Kurtefîlma ‘Nameya Dawî’ di rêya Festîvala Fîlman a Navnetewî de ye
‘Nameya Dawî’ ya yek ji berhemên Sînemaya Jinan a Rojava ye, bi demê re pêşbaziyê dike ku cara ewil di 6’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Rojava de bê nîşandan.
SORGUL ŞÊXO
Qamişlo- Sînemaya Jinan a Rojava (Sîne Jin), xwe amade dike ku bi yekem berhema xwe ya sînamegeriyê beşdarî 6’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Rojava bibe.
Kurtefîlma bi navê “Nameya Dawî”, jiyana şervana YPJ’ê vedibêje. Ev berhem di çarçoveya piştgiriya kampanyaya ji bo YPJ’ê de tê çêkirin.
Derhênera kurtefîlmê Sîlva El-Ehmed û lîstikvana sereke ya filmê Sêvda Hemo ya rola Nûjiyan dilîze, ji ajansa me re axivîn.
‘Di senaryoya kurtefîlmê de du çîrok û name heye’
Derhênera kurtefîlmê Sîlva El-Ehmed, got ku ramana wê bû senaryo û veguherî berhemeke sînameyê ku bi kurtefîlmeke şêwe bibe û bi van gotinan behsa hûrguliyên yekem berhema xwe ya wekî Sîne Jin kir: “Her şervanek YPJ’ê xwedî zehmetiyek cûda ye, lê ji bo her yek ji wan bîranîn û nameyek heye ku wê bihêz dike. Ramana min ne şervanên ku şer dikin û piştre şehîd dikevin e, mijara vê carê cûda ye. Em li vir qala şervanekê dikin ku bi bîranînekê rêya xwe ya têkoşînê dewam dike.”
Sîlva El-Ehmed, diyar kir ku di senaryoya kurtefîlma hatiye amadekirin û kişandin de du çîrok û name hene û wiha qala wan kir: “Çîroka yekem domandina rê ye û çîroka duyem jî balê dikşîne ser çawaniya domandina jiyanê di nava cengan de.”
‘Sîne Jin ji bo diyariya YPJ’ê wek şaneya mozên hêngiv dixebitî’
Sîlva El-Ehmed, da zanîn ku kurtefîlm wekî spasî û diyariyek ji bo keda şervanên YPJ’ê û rola wan a bi salan di nav şer û cengan de ye û axaftina xwe wiha domand: “Zehmetiyên wê hebûn, lê xweşiya wê zêdetir e. Ji ber ku em wekî ekîba Sînemaya Jin yekem berhem e ku em bi hev re diafirînin. Hevparî û hevbeşiya xebatê di nav jinan de rihetiyek cûda di min de ava kir. Ji ber min dît hemû kes ji bo ev kurtefîlm bi awayekî herî xweş were amadekirin, wekî şaneya mozên hêngiv kar dike.”
‘Em hewl didin bi kurtefîlma xwe beşdarî festîvalê bibin’
Sîlva El-Ehmed, da xuyakirin ku amadekariyên kurtefîlmê ber bi dawiyê ve diçe û wiha pê de çû: “Kurtefîlma Nameyên Dawî ji 7 xulekan pêk tê niha di pêvajoya montaj û reng de ye, di demek nêz wê bi temamî ji bo pêşandanê amade be. Em hewl didin berî lidarxistina 6’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Rojava berhema me amade be û beşdarî festîvalê bikin. Ji ber kurtefîlma me, wê yekem car li wir were pêşandan.”
‘Ev yekem tecrûba min a lîstikvaniyê ye’
Sêvda Hemo ya yekem car di kurtefîlmekî de cih digre û roleke sereke dilîze wiha behsa derbasbûna cîhana lîstikvaniyê kir: “Min hêvî nedikir ku bikaribim rojekê lîstikvaniya behremeke sînemayî bikim. Piştî min bi salan li ser sehnê stranan got, ev yekem tecrûba min a lîstikvaniyê ye. Lê min biryar da ku divê ez li gorî rola ji bo min hatiye diyarkirin, baş bilîzim. Piştî lîstinê min ferq kir ku hûnereke min a veşartî heye ku ez nizanim.”
‘Lîstina rola Nûjiyan bandorek mezin li min kir’
Sêvda Hemo, bi van gotinan bandora kesayeta Nûjiyan a ku rola wê lîst vegot: “Nûjiyan ji ber her tim dayîka xwe ya nexweş dihizirî, di hundirê xwe de gelek xemgîn bû. Lê vê hesta xwe, ji derve û derdorê re eşkere nedikir. Di dawî de dayîka wê jiyana xwe ji dest dide, lê jê re bîranînekê dihêle. Li vir Nûjiyan hêviya xwe vedigerîne û swêtera hirî ya ku dayîka wê di rojên xwe yên dawî de jê re çêdikir, nîvco kiribû. Nûjiyan hirî û derziyê radike û swêter temam dike. Jiyankirina van hemû hûrguliyan û lîstina wê ji bo min pir cûda bû û şopa xwe wê her li ser jiyana min bihêle.”
‘Ez dixwazim di sînemayê de pir jêhatî bim’
Sêvda Hemo, da zanîn ku pir dixwaze kurtefîlm zû were pêşandan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez dixwazim di sînemayê de pir jêhatî bim û çi li ser asta Kurdistanê an jî Rojhilata Navîn di fîlman de rolên sereke bilîzim.”