Li Şengalê 1’mîn mîhrîcana hingiv û hêjîran hat lidarxistin

Li Şengalê yekemîn mîhrîcana hingiv û hejîran hat lidarxistin. Dayê Berfê ya ku piştî fermanê vegeriya axa xwe, bi hejîr û berhemên xwe reng da cejnê û got: "Av ava me ye, çiya çiyayê me ye, em şixulkarê xwe ne."

GULÎSTAN EZÎZ 

Şengal – Warê baweriya Êzidiyan… Warê hebûn û xwebûna Êzidiyan. Li Şengalê tu li pîroziyan bigerî, pêwîst nake tu pir dûr biçî. Dibe ku ew pîrozî kevirê tu li ser rûniştî be, dara tu lê mêze dikî be… Ew kaniya ku tu jê kulmek tijî av vedixwî be. Di xwezayê de tişt nî ne ku zindî nebe. Ax zindî ye, av zindî ye, pîroz e… Ax dayîka xwedîker e, dayîka mezin e. Her Êzidiyek di eslê xwe de parçeyek zindî yê vê axê ye û ruhê Xwedayî yê di nava axê de ye.

Îsal li Şengalê yekemîn mîhrîcana hingiv û hejîran hat lidarxistin. Min jî hingiv nebihîstibû lê beriya ez werim Şengalê min hejîrên bi nav û deng ên Şengalê bihîstibû. Em li parka Şehîd Dijwar a Xanesorê ne. Xelk jî hêdî hêdî kom dibe. Li gorî bernameyê wê heta derengê şevê berdewam bike mîhrîcan bi gotina dayê Berfê cejn e.

‘Axa çiyayê Şengalê berhemdar e’

Dayê Berfê Îlyas jî beşdarî mîhrîcana bûye, bi hejîrên xwe, bi tiriyê xwe wiha dibêje: “Axa çiyayê Şengalê her dar û ber e, berhemdar e. Her fêkî tê de şîn dibe. Ax û welatê her kesê jê re xweş e, jê re şîrîn e. Tama hejîrên axa çiyayê Şengalê cuda ye.”

Gelek cureyên cuda yên hejîran hene li çiyayê Şengalê; tameke, zelaq, hejîrên reş, hejîrên sor... Vêca ev hejîrên tamşîrîn di destên dayîkên me de dibin rîçal, gewlas, serok, kutilk û hwd. Gewlas ew hejîrên hişkkirî ne. Yên ku darên wan ên hejîran hebe dizane ku hejîrên herî xweş çûk dixwin. Dayîkên me yên Êzidî van hejîran jî kom dikin, dihêrin û ji bo zivistanê amade dikin. Jê re jî dibêjin, ‘serok.’

Dayê Berfê piştî fermanê bi malbata xwe re vegeriyaye çiya careke din. Bi axa xwe re hevdîtineke bi wate miriye. Bi gotina wan careke din derdora xwe şîn kirine. Rezên hejîran danîne, yên tirî... Dayê Berfê dibêje: “Dema rejîma Sedam me ji çiya derxist û anîn deştê rezên me hişk bûbûn. Kanî û milkên me hemû bêxwedî mabûn. Piştî fermanê bi saya xwedê, şervanan û şehîdan em carek din li axa xwe, li rez û çiyayên xwe vegeriyan. Me careke din darên xwe yên hejîran çandin. Li ba me, li ber dilê me tama herî xweş û pîroz a Şerfedînê tama hejîran e. Di çiyayên me de jî dara herî bi temen û xweş hejîr e.”

Dayê Berfê bi gotinên; “Pîroziyên me dibin bingeha cejnên me jî” ji bo mîhrîcanê dibêje cejn. Li gorî min peyveke hîn rasttir e. Ev peyv zêdetir nêzî me ye. Êdî li Şengalê wê cejna hingiv û hejîran jî were pîrozkirin.

‘Careke din me Şengal ava kir darên me yên hejîran şîn bûne’

Li gorî Dayê Berfê vegera axa xwe pir girîng e û diyar dike ku dema çavên mirov li destên kesek din nebin, mirov serbilind e. Dayê Berfê wiha dibêje: “Careke din me Şengal ava kir, darên hejîrên me şîn bûne dîsa. Bi xêra van berhemên me bêyî ku em li destên kesek mêze bikin, jiyana xwe didomînin. Em xwe bi berhemên axê xwedî dikin.”

Li gorî Dayê Berfê diçe darên hejîran ên li Şengalê zêdetir dibin. Ji Barê heta Zêwa, Serdeşt, Kersê...

‘Em şixulkarê xwe ne me ji xwedê qebûl e’

Ez ji Dayê Berfê pirsa zahmetiyên mezinkirina daran dikim ew jî dibêje: “Her çiqas mezinkirin û mêzekirina van daran zehmet jî be, ji ber helaliya me ye, ji me re zahmet naye. Av ava me ye, çiya çiyayê me ye, milk milkê me ye. Zehmetiyên wê hebin jî xweş e. Em nabin şixulkarên kesek din, şixulkarên xwe ne. Me ji xwedê qebûl e. Em gelek dilxweş in. Ji bo wê jî keda me nayê ber çavên me.”

Dayê Berfê dixwaze ku civak zêdetir daran biçîne, Şengal şîn bibe û wiha didomîne: “Di çiyayên me de tu çi bixwazî çêdibe. Tiştek ji ax û welatê me bihatir nîn e. Em pê serbilind in. Tiştek ji ciyê ku em lê ji dayîk bûne xweştir û xweşiktir nîn e. Divê em jî li axa xwe xwedî derkevin.”

Di pankarta mîhrîcanê de wiha hatiye nivîsandin: “Şengal bi keda xwe dijî û bi berhemên xwe şîn dibe.”

‘Em hemû van dermanan ji giyayên çiyayê Şengalê çêdikin’

Dema em hinek din di qada mîhrîcanê de digerin rastî Miskîn Hesen tên ku yek ji endamên Saziya Tiba Xwezayî ye. Bi cilê xwe yê Kurdî reng daye mîhrîcanê. Curbecur dermanên xwezayî li ser maseya ku jê re hatiye veqetandin rêz kirine. Hemû derman bi destên bi şîfa yên jinên Êzidî hatine çêkirin. Bêyî ku tu zirarek bide mirov, nexweşiyan çareser dikin. Wekî wan însanên me yên berê...

Miskîn dibêje: “Em hemû van dermanan ji giyayên çiyayê Şengalê çêdikin. Biharê em van giyayan kom dikin, piştî tînin hişk dikin û dema hişk dibin em wan dihêrin. Li gorî feydeya wê ya ji bedenê re dermanan ji wan giyayan çêdikin. Dermanên em çêdikin; yên sing, mîde, gurçik, qolon, por û hwd. e.”

‘Ev mîhrîcan ji bo parastina ked û berhemên axa Şengalê gaveke girîng e’

Zeman diherike... Em jî di nav de diherikin. Ez li wê derê fêr dibim ku hingivê spî jî heye.

Beriya tarî bikeve erdê komên ku berhemên xwe anîbûn xelat digrin. Dayê Berfê jî di navbera wan xelatgiran de ye. Jixwe yên didin û yên digrin jî dizanin ev xelat ne bi qasî keda hatiye dayîn e. Bîranîneke sembolîk e ji wê rojê, ji wê cejnê...

Koma Reqsê ya Navenda Çand û Hunerê ya Sitiya Nexşa ku ji endamên keç ên zarok pêk tê hunera xwe pêşkeş kirin, endamên Kolektîfa Saza Êzî stranên gelêrî gotin.

Dema tarî ket erde, Koma Bêrîvan û hunermend Hemîd Qîranî derketin ser dikê. Xelkê govend gerand…

Însan bi keda xwe mezin dibe, darek bi kedê mezin dibe, berhem dide. Ji bo avakirina Şengaleke xweş û xweşik hê pir tişt maye ku divê bên kirin û jixwe tên kirin jî. Weke Xwedêda Elyas dibêje: “Ev mîhrîcan ji bo parastina ked û berhemên axa Şengalê gaveke pir girîng e. Mîhrîcanên bi vî rengî hem aboriya gelê me zindî dike û hem jî girêdana me ya bi keda me re xurtir dikin.”