Li Helepçe pêşangehek ya karê destê jinê hat vekirin

Li Helepçeyê bi boneya 1’ê Gulanê roja cîhanê ya karkeran pêşangehek ya karê dest ji aliyê Beşê Ristin û Çinînê ya Sendîkaya Karkerên Kurdistanê ve hate vekirin.

 
Silêmanî-Di vê pêşangehê de berhemên 10 jinan yên dest û rengîn yên weke cil û bergên kurdî, karê dest û karê kel û pelên cîwan hatin nîşandan. Pêşangeha ku ji aliyê Beşê Ristin û Çinînê ya Sendîkaya Karkerên Kurdistanê ve bi boneya roja cîhanî ya karkeran hatî vekirin, wê heta saetên êvarî vekirî be.