Li Helebceyê pêşangeha lembayên şewitî hat vekirin
Ev cara yekem e li ser asta herêma Kurdistan û Iraqê, hunermend Husna Hewramî ji paşmayên lembayên şewitî û şûşeyan pêk tê, pêşangehek vekir û tê de 285 tabloyên jîngehî û hunerî çêkirî di pêşangehekê de pêşan da.
MIHRÎBAN SELMA
Helebce – Di 1’ê Kanunê de li Rêveberiya Giştîya Rewşenbîrî û Hunerî ya Helebceyê pêşangehek hunerî û jîngehî ji bo karên dest a hunermend Husna Hewramî hat vekirin.
Husna Hewramî ev nêzî 15 salan e dixebite û xwedî galeriya teybet a xwe ye. Husna, têkildarî pêşangehê wiha got: “Her pêşangehek a min taybet e bi cûrên madeyên hatine bikaranîn. Ez wan kelûpelan tînim, vedigerînim tiştên hunerî. Îsal jî min paşmahiyek din bikar aniye, ew jî bikaranîna lembayên şewitî û şûşeyên şerbet û pepsiyan e. Min hin parçeyên qumaş jî bikar aniye. Ez bi karê xwe gelek kêfxweş im.”
Pêşangeh wê rojekê bidome.