Li Cibutî ji bo jinan reqs riya xwe îfadekirinê ye

Wafa Muhammed Ahmed li Cibuta Kombûna Dance ya Djib Fire ava kir diyar kir ku tevî hemû zextan jin xwe bi reqsê îfade dikin û got: “Zehmetî ji bo endamên kombûnê nabin astengî, dest ji rêwîtiya xwe bernadin.”

ZEYNEP HADACÎ

Cibutî- Jin weke hemû qadên jiyanê di qada çand û hunerê de li dijî zext, kevneşopiyên civakê yên rastî wan tên, têdikoşin. Cibutî ku yek ji welatê Rojavayê Efrîqayê ye, bi Kombûna Dance y Djib Fire ku di sala 2020’an de hat avakirin jin hewl didin xwe bi reqsê îfade bikin. Kombûna Dance ya Djib Fire ku bi reqsên kevneşopî yên Efrîqayê û hinek reqsên Hindî xistîn nava hev de bi çandên cuda balê dide ser mîrasa dewlemend a Cibutî. Tevî hemû astegiyên civakî di qada navxweyî û navneteweyî de serkeftinan bi dest dixin.

‘Reqsa jinan nedihat qebûlkirin’

Wefa Muhamed Ahmed ku di şîrketek taybet de weke muhasebekar dixebitî, di temenê zarokatî de eleqeya wê li hemberî reqsê hebû û reqs weke amûrek xweîfadekirinê di dît, tevî ku bi hinceta ‘ji jinan re ne guncawe’ hat astengkirin di kirina reqsê de îsrar kir. Wafa Muhamed Ahmed da zanîn ku dema nû kombûna reqsê hatiye avakirin tenê reqasên mêr hebûn û ev tişt got:

“Di Kombûnê de rêzdîtin û berdewamkirina rêveberiya komê ji bo min erkek zehmet bû. Civaka Cibutî ya Muhafazakar, fikra ku jin bi awayek profesyonel reqs bikin qebûl nedikir. Di vê civakê de qebulnekirin tenê di asta kesan de nema, malbat jî hebû, hinek reqasan piştgiriya pêwîst ji malbatên xwe negirtin ev jî di warê psîkolojî û civakî de dibe sedema zehmetiyan.” 

‘Em rastî zordestiyê hatin’

Wafa Muhamed Ahmed destnîşan kir ku kombûn li ser medyaya dijîtal rastî zordestiyê hatiye û wiha got: “Hinek fanatîkan, reqs kirin ji bo jinan ne guncaw û heta weke xebatek qedexe dîtin û rexneyên giran û sûcên exlaqî raber kirin. Ev deqa exlaqî tenê bi zordestiyê re sînordar nema, rastî hinek gotinên komên olperest ên redîkal weke reqskirin ciwanan ji îbadetê dûr dixin hatin.” Wafa Muhamed Ahmed diyar kir ku ji ber li welat dibistanên profesyonel û saziyên reqsê nîn in di dîtina ciheke guncaw ku tê de prove bikin û kostum peydakirinê de zehmetiyan dikşînin û wiha got: “Ev zehmetî nebû astengî ku endamên kombûnê dest ji riya xwe berdin. Berovajî di mijara xwegihandina armancên xwe de hê bi biryartir bûn.”

‘Serkeftinên navxweyî û navneteweyî bi dest xistin’

Wafa Muhamed Ahmed îşaret bi wê yekê kir ku Kombûna Dance ya Djib Fire di lîstikên Frankafon ku di sala 2023’an de li bajarê Kinşasa yê Komara Demokratîk a Kongoyê hat lidarxistin de bi performansa xwe ya xuliqkar eleqeyek baş ji temaşevanan girt û di gelek çalakî û festîvalên navxweyî û navneteweyî de serkeftin bi dest xistiye. Wafa Muhamed Ahmed anî ziman ku kombûn beşdarî Roja Lîstikên Olimpiyata Cibutî bûne.

‘Kom ji gelek jinan re bû îlham’

Ji endama Kombûna Dance ya Djib Fire Yasmîne Taher da zanîn ku wan girseyek berfireh a heyranan ava kirine û got ku qadeke jin bikaribin bi riya hunerê xwe îfade bikin ava kirine. Yasmîne Taher bal kişand ku kombûn li Cibutî ji bo gelek jinan bûye çavkaniya îlhamê û wiha got: “Nêrînên erênî ji bo ez azweriya xwe ya reqsê berdewam bikim enerjî didin min. Rexneyên dijwar jî biryardariya min zêde dikin.”

Yasmîne Taher amaje bi wê yekê kir ku bi kombûnê hedef dike ji reqskirinê wêdetir, jin xwe bi hêz bikin û tevî astengiyên civakî ji bo bikaribin xwe bigihîjînin armancên xwe piştevaniyê dike.

Çîroka Kombûna Dance ya Djib Fre, belgekirina zindî ya îrade û ezmê ye. Wefa Muhamed Ahmed, Yasmîn Taher û hevpîşeyên wan, îsbat kirin ku çi bixin serê xwe de wê bi ser bixin. Huner û çand, di bihêzkirina jinan de û di guherîna erênî ya civakê de dikarin roleke girîng bilîzin. Em di wê hêviyê de ne ku ev kombûn dê îlhamdayîna civakê berdewam bike û zêdetir serkeftinan bi xwe re bîne.