Li bajarê El-Dar El-Beyda yê Mexribê zêdetirî hezar û 200 nîşaneyên arkeolojîk hene
El-Dar El-Beyda yan jî "Kaza Bilanka", paytexta Mexribê ku sêyemîn bajarê herî mezin ê bakurê Afrîkayê ye û rûyê wê yê mîmarî tabloyek bi heyecan e, di dirêjahiya serdeman de pêk hatiye.
HANAN HARITE
Mexrib – Bajarê El-Dar El-Beyda paytexta Mexribê, deverek dîrokî û şaristanî ye û ew sêyemîn bajarê herî mezin ê bakurê Afrîkayê ye û ji aliyê mîmarî ve tabloyeke bêhempa ye.
"Li bajar nêzî 4 hezar yekîneyên mîmarî yên dîrokî hene"
Seroka Komeleya "Kaza Mîmwar" Rebîa El-Rîdawî da zanîn ku bajarê El-Dar El-Beyda zêdetirî 1,200 nîgarên ku wekî mîrateyek neteweyî tên dabeşkirin dihewîne û wiha got: "Bajarê El-Dar El-Beyda bi avahiyên xwe yên cihêreng xwedî mîrasek mîmarî ya bêhempa ye. Avahiyên nûjen hene ku xwe dispêrin xemilandina kevneşopiya Mexribê û yên din jî ji şêwaza ku li Parîsê wekî hunera nû, hunera xemilandinê tê zanîn îlham girtine. Her wiha avahiyên klasîk ên li ser riya Ewropayê jî hene û ev cihêrengî rûyekî bêhempa dide bajêr. Em atolyeyan li dar dixin û salane rojên ji bo mîrasê organîze dikin bi mebesta ku em peyamek bidin Mexribiyan û biyaniyan li ser nirxên vê mîrasê. Li bajar nêzî 4,000 yekîneyên mîmarî yên dîrokî hene ku hewceyê parastinê ne. Heya niha, tenê nêzîkî 1200 avahî wekî mîrasek neteweyî hatine destnîşankirin."
Bajarekî arkeolojîk e
Bajarê El-Dar El-Beyda an jî "Kaza Bilanka" li ser Okyanûsa Atlantîkê ye, bingehek deryayî ya sereke ye ji bo Mexribê ye û paytexta aborî ya welat e. Bajarê El-Dar El-Beyda li ser xirbeyên bajarekî kevnar bi navê “Anfa” hatiye avakirin û di dawiya sedsala heftemîn û destpêka sedsala heştemîn a zayînê de jî di dîroka Mexribê de roleke girîng lîstiye.
Rebîa El-Rîdawî diyar kir ku dîroka bajarê El-Dar El-Beyda vedigere nêzîkî hezar sal berî zayînê û wiha pê de çû: "Ew bajarekî arkeolojîk e ku hebûna şopên îsbat dikin ew yek ji kevintirîn deverên niştecihbûyî yên berê bû."
Li bajarê El-Dar El-Beyda hewşa El-Hemam ku yek ji cihên dîrokî yên bajêr e heye. Her wiha El-Dar El-Beyda nîşaneyên ku şahidiya dîroka bajêr beriya kolonîzasyona Fransî kirine weke taxa Kornîş, bajarê kevnar û Parka Zanîngeha Erebî hene. Di hemen demê de bajarê kevn yek ji kevintirîn abîdeyên dîrokî yên Mexribê ye, ji ber ku ew gelek cihên arkeolojîk dihewîne.
"Em weke komele hewl didin vê mîrateyê biparêzin"
Rebîa El-Rîdawî eşkere kir ku mîrat serweteke neteweyî û mirovî ye û wiha anî ziman: “Eleqeya gelên cîhanê ji mîrasê re di van salên dawî de zêde bûye ji ber ku ew nasnameya çandî pêk tînin ku her gelekî ji yên din cuda dike û faktorek alîkar e ji bo pêşketina aborî û civakî. Em weke komele hewl didin vê mîrateyê biparêzin. Di çend hevdîtinan de, wan teqez kir ku mîmariya El-Dar El-Beyda mîraseke dîrokî ye ku bîr û nasnameya civaka Mexribê pêk tîne. Em bang li komeleyên Mexribê yên ku bi mîrasê re eleqedar in ku wê ji hilweşîn û windabûnê biparêzin, ji ber ku ew mîrasek dîrokî ye. Ji bo parastina vê mîrateyê divê polîtîkayek giştî ya bi bandortir were pejirandin. Pêdivî heye ku Qanûna 80-22 ku qanûna bingehîn di destwerdana hukûmetê ya bermahiyên dîrokî de tê hesibandin were nûkirin ji ber ku gelek tedbîrên têkildarî parastina mîrasê dihewîne. Divê ev qanûn ji nû ve li ber çavan were girtin. Ji ber ku ew hê hemû mexsed û pirsgirêkên di warê mîrasê de çareser nake. Ji bo vê yekê jî pêwîstî bi zêdekirina hewldanên pêkhateyên civaka sivîl ji bo parastina vê mîrateyê heye."