Li Îranê xwepêşandanên Înê berdewam dikin

Li parêzgeha Sîstan û Belûçistan a Îranê xwepêşandanên roja Înê berdewam dikin. Di xwepêşandanên gelek hejmarek zêde kes beşdarbûne de dirûşmên "Qîrîna zilmê ya li Belûcistanê bibihîzin” hatin berz kirin.

Navenda Nûçeyan - Li parêzgeha Sîstan û Belûçistan a Îranê piştî Nimêja Înê meşek protestoyî hat pêkanîn.

Ji rojên ewil ên serhildanan heta niha gelê Belûç kolanan neterikand. Duh jî bi taybet li Zahîdanê li gelek bajarên eyaletê xwepêşandan hatin pêkanîn. Li welatê ku di demên dawî de zilma li dijî gelê Belûçê zêde bû, cezayên darvekirinê jî tên înfaz kirin. Kesên beşdarî xwepêşandanan bûn pankartên bi nivîsa, "Rêxistinên navneteweyî qîrîna zilmê ya li Belûçistanê bibihîzin" û "Ji doza me veger nîne” hilgirtin, her wiha dirûşmên "Dê Komara Îslamî hilweşe û em ê azad bibin" berz kirin.