Li Cezayîrê pêşangeha jinên pêşengên dîrokê

Di pêşengeha ku li Cezayîrê hat vekirin de jinên pêşeng ên dîrokê hatin vegotin. Pêşangeh dê heta 15’ê Çile ji dîdaran re vekirî be.

NECVA RAHİM
Cezayîr - Jinên ku mohra xwe li dîroka welêt bi taybetî li huner û wêjeyê xistin, di pêşangeha wêneyan a “Dîroka hati ji bîr kirîn” û “Gelên dîroka hatî ji bîr kirin” de hatin xelatkirin. Pêşangeha hunerî ji aliyê damezrînerên Weşanxaneyê Mîra Kassem û hunermend Fatima Zahra Fazî ve hate vekirin. Di pêşangeha ku bal hat kişandina ser rolên dîrokî yên jinan, jiyana jinên ku mohra xwe li dîrokê dane jî hatin vegotin.
Ji bo jin neyên ji bîr kirin… 
Mîra Kassem ku pêşengiya vekirina pêşangehê kir bi lêv kir ku hewl didin bi hunerê parçeyên winda bînin cem hev û ji bo jinên pêşeng ên Cezayîrê neyên ji bîr kirin, pêşengiyê dikin, wiha got, “Rola pêşeng a jinê ber bi ji bîr kirin û îhmalkirinê ve diçe. Dîrokek nenas, ne diyar a jinan heye. Em dibînin ku çîrokên jinan kêm man e." 
Pêşangeh dê heta 15’ê Çile vekirî be
Mîra Kassem diyar kir ku pêşangeh heta dîroka 15'ê Çile ji bo dîdaran vekirî ye û bivan gotinan diyar kir ku huner aktorek baş ya veguhezçnr e û wiha domand: "Em dixwazin dîroka ku tê xwestin were ji bîr kirin bînin cem hev û jinên pêşengên Cezayîrê bidin dîtin û vê rolê zêdetir bidin xuyakirin..”
40 jin hatin vegotin 
Di pêşengeha ku tê de ji biyografiyên jinan ên bi vegotinên hunerî hatine amadekirin bigire heta wêneyên wan, ji jinên çolê heta jinên zanyar, portreyên jinên Cezayîrî dikarin bên dîtin de, berhemên hunermendên jin ên navdar jî tên pêşandan. Mîra Kassem destnîşan kir ku di beşa wêjeyê ya pêşangehê de jî bi broşurên bi navê "di dîroka Cezayîrê de jin" û "dîroka me" de 40 jin hatin vegotin.