"Koma Ş. Avêsta temsîla rengê jinê di warê dengbêjiyê de dike"

Stran ango dengbêjî kevintirîn çanda civaka Kurdan e, ev çand jî her rastî qirkirin û binpêkirinê hatiye. Ji bo çanda xwe zindî bihêlin komek stranan xweser di nav giştî de avakirin û hewil didin bibin deng û rengê jinê, her wiha xweşikbûna xwesertiya jinê di nav giştî de derxînin holê.

HESNA MIHEMED
Şehba- Koma Ş.Avêsta  yek ji komên stranan a xweser e û cih di nav xebatên giştî de digire. Ev kom piştî koçberbûna şêniyên Efrînê ji cih û warên xwe û li Kantona Şehbayê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi cih bûn li navenda Çand û Huner a herêma Efrînê di sala 2020'an de hate avakirin. Di vê komê de tenê jin cihê xwe tê de digirin û rengê jinê temsîl dikin. Koma Avêsta  destpêkê di nav xebatên giştî de cih digirt, lê bi demê re xwestin rengê xwe cuda bikin û bi tenê dengê jinên hunermend ji cîhanê re ragihînin. Di vê komê de rihê alîkarî û hezkirinê tê dîtin. Li gelek şahî û çalakiyan derdikevin pêşberî gel û adetên civakê yên desthiladar bi stran û dengê xwe didin şikandin. Jinê bi saya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe ji zincîrê koletiyê rizgarkir û ber bi azadiyê ve meşiya, di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jî mirov vê yekê dibîne. Ji bo ku em bêhtir xebat û armanca koma Ş. Avêsta  nas bikin, Endama komê Henîfa Heco nêrîna xwe parve kir.
"Em ê hebûna xwe di zindîkirina çanda dayikên xwe de îsbat bikin"
Destpêka avakirina çandê de cih di komên giştî de digiritin pişre xwestin komek bi rengê jinê ava bikin. Henîfa wiha dest bi gotinên xwe kir: "Ez wek kesayet 9 salin cih di xebatên çand û huner de digirim û hewil didim xwedî li çanda xwe derbikevim. Min di koma bazdanê de cihê xwe digirt, lê meraqên me li ser stran û dengbêjiyê bêhtir bû loma ez derbasî komên stranan bûm. Destpêkê weke kom me cihê xwe di nava komên giştî de digirit, bi demê re derfet li pêşiya me vebû û me komek xweser bi reng û dengê jinê ava kir. Jin dikare bê mêr helwestên xwe bîne ziman û xwedî rol û misyon di warê zindîkirina çanda dayikên xwe de, bileyîz e. Me koma Ş. Avêsta ya xweser avakir. Ş. Avêsta di Efrînê de berxwedanek bê hempa li hember dagirkerî û çeteyên wê  da meşandin û bi tekoşîna xwe di nav çeteyan de canê xwe fedakir ji bo parastina axa xwe, loma me jî xwest navê Ş. Avêsta li koma xwe bikin û tekoşîn û berxwedana jina kurd ji cîhanê re ragihînin. Em ê xwedî li berxwedana Avêsta derbikevin û hebûna jin di aliyê zindîkirina çandê de xurtir bikin."
"Jinan hêzê ji fikrên Rêber Apo girt"
Di demên berê de di nav civakê de şerim bû jin derbikeve ser dikê û dengê xwe pêşkêş bike lê bi saya fikirê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev zincîr qetand û ber bi azadiyê ve meşiya. Henîfa hêza ku jin girtiye ji bo pêşiya civakê hunerê bi dengê xwe vebêje wiha anî ziman : "Di civaka berê de û li gor adetên civakê şerm bû jin derbikeve ser dikê an jî dengê xwe li pêşiya gel pêşkêş bike. Gelek jinan jî ji ber ev adet li ser xwe qebûl nekirin û hewil dan hunerê bi vegotina dengê xwe bînin ziman rastî qetilkirinê ji aliyê civakê ve hatine. Bi derketina şoreşa Rojava re û projeya Netewa Demokratîk ku bingeha wê ji fikirê Rêber Apo hatiye, jinê karîbû hebûna xwe bide îsabatkirin. Jin hewil dide zihniyeta baviksalarî ku ew xistibû çarçoveyeke teng de bide guhartin. Di nav çandê de her du zayend bi hev du re kar û xebatên xwe didin meşandin û armanca wan ew e ku çanda xwe zindî bihêlin. Zindîkirina hunerê erkek li ser milê me ye û em ê jî her ji civaka xwe re huner û çanda xwe pêşkêş bikin da ku çanda xwe di nava civakê de zindî bihêlînin."
"Me xwest em xweseriya jinan di nava qada giştî de derbixin holê"
Armanc ji avakirina komek xweser di nav giştî de ji bo rengê jinê di nav giştî de derxînin holê. Henîfa wiha behsa xweşikbûna xwesertiya jin di nava komê de dike: "Ruxmî ku navenda Hîlala Zêrîn a xweser heye jî me xwest koma xwe di nav giştî de cih bigire ji bo xweşikbûna xwesertiya jin di nav giştî de bê xuyakirin. Ev jî îsbateke ji civakê re ku jin dikare di nav mêrên desthiladar de xwesertiya xwe derxînin holê û bibin xwedî îrade û hebûn. Ji ber kom xwe nû avakiriye heya vê kêliyê tu kilîp nehatine kişandin lê hewildanên me ji pêşeroşê re heye ku em kilîp û stranên xwe yên taybet amade bikin. Mamosteyên ku li ser beşê stranan disekinin bi me re dibin alîkar. Di heman demê de waneyên Solfê û rîtma mûzîkê jî dibînin da ku em xwe bêhtir pêş bixin di milî dengbêjiyê de. Di vê komê de 5 jin bi hev re dengê xwe derdixînin û di nav me de hunermendên ferdî jî hene stran û mewalan vedibêjin."
"Xwedî li meraqên xwe derbikevin"
Henîfa teqez kir ku ew di her şahiyekê de cih digirin û stranên xwe pêşkêş dikin û wiha gotinên xwe bi dawî kir: "Em wek koma Avêsta  derbasî gelek şahiyan bûne û dengê jinê bi rêya hunerê derxistiye. Piraniya stranên me tekoşîn, berxwedanî, qehremantî û êşa gelê me vedibêjin, di heman demê de folklora me ya Kurdî jî bi rêya stranan tê gotin. Nameya me ji hemû jinên cîhanê re heye ku meraqên xwe xwedî lê derbikevin û nehêlin adetên civakê li ser we bandor bike. Divê jin mohra xwe di dîrokê de bihêle bi taybet di aliyê hunerê de."