"Kobanê" yekem car li Kobanê hat nîşandan

Komîna Fîlm a Rojava duh di seatên êvarê de cara yekemîn filîma "Kobanê" li kantona Kobanê nîşan da.

Kobanê- Berxwedana Kobanê ya li dijî  çeteyên DAIŞ`ê di 15`ê Îlona 2014`an de dest pê kir û serkeftin di 26`ê Çileya 2015`an de hat ragihandin. Berxwedana dîrokî ya ku 134 rojan berdewam kir, ji bo gelek nivîskar, helbestvan û sînemageran bû îlhama çêkirina berheman. Li rex bi dehan pirtûk, helbest, roman, belgefilîm û hwd. Komîna Fîlim a Rojava ev du sal in dest bi projeya çêkirina filîma Kobanê kirin.

Di vê çarçoveyê de Komîna Fîlim a Rojava duh di seatên êvarê de li navenda Çand û Hunera Baqî Xido yekemîn pêşandana filîma Kobanê, li Kantona Kobanê nîşan da. Di pêşandanê de bi sedan niştecihên Kobanê, sazî û dezgehên wê û malbatên şehîdan amade bûn.

Filîma ku dirêjahiya wê 2 seat û nîv in, behsa berxwedana ku şervanên YPJ`ê, YPG`ê û gel li dijî çeteyên DAIŞ`ê pêk anîn dike. Di filîmê de rol û pêşengiya ku şervanên YPJ`ê lîstin bi rengekî diyarker derdikevin holê.

Weke hat payîn dê nîşandana filîm a li Kobanê hefteyek berdewam bike.

"Beşdarbûna filîm şanseke mezin bû"

Şanoger Zeyneb Mihemed a ji herêma Efrînê ku di filîmê de rola sekvaneke YPJ`ê dilîze, rola ku di filîm de lîst wiha bi me re parve kir: "Ev cara sêyemîn e ku beşdarî xebatên bi vî rengî dibim lê weke beşdarbûna filîmeke bi vê astê cara yekemîn e. Dema ez ji bo vê rolê hatim hilbijartin, min gelek astengî dîtin. Mirov ji jiyana sivîltiyê derbasî jiyana şervanan bibe û bi taybetî jî şervaneke sekvan zehmet bû. Ji bo min ne hêsan bû ku ez rola leheng û qehremanên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane bilîzim. Dîsa jî ji bo min şans û gaveke mezin bû ku em bikaribin rola xwe di pênasekirina berxwedana Kobanê de ji bo cîhanê bilîzin."

"Me hestên xweş û bi wate jiyan"

Zeyneb Mihemed hestên xwe yên temaşekirina filîmê ku li Kobanê pêk hat wiha anî ziman: "Em di pêşandana yekemîn a filîm de amade bûn, bi rastî jî hesteke gelek xweş, cuda û bi wate ye ji bo me. Bêguman hestên gelê Kobanê cudatir in ji ber ku wan şahidiya van kêliyan kirin, ji ber vê mirov di çavên hemûyan de êş, serbilindî, xemgînî û kêfxweşiyê dibîne. Piştî nîşandana Filîm me hîs kir ku me tiştek ji bo Kobanê û Rojavayê Kurdistanê pêşkêş kir. Çawa şervanan rola xwe di parastina Kobanê de lîstin, me jî weke lîstikvan û şanoger rola xwe di derxistina rastiya bûyerên li Kobanê qewimîn de lîst."