Karîkatorîsta Filistînê Umeye Cuha bûyerên rojane xêz dike

Umeya Cuha yekem jina şêwekara karikaturan a Filistinê ye bi karîkuturên xwe êşa civaka Filistinê û peyamên ku dixwaze bide radixe berçavan.

REFÎF ÎSLÎM

Xeza- Umeye Cuha di pêncî salîya xwe de dest bi xêzkirina karîkatur û tabloyan kir. Bi salan ji ber gotinên civakê tu berhemek xwe nîşan nedan. Ji ber xeyalên wê xêzkirina wêneyan bû ji bo xweyalên xwe hertim wêne xêzdikir û bi vê azweriya xwe bû yekem şêwekara karîkaturan a Filistînî ku bi hêza xwe karîbû hemû zehmetiyan derbas bike û bibe xwediya tabloyên herî bi nav û deng di medyaya herêmî û navneteweyî de. Umeye Cuha da zanîn ku ew ji berhemên karîkaturên Nacî El-Elî bandor bû û ew yek bû sedem ku hemû astengiyan derbaz bike û bikare bibe yekem jina karîkatursta Filistînê. Umeye Cuha di derbarê xêzkirina ya karîkaturan de ji ajansa me re axivî.

“Heskirina min a xêzkirinê timî dewam kir”

 Umeye Cuha diyar kir ku di zarokatî û ciwantiyê de her tim wê li wêneyên Nacî El-Elî dinêrî û hertim bi xwe hewil dida wan wêneyan teqlid bike û wiha domand: “Wê demê herkesê ji min re di got mîratgira Nacî El-Elî.” Umeye Cuha da zanîn ku çarenûsa Nacî ji ber xêzkirina wêneyan diyar bû û ji aliyê dagirkeriya Îsraîlê ve hatiye kuştin. Umeya Cuha bilêv kir ku astengiya herî mezin ji ber xema malbata wê û nexwestina wan a ku keça wan jî ji ber heman sedemê bibe qûrbaniye.

“Min timî xêz dikir heta carekê firsend çêbû ku di rojnamê de bidim dîtin”

Umeye Cuha da zanîn ku jêhatiya wê ya di asta akademîk de astengiyek din bû ku malbata wê bawernedikin wê rojekê huner bibe çavkaniya debarê yan jî pîşeyekê ji bo keça wan û wiha got: “Malbata min tu caran nedixwestin ez serî li Koleja Hunerê bidin û matematîkê ji bo min hilbijartin, da ku ez piştre weke mamosta kar bikim. Min bersîva xwesteka malbata xwe da û beşa wan di xwest di xwend. Min jî hertim hewil dida ku jêhatiya xwe ya xêzkirinê pêş bixim û min zanîngeh bi pileya yekem qedan û salekê li dibistanek amadeyî ya Filistînê wekî mamoste xebitîm, da ku paşê dest ji kar berdim. Piştî qedandina sala yekem, derfet ji bo min çêbû ku ez karîkaturên ku xêz dikim di rojnameyek ya herêmî yên Filistînê de bidim weşandin. Ne mimkûn bû ku huner û mamostetiyê bi hevre bikim, lewma min dest ji mamostetiyê berda û kesê bertekek nîşan neda. Destpêka min karîkatur û çîrokan destpêkir û piştre jî min xwe di aliyê karîkaturên bi mijarên cûda.”

“Bûyerên welat tê re derbas dibe bandorê li hunermendan dike”

Umeye Cuha da zanîn ku pêwîstiya hunermendekê bi zanîna kûrahiya zanista dîrokê heye û wiha dom kir: “Ji ber ku hunermend divê hemû bûyerên siyasî û civakî bizanibe da ku hewil bide wan bi xêzên çêkirî ve girêbide, pêdiviya hunermendan bi gerê heye, da ku hemû huner û çadan bizane û bi vî awayî cihêrengiyê di tabloyên xwede bîşan bide. Lê ji bo Filistîniyan ev yek ji ber astengiyên ku ji hêla Israîlî ve têne danîn ne mumkine. Bûyerên ku welat tê re derbas dibe bandorê li hunermendan dike û her dem fikrê nû dide afirandin, ji ber ji êşên gelê xwe bandor dibe û wêne ji malzaroka êşê çêdibe. Dema ke ez xebatê li ser mijarên jinan yên wekî kuştin xêz dikim wan tabloyan bi hêstirn çavê xwe temam çêdikim, ji ber ez ji wan tiştên ku ew jin rastî hatine gelek bandor dibim. Temaşevanên ku van tabloyan dibînin bi wan re dikevin têkiliyê û bi êş û azarên wan hîs dikin, ev xêz bi berfirehî têne parvekirin û ji bo temsîlkirina jinên Filistînî bi hunera xwe zêdetir cesaretê werdigirin.”

“Îro qada hînbûn û xebatê ji hemû jinan re vekirî ye”

Umeye Cuha di derbarê pêşketinên di xêzkirinên xwe de wiha dibêje: “Ez pêşketinên di xêzkirinên xwe de bi temaşekirina gelek karên hunerî yên navneteweyî û safîkirina jêhatîbûna xwe bi ceribandin û xeletî an qursên perwerdehiyê yên cihêreng ve girê didim. Îro qada hînbûn û xebatê ji hemû jinan re vekirî ye û malperên tora civakî pêşangeheke vekirî pêşkêşî hunermendên jin kirine da ku tabloyên xwe biweşînin, eve jî dibe derfetek yê kar ji bo wan.”

Umaya Cûha di derbarê sedema dilgiraniya jinên ciwan ji karê hunera karîkaturê de got: “Jin xwe dide çewsandin û bihaneyan di danin, wek nekarîna wan ya rûbirûbûna civakê yan jî zehmetiya bazara kar. Sedemên bi vî rengî ji bo jina Filistînî ya dîl, têkoşer û dayika şehîd ku bi tundî bi dagirkeriyê re rû bi rû ma û di nebûna hevjînê xwe de ji bo mezinkirina nifşek xurt, hişmend û xweda debara malbata xwe dike, ne guncawe. Hunera karîkaturê bi hezar gotarên nivîskî re ye, ew xêz xwedî hêzek li ser çavan û dikare rêça bûyeran bimeşîne û bi pêşketina wê ji reş û spî ber bi rengan ve bi teknolojiyên nûjen ên kompîturê, bi xêzê dikare peyamek baş bid ecivakê û bi rengekî berfirehtir û baştir di pêkanîna rolek perwerdehî, ronakbîrî û teşwîqkirinê de ji bo berxwedana li dijî dagirkerî û hemû adetên kevnar ên di civakê de beşdar bûne.”