Li Dîwandereyê ji bo jinan pêşangeha şêwekariyê hat vekirin

Şêwekar Semiye Xanî ku bi berhemên xwe yên hunerî beşdarî pêşangeha şêwekariyê bûye dibêje: “Di civaka îro de jinan bi taybetî di qada şêwekariyê de dikarin hunerên xwe bi awayekî baş nîşan bidin.”

AGRÎN HISÊN

Dîwandere- Li bajarê Dîwandere yê Rojhilatê Kurdistanê pêşangeha koma jinên hunermend ên Dîwandereyê ji aliyê komek şêwekarên jin ên bi navê Semiye Xanî, Semîre Rûşnî û Mehsûme Mihemed ve, li Mala Hunermendên Dîwandereyê hat vekirin. Di pêşangehê de gelek berhemên şêwekarên jin hatin nîşandan û rastî eleqeyê hatin.

‘Di zarokatiyê de min dest bi xêzkirinê kir’

Şêwekar Semiye Xanî yek ji hunermendan e ku bi hunera xwe beşdarî pêşangehê bûye der barê karê xwe yê şêwekariyê de wiha got: “Di temenê 9 salî de min dest bi xêzkirina wêneyan kiriye. Di destpêka fêrbûnê de min dixwest fêrî xwendekaran jî bikim. Niha ez gihîştime wê astê ku zêdeyî 100 xwendekarên min ên temenê wan cuda hene. Ya girîng ew e ku ji her tiştî zêdetir ji bo xêzkirinê tiştek balkêş bibînim. Dema ku ez bi şêwekariyê ve mijûl dibim nabînim çawa dem û saet derbas dibe. Tenê ez balê didim wê wêneyê ku xêz bikim û piraniya berhemên min der barê jin, zarok û civakê de ne.”

‘Ez hewl didim şêwazek taybet ji bo xwe bibînim’

Semiye Xanî da zanîn ku hê riyeke dûr û dirêj lê pişiya wê heye heta ku bigihîje asta jor û got: “Heta niha ez li gel ciwankariya têkel dixebitîm. Cîhana hunerê berfireh û têr reng e, bi rastî ez dixwazim rê û şêwazê xwe bibînim û hê zêdetir hewldana ceribandina şêwaz û teknîkên cuda yên şêwekariyê bi taybetî ji bo xwe bibînim. Lê belê ji bo min giran e kîjan alî bigrim ji ber kêfa min ji hemû aliyên wê re tê.”

‘Cîhana şêwekariyê cîhaneke rengîn e’

Semiye destnîşan kir ku niha jin dikarin di hunerê de kêrhatiyên xwe bidin nasîn û wiha got: “Li gorî min di civaka me ya îro de jin dikarin bi taybetî di aliyê şêwekariyê de berhemên xwe bi awayekî baş nîşan bidin. Ji ber ku zagon û bend divê qadê de kêmtir in ji  li qadên din ên hunerê. Şêwekarî xwedî cîhaneke xweser e. Ji sînorên ku ji bo jinan hatine danîn dûr e li vê derê em bi azadî û di nava cîhaneke rengîn de dijîn.”