Koma Jîna Emînî bû dengê serhildanê

Klîba "Min jin im" ku ji bo piştgiriya serhildana "Jin jiyan azadî" li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatibû amadekirin hat weşandin.

Navenda Nûçeyan- Piştî qetilkirina Jîna Mahsa Emînî, serhildana “Jin jiyan azadî” a ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê destpê kiribû, tevî hemû polîtîkayên çewisandinê yên dewletê jî didome. Piştgiriya ji bo serhildanê her roj mezin dibe. Di dawiyê de ji bo piştgiriya serhildanê ji aliyê 'Koma Jîna Emînî' ve klîba bi navê "Min jin im" hat weşandin.

Klîba ku ji hesabê medyaya dijîtal a aktîvîsta mafên jinan Bihar Munzur hat parvekirin wiha ye:

“Ji bo piştgiriya azadîxwazên Rojhilatê Kurdistanê û navçeyên din ên Îranê, me bi Koma Jîna Emînî re klîba ‘Min jin im’ amade kir. Ez wek rêveberê giştî beşdarî vê xebatê bûm û ev çar meh in em li ser dixebitin. Me ev lêkolîn di Roja Jinan a Cîhanê de weşand.”