Li Hesekê 5'emîn mîhrîcana govendên gelerî

Bi dirûşma "Her govendek çîrokek û her çîrokek dîrokek e" 5'emîn mîhrîcana govendê ya şehîd Ronahî Bawer ku ji sala 2019'an ve ji ber êrîşan nehatibû li dar xistin, bi meşek girseyî li bajarê Hesekê dest pê kir.

Hesekê - Bi dirûşma "Her govendek çîrokek e û her çîrokek dîrokek e" mîhrîcana govendê ya şehîd Ronahî Bawer li ser asta Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi tevlîbûna 16 komên Govendê li bajarê Hesekê dest pê kir. Endamên Komên Govendê yên ji Şehba heta Dêrikê ji gelê Kurd, Ereb, Suryan, Çerkez û Tirkmen li Navenda Xabûr ya Çand û Huner a bajarê Hesekê kom bûn û bi cil û bergên xwe yên filklorî meşek bi dirûşma "Meşa rûmetê li dijî ixanetê" hat li dar xistin. Meş li ber Navenda Xabûr a Çand û Huner dest pê kir û li ber çerxereya Kevokê ya taxa Miftî bi dawî bû. Paşê ji bo despêkirina mîhrîcanê hemû komên govendê berê xwe dan Navenda Serdem a Çand û Huner ya taxa Mişêrfê a Bajarê Hesekê. Her wiha dê mîhrîcana şehîd Ronahî Bawer sê rojan dom bike. Her wiha koma herî serkeftî dê ji aliyê Komîteya Amadekar a şopandinê ve di roja dawî de bên xelatkirin. 
"Bi israra parastina çandê em ê bersiv bidin êrîşan"
Piştî deqeyek rêzgirtin, Dayika Şehîd Ronahî Bawer, Emîna Hisên despêkirina mîhrîcan 5'emîn a şehîd Ronahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û got: "Li dar xistina mîhrîcana govendê divê qonaxa hesas ku ji her alî de êrîş li ser gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê pêk tê gavek girîng û pêşketî ye. Ez bi şehadeta keça xwe Ronahî serbilindim, di şexsê her kesekî welatparêz ku niha beşdarî vê mîhrîcanê bûye ez keça xwe dibînim." Paşê Komîteya amadekar a mîhrîcanê, diyariyek pêşkêşî malbata şehîd Ronahî Bawer kirin.
Hevseroka TEV-ÇAND ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Nisrîn Botan bi xêr hatina mêvanan kir û wiha pêl da axaftina xwe: "Herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi pêkhateyên xwe dewlemend e, di despêka mîhrîcanên ku me li dar dixistin, tenê netewê kurd cihê xwe lê digirt, paşê her pêkhate komên xwe avakirin û ji bo parastina filkloro xwe tevlî mîhrîcanê bûn. Ev gav gavek serkeftî ye. Îro gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ji êrîşan û ji pişaftinê çanda xwe diparêzin. Em ê bi rihê hevgirtina gelan bi parastina govendên xwe  gum gum ji erdê bînin."
"Kes nikare me tune bike"
Endama Komîteya amadekar a mîhrîcana şehîd Ronahî, Dîma Elî da zanîn mîhrîcan dê 3 rojan dewam bike û wiha got: "Em mîhrîcana xwe li Rêber Apo pîroz dikin. Armanca me ji vê mîhrîcanê parastina çanda pêkhateyên herêmê ye. Îro dijmin êrîşî gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dike, di riya van êrîşan dixwaze çand û dîroka pêkhateyên wê winda bike. Li dar xistina vê mîhrîcanê bersiva herî xurt e ku çi dibe bila bibe em xwedî çand û dîrok in kes nikare hebûna me tune bike."
Di dewama mîhrîcanê de sinevizyon li ser jiyana şehîd Ronahî û komên govendê hat pêşkêşkirin.
Mîhrîcan bi gerandina govendê ji aliyê komên filklorî û Şano roja xwe ya yekem de bi dawî bû.