Kevana Zêrîn amadekariyên 8’ê Adarê dikin

Endamên koma Kevana Zêrîn lez dane amadekariyên xwe yên 8’Adarê Roja jinên Cîhanê endamên komê diyarkirin ku wan 4 stranên dangbêjiyê ji bo şahiya 8’ê Adarê amadekirine û niha jî piroveyên xwe dikin.

DÎLAN KORHAN
Musil - Civak her tim li ser çanda xwe, xwe dide jiyîn. Ji bo jiyankirina civakê jî pêwîstî bi çandê heye. Civaka kurd her çîqasî ku rastî bişaftina çandê jî hatibe, lê belê heta niha ji xwe daye jiyan kirin. Kurd bi stranên dengbêjiyê tên nasîn, ji ber kurdan dert û kulên xwe bi dengbêjiya di anîn ser ziman. Dengbêjiya ku weke stranên jin-mêr’ên temen mezin tê zanîn, di roja meya îro de mirov dikare bêje ev hişmendî hatiye şikandin û niha li herçar parçayên kurdistanê denbêjî ji aliyê jinên ciwan ve jî tê gotin û ev dibe îspat ku ciwanên kurd li mîrasa çanda dengbêjiya pêşiyên xwe, xwedî derdikevin. 
Yek ji komên stranan ku di nava stranên xwe de dengbêjiyê dibêjin Koma Kevana Zêrîn ku navê xwe ji Hîlala Zêrîn girtiye. Ev kom li Wargeha Penabaran a Mexmûrê ya ser bi bajarê Musil ve di bin banê Navenda çand û hunera Mexmurê de ji bo jinên ciwan di sala 2017’an de li Mexmurê hatiye avakirin. Endamên vê komê ji 30 kesan pêktên di nava wan zarokên temen 7 heta 70 salî jî hene. Ev kom ji bo zarok û jinên ciwan perwerdeyên weke muzîk, Estuman, Dans, Dîlan, stran û dengbejiyê dibînin û didin. Her wiha ev kom beşdarî şahî, meşên jinan yên li  Mexmurê dibin. Niha jî vê komê lez daye amadekariyên xwe yên ji bo şahiya 8’ê Adarê ya Roja Jinên Cîhanê.
Endamên koma Kevana Zêrîn di derbarê amadekariyên xwe yên ji bo 8’ê Adarê de ji ajansa me NUJINHA re axivîn. 
“Dayikên me di nava komê de stranên dengbêjiyê dibêjin”
Fatma Utuna ku ev 6 sale di nava hunerê de cihê xwe digre û niha ji endama Kevana Zêrîne destpêkê koma xwe dide nasîn û wiha dibêje: “Koma Kevana Zêrîn di sala 2017’an de hatiye avakirin. Ev 6 sale ez di karê hunerê de cihê xwe digrim. Destpêkê min li Navenda Çand û Hunerê xebat dida meşandin. Lê niha di Kevana Zêrîn de em wek saziyek xweser xebatên xwe rêve dibin. Kevana Zêrîn navê xwe ji Hîlala Zêrîn girtiye. Niha xebatên weke muzik, dengbejî, Dîlan, Şano û perwerdeyên esturmana di Kevana Zêrîn de cihê xwe digrin. Bi taybet dayikên temenê wan mezin stranên dengbêjiyê di nava vê komê de dibêjin.”
“Di koma Kevana Zêrîn de ez weke stranbêj cih digrim”
Fatmayê di derbarê hezkirina xwe ya ji bo stran gotinê û hezkirana xwe ya hunerê wiha got: “Di koma Kevana Zêrîn de ez weke stranbêj cih digrim. Hezkirina min ya ji bo hunerê di zarokatiya min de dest pê kir. Di zarokatiya xwe de dema min temaşeyê televizyonê dikir, dema min hêz û baweriya stran gotina hunermendên kurd ya li ser dikê didît. Min jî xeyal dikir ku ez jî rojêk wekî wan bibim hunermendek mezin. Dema min di karê hunerê de cihê xwe girt ji ber huner xeyalê min bû, malbata min jî piştgirî da min û gelek dixwestin ez xwe pêşbixim.”
“Amedekariyên ji bo 8’ê Adarê berdewam dike”
Şîlan Bilen ya ku endama Koma Kevana Zêrîne di derbarê amadekariyên şahiya 8’ê Adarê de dibêje me 4 stranên dengbêjiyê amadekiriye û wiha behsa amadekariyên 8’ê Adarê dike: “Em weke Kom niha amadekarî ji bo şahiya Roja Jinên Cîhanê 8’ê Adarê dikin. Komên me niha ji bo meşa 7’ê Adarê û pîrozbahiya 8’ê Adarê provayan dikin. Niha Komên me ji bo 8’ê Adarê  xwe ji şano, stran, dengbejî, Dîlan, dansan re amede dikin û di heman demê de jî ji bo rojên taybet xebatan dimeşînin. Endamên me yên di hemû temenan de hene. Temenê wan ji 7 salî dest pê dike heta dayikên 70 salî  pêktên. Amedekariyên me yên 8’ê Adarê berdewam dikin, koma meya Kevana Zêrîn 4 stranên dengbêjiyê ji bo şahî û meşa 8’ê Adarê amede kirin e. Bi esturmanên erbanê, def, saz û gitaran emê stranên xwe pêşkeşî gel bikin. Komên şano, dans û dîlanê ji wê hunera xwe pêşkeş bikin.”