Li Filistînê yekem muzeya parastina mîrata çandî

Suheyle Şahîn muzexaneyek li Xezayê vekir, ji bo bibe nimûne ji jinên Filistînî re ji bo mîrata Filîstînî biparêze û rewşa çandî û civakî ya heyî bi pêş bixe.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Piştî 30 salan ji kar û xebatê, Suheyle Şahîn maleke veguherand muzexaneyê ku tê de gelek alavên keleporî dide nîşandan û çanda jinên Filistînî derdixe pêş.

Damezrînera muzexaneya Refeh, Suheyle Şahîn a 60 salî dibêje: “Vekirina vê muzeyê ji bo min destkeftiyek e. Ev yekemîn muze ye li bajarê Refehê, bi însiyatîfeke tekane çêbûye, min bawer kir ku divê parastina keleporê bê kirin û ji nû ve bê vejandin. Ez dixwazim bi riya muzeyê keleporê vejînim û bidim nasîn di çarçoveyek çandî de li gorî pêdivî û daxwazên civakê bin û tiştên hunerî biparêzim. Her wiha geştiyaran jî bikşînim ji bo dîroka gelê Filistînê bidim nasîn.”

‘Bi muzeyan berhemên dîrokî û taybetmendiyên neteweyan tên parastin’

Der barê girîngiya muzeyan de jî Suheyle Şahîn dibêje: “Girîngiya rastîn a muzexaneyan, cihê taybet ê keleporê ye. Ev yek girîng e ji bo kelepora çandî bi taybetî li her welatî bê parastin. Nifşan di warê çandî de xwedî bike û aliyê zanistî û şaristanî ya gelan xurt bike bi riya danasîna dîrokê û pêşxistina ruhê civakî. Di muzexaneyê de nêzî 250 berhemên keleporî hene. Ew berhemên keleporî yên kevin min ji xwediyên wan kirîn û kom kirin ji bo wan biparêzim û di cihekî de nîşan bidim da ku her kes bikaribe serdana wan bike û binase.”

Gelek berhemên ji serdemên kevin hene

Di nav wan perçeyên keleporî de cilên xemilandî jî hene. Ew cil temsîla her gundekî Filistînê dikin, pereyên kevin hene ku ji serdemên cuda mane. Kevirên pîroz, morî, gerdenên jinan yên keleporî, alav û parçeyên baqir hene ku berê bi kar dianîn. Her wiha alavên çandiniyê yên medenî û darî jî li gel alavên şer ên destpêkê weke şûr û xenceran hene.

‘Têkoşîn û ked ji taybetmendiyên herî berz ên jinên Filîstinê ne’

Suheyle Şahîn kêfxweşiya xwe bi pêkanîna xewna xwe ya piştî 30 salan ji kar û xebatê tîne ziman û dibêje: “Têkoşîn û ked ji taybetmendiyên jinên Filistînî yên herî berz in lewma min bi tenê û li ser hesabê xwe ev muze ava kir. Bi hêviya ku bibe avahiyek çandî ya mezin. Serkeftina jinan dibe sedem ku kar û destkeftiyên wan biaxivin. Di nava muzexaneyê de perwerde ji jin û keçan re tên dayîn ew karên hunerî ji keleporê çêdikin”.

‘Di rewşên herî dijwar de jî ez berhemên kevnar diparêzim’

Astengiya herî mezin a li pêş Suheyle Şahîn şer û krîz in ji bo parçeyên arkeolojîk ên di mala xwe de biparêze dibêje: “Dema şer germ dibe, malbat xwe amade dikin malên xwe vala bikin û belgeyên weke nasname û hwd. pereyên xwe amade dikin lê min çente amade dikirin. Ew parçe dixistin navê ji bo bi xwe re bibim. Ev parçeyên arkeolojîk keleporî ji hemû milkên vê cînanê girîngtir û buhatir in. Hêvî dikim ku ciheke daîmî ji muzeyê re hebe.”