Kamenger Leyal Şakir bi tiliyên xwe yên narîn cîhanê dihejîne
Jina ciwan a 30 salî, ji Rojhilat ber bi Rojava ve hestên xwe yên zîz bi tiliyên xwe yên narîn hunerê li her derê belav dike.
KIRÎSTIYAN WAKID
Beyrûd - kemanger Leyal Şakir bi rêya muzîkê li hemberî mêr û tundiyê têkoşîn dike. Leyal ji ajansa me re li ser projeya xwe ya nû û pêşerojê axivî.
Leyal Şakir keça ku 7 salan li Parîsê maye û vegeriyaye Lubnanê, zehmetiyên tu niha dibînî çi ne û kengî we dest bi muzîkê kir?
Ez bi malbata xwe re di heft saliya xwe de vegeriyam Lubnanê. Pir zehmet bû ji ber ku min xwe xerîb hîs dikir, li Parîsê jî min xwe wisa hîs dikir. Biyanî bûm ez têra xwe jî biçûk bûm lê bi alîkariya dê û bavê xwe û têgihîştina wan, min ev qonax derbas kirin.
Leyal dibêje "Hîn jî tê bîra min ji bo xurtkirina ziman piştî dibistanê ez fêrî zimanê Erebî dibûm, heya min hez ji wêje û helbestên Erebî kir. Di salekê de fêrî ziman bûm, her wiha çûm kursa piyano û kemanê, derbasî peymangeha Muzîka Bilind a Neteweyî bûm. Piraniya mamosteyên min Rûs, Ermenî û ji Ewropaya Rojhilat bûn lewre bi riya cîhana derve bi hemû çandan re têkildar bûm.
Bi nêrîna we lêdan an sazkirina muzîkê zehmet e û kîjan hestên we vedibêje?
Lêdan û çêkirina muzîkê wekî helqeyên zincîrê ne, hev temam dikin, tu cudahî di navbera wan de nîn e, dema ez li kemanê didim bi hestên xwe hîs dikim. Lêdana kemanê û muzîkê, wek nivîskarekî hestên xwe dirêse li ser dikê vebêje, li dawiyê muzîkê gotinên nivîskar bi sazekî vedibêje ne.
Ji me re behsa şahiya yekem û ya dawî bike gelo guhertinên di hestên we de çi bûn?
Ev rêwîtiya bîranînan e, yekem konsera min a li Beyrûdê, ya "fermî" bû, li konservatuarê )peymangeha muzîkê) min Konşirto Haydin a kamanê lêda. Ez pir biçûk bûm lê kêliyên herî girîng bûn di jiyana min de ku bi Orkestrayê, bi ciwanên Ereb ên Al-Fîlharmoniyê re amade bûm. Her wiha li Almanyayê jî di 16 saliya xwe de beşdarî xebatên Mindlson û Şoman bûm, dema ji nêz ve min dengê orkestrayê ceriband wê demê min biryar da kw ez ê berdewam bikim.
Leyal wiha didomîne her şahiyek çêjeke wê ya taybet heye, ez nizanim şahiyên destpêkê ji yên dawî veqetînim, ez bawer dikim şahiyên ku salên dawî beşdar bûme binirxînim baştir e. Helbet guhertinek xwezayî bi demê re derdikeve.
Dema tu hunermendek ciwan bî, heyecana şêwaza teknîkê bi te re heye. Helbet zehmetiyên wê jî hene. Xeyal bike tu zarokek an jî ciwanek î, hestên sazvanekî di sedsalên 16, 17, 19’an de vedibêjî divê tu bi her awayî têbigihîjî û vebêjî.
Lewre bi demê re, lêkolîn, pêşketinên teknolojîk û tecrubeyên jiyan û têgihîştinê li ser asta mirovî û hunerî çêbûn e, mirov dikare hest û helbestan fêm bike û bi dirustî veguhêze. Lê di demên dawî de herî zêde bi sazkirina muzîka xwe û hevalên xwe re mijûl dibim û hestên din jî hîn hene lê ya girîng ew e ku hestên dixwazim der bikim bi deng û ramanên xwe veguhêzim guhdaran.
Wekî hunermendek ji Rojhilata Navîn hûn li ser pirsgirêkên civakan ên civakî û siyasî radiwestin, an tenê li ser muzîka xwe dixebitin?
Ev cîhana ku em tê de dijîn, her bi hebûna me didome. Jixwe hebûna hunermendan li ser vê xakê siyaset bi xwe ye çawa em tune ne? Di vê pêvajoyê de mafên ramanî, hunerî, civakî û kesayetî, mafên herî sereke ne ku nasnameyên xwe teqez bikin ji bo demên borî, niha û pêşerojê riyeke pîroz e.
Dîroka fermî ji hêla desthilatdaran ve hatiye nivîsandin. Ez bawer dikim ku rêbazên alternatîf ên çîrokê di her şêwazên hunerê de hene. Afirandin çalakiyek azadiyê ye, ew jî çalakiya jiyanê ye. Heya ku em nû dikin, em hebûna xwe didomînin, awayên ku em piştrast bikin bi riya bikaranîna peyv û dengên xwe îfade bikin.
Wekî hunermendek lubnanî fransî tu bi sazvanekî ji Sûriyeyê re zewicî yî û li New Yorkê dijî, em dikarin bêjin ku cîhana te wekî muzîkê ye?
Bêguman wekî xeyalek e lê bi rastî cîhana min e. Xurbetî perçeyek ji jiyana min e, ji ber dîroka malbata min û ya min a taybet e ku her di nav rêwîtiyê de bûm, hestên welat, min hîs nekir. Ev jî yek ji encama ku bê tirs li cîhanê bigerim e lê dikarim bêjim tenê muzîk, ji zehmetiyên min re bû derman û welatê min ew e. Dema dibêjin muzîk zimanê cîhanê ye, rast dibêjin, ji ber ku tu zehmetiyan bi karên muzîkê re nabînim.
Ji ber ku bi koka çanda xwe ve girêdayî me û azadiya ji van kevneşopiyan ku min ji malbatê girtiye pir zor e lewre hemwelatîbûn, bê planî ye lê xebateke ramanî û kesayetî ye.
Te xwestibû helbestên Erebî di albûma Înêr Raîm (Inner Rhme) de nû bikî, tecrubeyek çawa bû û tu dixwazî dubare bikî?
Bêguman yek ji xebatên herî bi heyecan bû, dema min dest bi vê albumê kir, ketim nav cîhana hestên berî Îslamiyetê û helbestên nûjen her wiha yên gelêrî jî di nav de, her parçeyek ji van helbestan hezkirinek wê ya cuda hebû. Çi qehremaniya Îbnî Erebî, herikîna Şakir Alseyebî, yan bedewiya hestên Tewfîq Ziyad be. Ez nizanim ev proje, wê encameke çawa bide lê heya berî pandemiya coronayê li seranserî cîhanê, her şahiyeke taybetmendiyek wê ya cidî hebû, ez her gav helbestên orjînal dixwînim ji bo ku her perçeyê beriya konserê bedewtir bi lêv bikim ku xweştir bigihîje gudaran û sazvanan her dixebitim.
Bandora Covîd 19 li ser projeya we çi bû, we ji vê tecrubeyê çi girt?
Bêguman wekî hemû muzîkjenan, her xebatên min nîvco man, gelek konser û xebatên kar û serlêdanên ji bo plankirina projeyên nû hatin betalkirin. Mixabin di demeke wisa de ku mirovahî hewce bi muzîk, sînema, huner û wêjeyê dibîne, ji aliyê psîkolojîk ve mirov baştir dike, mixabin girîngiya hunermendan paşguh kirin, ev jî min û hevalên min diêşîne.
Leyal xemgîniya xwe wiha didomîne ev ji min re bû xemek û barek ku pîşeya xwe çawa biparêzim? Çawa em ê ji nav derkevin? Gelo divê em navgînên xwe biguherînin? Ma divê em danûstandin û parvekirina xebatên xwe bi şêwazeke din ragihînin? Ka em ê çawa xwedî li xebatên xwe biderkevin?
Li aliyê din pandemiya coronayê aliyên lawaz derxistin holê ku divê ev were çareserkirin, huner û hunermend ketibûn nava bezaran û dihatin îstîsmarkirin, ji ber vê jî bi êş bû lê aliyên wê yên erênî jî hene. Me fêm kir ku dikarin bibin beşeke mezin ji pêvajoya mezinbûna tendirustî û parastina gerestêrka me û helbet divê em jî tişta di vê mijarê de dikeve para xwe bikin.
Projeyên we yên pêşerojê çi ne?
Em li ser Operayê dixebitin, ezmûna min a yekem e, proje hîn di destpêkê de ye, ji ber vê yekê em ê di demên pêşîn de bêhtir parve bikin. Cudahiyên civakî, jîngeh, azadiya tevgerê, di heman demê de li ser projeyek der barê Edward Seîd de dixebitim, her wiha hin perçeyên ji koma min Aljaz "safarend" dê di bihar û havîna li pêş me de were weşandin.