Koma Şehîd Barîn ji bo parastina çanda Kurd xebatên xwe didomîne

Ji bo pêşxistina behremendiyên ciwanan koma Şehîd Barîn Kobanê li kantona Kobanê- Bakur û rojhilatê Sûriyeyê di nava tevgera Hîlala Zêrîn de hewl dide jêhatîbûnên stranbêjiyê bi pêş bixe da ku mîras û çanda gelê Kurd biparêze.

NORŞAN ABDÎ
Kobanê- Koma Şehîd Barîn Kobanê li herêma Kobanê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di dirûşma "bi reseniya çand û hunera Kurdî jin pêşengiya meydanên azadiyê dikin” di Adara 2018'an de li bajarê Kobanê hate damezrandin. Tevgera Hîlala Zêrîn li ser pêşxistina çand û hunerê dixebitî û hewldanên mezin ji bo jin û zarokan di warê pêşxistina rewşenbîrî û çandî de dikirin. 
Endama Koma Şehîd Barîn Oryana Îbrahîm a 14'e salî wiha anî ziman: "Ji 8 saliya min ve jêhatîbûna min a stranbêjiyê hebû, min dest bi serdana navenda Bakî Xido ya çand û hunerê kir û li wir ez teşwîq bûm ku beşdarî yek ji komên stranbêjiyê bibim."
“Ez riya xwe di muzîkê de dibînim”
Oryana Îbrahîm tevlibûna xwe ji bo komê wekî tecrubeyeke baş û girîng bi nav dike û wiha dide diyarkirin: "Ji bo min tevlibûna min ji bo komê wekî pêngaveke herî girîng e. Ji bo ku ez riya xwe di cîhana muzîk û stranbêjiyê de bibînim."
Oryana wiha pêl da gotinên xwe: "Di sala 2018'an de dema ku ez tevlî komê bûm hejmara me ji niha bêtir bû, niha tenê em 8 endam in. Em beşdarî hemû çalakiyên ku li Kobanê pêk tên dibin."
Der barê perwerdeya komê de Oryana ev yek tîne ziman: "Li gorî derfetan em rojane perwerde dibînin, destpêkê mamosteya me ya muzîkê hebû me perwerde dikir û bi me re dibû alîkar, niha jî em endamên komê bi xwe, xwe perwerde dikin."
“Ji stranên gerêrî, neteweyî û şoreşgerî hez dikim”
Oryana têkildarî mijara rengên stranên ku hez dike ev dide diyarkirin: "Gelek rengên stranên ku ez hez dikim û dixwazim bibêjim û yên ku koma me temsîl dikin stranên gelêrî, neteweyî û şoreşgerî ne. Ez ji bo pêşxistina jêhatîbûna xwe, xwe bi pêş dixim da ku navê xwe di nava hunermendên navdar de bi cih bikim û li tevahî cîhanê bi zimanê xwe yê Kurdî û bi rengê çanda xwe stranan bibêjim."
Oryana Îbrahîm wiha dawî li gotinên xwe anî. "Ez dixwazim ji jinên ciwan ên di temenê min de bêjim ku her kom dikare çanda xwe bi awayê xwe biparêze û em ê bi stranan û dengê xwe mîrata xwe ji tunebûnê biparêzin."
Ji zarokatiya xwe ve stranan dibêje
Her wiha Lîlav Îbrahîm a endama komê ye 15 salî ye û beriya 6 salan dest bi stranbêjiyê kiriye jî wiha dibêje: "Min di 9 saliya xwe de dest bi stranbêjiyê kiriye, xwişk û birayên min ên ji min mezintir di perwerdeya min de rola wan hebû. Ez tevlî koma Şehîd Barîn li navenda Baqî Xido ya çand û hunerê bûm û piştî avakirina koma şehîd Barîn ez bûm endama koma Şehîd Barîn, em bi zimanê Kurdî û Erebî stranan dibêjin."
Lîlav Îbrahîm bal kişand ser zehmetiyên ku pê re rû birû dimînin û got: "Di serî de ji bo min pir zehmet bû ku ez dengê xwe bilind bikim, bikaribim hemû têbînî û noteyên muzîkê vebêjim lê bi pratîka domdar re min ev derbas kir."
“Ji hunermendên navdar bi bandor bûm”
Keca ciwan a bi navê Leyla Îbrahîm a 13 salî ye ew di sala 2013'an de tevlî koma Şehîd Barîn bûye wê wiha got: "Bavê min jêhatiya min di warê muzîkê de keşif kir û wî destek da min di demên ku em li Helebê bûn da ku ez xwe li navenda çandê tomar bikim û fêrî çanda stranbêjiyê bibim. Di wê demê de temenê min 8 salî bû."
Der barê hewesa wê ya ji muzîkê de got: "Min ji zaroktiya xwe ve ji muzîk û stranan hez dikir ji ber vê yeke xwestekên min pir mezin hebûn ji bo tevlibûna koman ji bo ku ez li pêşiya gelan stran bibêjim di şahî û çalakiyan de û ez ji gelek hunermendên navdar bi bandor bûm.   Ayşe Şan yek ji wan e û her wiha li gel min gelek stranên bi dengê min hene."
Koma Şehîd Barîn Kobanê beşdarî gelek şahî û çalakiyên li Kobanê, Sirîn, Minbic û kampa Girê El-Simin bûye û piştî ku kom vê yekê biqedîne wê dest bi amadekirina vîdyo klîpeke taybet bike û stran wê ji stranên gelêrî yên çanda Kobanê bin û ev vîdyo kilîp yekem e ji bo komê.