Lana Awad bi rêya hûnera xwe balê dikşîne li ser pirsgirêkên jinan

Hûnermenda Filistînî Lana Awad pirsgirêkên ku jin di nav civakê de pê re rû bi rû dimînin bi rêya hûnera xwe radigihîne.

RAFIF ASLAM

Xeza – Hûnermenda Filistînî Lana Awad bi rêya hûnera xwe hewl dide pirsgirêkên ku jin pê re rû bi rû dimînin şênber bike û tundiya nav malê ya ku jin pê re rû bi rû dimînin bi rêya hûnera xwe şermezar dike.

Lana Awad a 24 salî beriya ku li xezayê bê nasîn ji bo pêkanîna hûnera xwe ya sînemayê tenê xwedî jêhatiya xêzkirinê bû. Lana Awad a li gel karakterên fîlmkartonan gelek karakterên mîna Mona Lîsa di fîlmên weke Marlyn Monroe de lîstiye û heya roja îro jî gelek berhemên wê li ser malperên dîjîtal de cih digre. 

Deh saliya xwe de dest bi xêzkirinê kiriye

Serpêhatiya hûnerî ya Lana Awad hêj di 11 saliya wê de destpê kir û yekem ceribandinên xwe hêj di zarokatiya xwe de karakterên fîlmkartonan li ser destê xwe xêz kir.

Lana Awad destnîşan kir ku ew di ceribandinên xwe de ne serkeftî buye lê piştî hin azmûnên bi biryar karibûye bigihe armanca xwe û wiha got: “Di vê mijarê de ji bo min pêşxistina jêhatîbûnê gelek zehmet bû. Ji ber nebûna mamosteyan min li ser înternetê dîmenên perwerdeyan temaşe kir û ez pê hesiyam ku di performansa min de pêşketinek heye.”

Lana Awad a ku rûxmê weke hemşîre dibistanê bi dawî kiriye, xeyala wê ew e rojek ji rojan di qana hûnerê ya sînemayê de bi aktorên navnetewî re kar û xebat bimeşîne.