya ‘Jin nebza civakê ne’ bi beşdariya gelek jin û jinên ciwan yên xwedî cihên karê biçûk roja pênşemê dest pê kir û roja şemiyê 25'ê Gulanê bi dawî bû. Jinên ku beşdarî pêşangehê bûne berhemên xwe nîşan dan.

‘Bi berhêmên xwe yê mum beşdarî pêşangehê bûm’

Aya el-Lubaidî ya bi destê xwe mûmên bêhnxweş çêdike û bi berhemên xwe beşdarî pêşangehê bû wiha got: “Daxwazek zêde ji bo berhemên bi dest hatine çêkirine heye. Tevî em di çêkirina wan de zehmetiyan dikişînin, min sal û nîvek berê dest bi fêrbûna çêkirina mûmê kir. Ji bo baştirkirina şert û mercên jiyanê û avakirina projeya xwe. Dema ez beşdarî pêşangehê bûm ji bo çêkirina berhemên xwe rastî gelek zehmetiyan hatim. Ji ber nirxê madeyên xam bilind bû û peydakirina wan li bazarên herêmî zehmet bû. Ji ber wê heta min berhemên xam peyda kir min gelek zehmetî kêşa.”

‘Em hewl didin bi rêya pêşangehan piştgiriya projeyên jinan bikin’

Rêvebera giştî ya pêşangehê Amal El-Ewcelî diyar kir ku armanca wan ya vê pêşangehê piştgirî dayîna pirojeyên biçûk yên jinan e û got: “Em hewl didin bê riya pêşangehên bi vî awayî piştgirî bidin projeyên biçûk yên jinan yên weke berhemên karê dest, xemilandin, dirûtin, nanpêjî û projeyên din yên jinan ku hewl didin rewşa jiyana xwe baştir bikin û bibin xwedî karê xwe yê serbixwe.”

‘Ev pêşangeh ji bo jinan derfetek e’

Wefaa El-Şaari ya ji Tobrûkê ye û şêwekara modayê ye da zanîn ku jinên Lîbyayê gelek jêhatî ne û xwedî hobîyên nûjen in, lê pêwîstiya wan bi piştgiriyê heye û wiha got: “Gelek jin û jinên ciwan ji hemû bajar û herêmên Lîbyayê beşdarî yekemîn pêşangeha hunerên dest û pîşesaziyên kevneşopî bûne.”

Wefaa el-Şaari ya anî ziman ku ev cara yekem e beşdarî pêşangehê bûye, kêfxweşiya xwe ya beşdariyê wiha anî ziman: “Bi beşdariya vê pêşangehê min karî  hobiya xwe ya sêwirana moda û dirûtinê nîşan bidim û bi sazî û kesayetên cuda re hevkariyê bikim. Banga min ji rayedaran de bi damezrandina kargehên biçûk û mezin piştgiriya pîşesazî û projeyên jinan bikin. Ev pêşangeh ji bo jinan derfetek e ku berhem û projeyên xwe yên curbecur bidin nişandan.”