“Jinên xwediyê nasnameya etnîkî xêz dikim”

Şêwekar Nuran Boztaş kaosa tê jiyîn û di hemû kulturên cuda de her ku diçe dixwazin jinê bêdengbikin û bi tepisînin van êşan hemû bi xêzkirina wêne dixe ser tabloyê. Ev jinane hemû ew jinên xwedî etnikin. Bedewiyan, çingeneyan, jinek ya hindistanê û jinek kurd xêz dike. Her tim nasnameya jinan xêz dike. Sedemê wê jî wisa bi nav dike: “Ew jinên ku ez xêz dikim her çiqas xebera wê nebe jî, ez bi wê re dibim yek. Ew aciziya ku pey xwe hêlaye hîs dikim. Germahiya çolan û sarbûna şevê hîs dikim. Tişta ku wê jinê jiyan kirî hîs dikim. Ji ber hîs dikim ez xêz dikim.”

Şêwekar Nuran Boztaş kaosa tê jiyîn û di hemû kulturên cuda de her ku diçe dixwazin jinê  bêdengbikin û bi tepisînin van êşan hemû bi xêzkirina wêne dixe ser tabloyê. Ev jinane hemû ew jinên xwedî etnikin. Bedewiyan, çingeneyan, jinek ya hindistanê û jinek kurd xêz dike. Her tim nasnameya jinan xêz dike. Sedemê wê jî wisa bi nav dike: “Ew jinên ku ez xêz dikim her çiqas xebera wê nebe jî, ez bi wê re dibim yek. Ew aciziya ku pey xwe hêlaye hîs dikim. Germahiya çolan û sarbûna şevê hîs dikim. Tişta ku wê jinê jiyan kirî hîs dikim. Ji ber hîs dikim ez xêz dikim.”   
PERİ BAYAV
İzmir-  Dema ku bi keça xaltiya Nuran re di xebitîm min wê jî nasî. Sekna wê ya li beramberî jiyanê, wêneyên ku xîz kirî û enerjiya wê ez bandor kirim. Di mejiyê min de her ew dengê kenê wê heye, di heman demê de têkiliya wê ya bi keça wê re mirov kêm rastî jinek wisa bi hêz tê. Hertim tê gel me, wan rojên sar bi dilê xweyê pembû hindirê mirov germ dike. Dema min ew nas kir her ku diçû min girêdanek bi wêre çêdikir. Bi enerjiya wê û hêza wê ya berxwedaniya jiyanê, min gelek tişt derxist. Werin em bi hev re rêwitiya wê ya bi wêneyan re hevalbendiyê bikin.
  Dema dikevim taxê, xaltiya Nuran bi kenê xwe yê mezin li ber pencerê li benda mine û destê xwe li min dike. Ez di baxçe de derbazî hindir bûm, li derî de bi keyfxweş
disekine, piştî ez hîna ketîm mal de, ne ketîm mal de yek ser min xwe li ser sofreya taştê ku amadekirî bû dît. Di wê demê de gulên xwe av dida, piştre me taştê xwar û me dest bi sohbetek germ kir. Di dilê xwe de dibêjim “gelek tişt hene ku ez jê fêr bibim.” Li beramberî ewqas pirsgirêkên tendirustiyê jî ewqas ji jiyanê hez dike, wekir ku ez têkiliya xwe ya bi jiyanê re lê pirsin bikim.
Wêne xêz kirin xala ku tu caran nayê xilas bûne 
Nuran Boztaş di sala 1965’an de li Almanya ji dayik buye. Li zanîngeha Buca mamostatiya beşê Fîzîk xwendiye. Pîştî wefata hevjînê xwe dest bi wêne xîzkirinê kiriye. Xîzkirina wê ya wêne, di jiyana wê û di her çarçoveyek ya wê ya jiyanê de wateyek heye. Ji bo mirov ji Xaltiya Nuran pirs bike bêje te kîjan dîrokê dest bi wêne xîzkirinê kiriye hêz di xwaze. Lê belê destpêkê dema Şaredariya Konakê qursa wêne vekirî destpê kir, piştre nêzî 3 salan li Atolya Hunerê ya AGA ya Karşiyaka perwerde ditiye û xebata xwe berdewam dike. Heta niha 3 pêşengehên wê yên wêne weke li merkeza kulturê ya Sakip Sabancî ( AGA pêşangeha hunera têkel) 2015, galeriya bazarê ya Karşiyaka ( AGA pêşangeha hunera têkel) 2016, kiliseya Çeşme Aya Haralambos (pêşangeha Têkel) 2017 pêşkêş kiriye. Bi boyaxên yax di xebite. Kêm bi (akrilik) qelema dar di xebite, hîna nû nû dest bi boyaxên avê kiriye,  behsa ferqek mezin a di navbera herdû boyaxan de dike. Di jiyana wê de cihê gelek giring yê wêne heye. Lê belê di heman demê de tiştên cuda jî dike. Gelek ji çante çêkirin û nexşan hez dike. Xaltiya Nuran divê bandor bibe heta ku wêne xîz bike. Dibêje wêne xîzkirin pêvajoyek ku tu caran xilas nabe ye. Her car ew xweşiktiya di serê mirov de mirov nagire.”  
“Xêzkirina wêne şiklek yê ji heqderketina jiyanê ye”
 Xaltiya Nuran bal dikêşe li ser her kesek ji bo jiyanê rêbazek dîtiye, wê jî piştî wefata hevjînê xwe dest bi wêne xîzkirinê kiriye û xwe wisa tedawî dike. Vê yekê jî tine ziman ku herkes bi awayek cuda xwe li ser piyan digre, hinek hene di vexwin, hinek hene nimêj dikin û hinek jî weke wê wêne xîz dikin. Ji ber vê jî xêzkirina wêne weke ji heqê jiyanê derketinê dibîne û bi xêzkirina wêne, sekna xwe îfade dike û dibêje: “Huner ne rewşek ya di jiyanê de mayînê ye, lê ji heqê jiyanê derketine.” Xaltiya Nuran bi wêneve bûye yek û li wê derê ji bo xwe dinyayek avakiriye. Ji bo wê ev rev di heman demê de weke keşifkirinekê dibine. Ji bo wê wêne xîzkirin, ne zoriyek ya jiyanê ye, wêne xîz jî neke dikare bijî, ancax ji bo ji heqê jiyanê derbikeve hinek wêne xîz dikin û xwe yek ji wan dibîne û vê lê zêde dike: “Wêne xîzkirin min tedawî dike û ez ji hinek tîştan re bersîvê dibînim.”
Her tim jinên ku nasnameya xwe ifade dike xêz dikim
Di jiyana meya zor de, di her kulturên cuda de herku diçe dixwazin jinê bi tepisînîn. Ji ber wê jinê li ser tabloyên xwe xîz dike. Bê tirs û bêzarbûn ji bo di jiyanê de bimine tiştên ku wê bandar dike dixe li ser tabloyê. Giştî fugurê jinan xîz dike, Ev jinane hemû ew jinên xwedî etnîkin. Bedewiyan, çingeneyan, jinek ya hindistanê û jinek kurd xêz dike. Her tim jinên ku nasnameyan îfade dike xêz dike. Xaltiya Nuran wisa dihizire ku wê destê wan jinan girtiye û dibêje:  “Ez jî ancaq dikarim wisa bikim, ev yek min rihet dike, her çiqas ew jinên ku ez xêz dikim xebera wê nebe, di hizirim ku ez bi wê re bûme yek. Aciziya wê jinê hîs dikim. Germahiya çolan û sarbûna şevê hîs dikim. Tişta ku wê jinê jiyan kirî ez hîs dikim. Ji ber hîs dikim ez xêz dikim.”   
 “Ez gelek westiya bûm”
 Xaltiya Nuran behs dike ku wê gelek lawir xîz nekiriye, lê belê hespek şinê tarî xêz kiriye û wiha dom dike: “Di rastiyê de gelo hespek wisa heye? Ewa min xîz kirî ne karikatur bû. Ew hespê şinê şevê min xêz kirî bi rastî jî ji ber min gelek hespek wisa di xwest min xîz kiriye. Min got ku ji bo mirov rengek wisa derbixe gelo divê mirov çiqas bi weste? Heta ku min wêneyek bi vî rengî xîz kir ez gelek westiyabûm.
Çima jin ez di pirsim û di hizirim. Madem huner rêwitiyek di hindir deye, ji cihekê derbazî cihek din dibî, min jî bi Xêzkirina xaltiya Nuranê re rê girt. Çima jîn belkî bersîvek bê hêvî be. Lê belê di vê çaxê de jinek diçe hembêza jinek din, li wêderê bêhna xwe dide. Jin welatê jinê ye, ew jin ne li dora teye ew gelek dure. Bi rastî li gora we Xaltiya Nuran çima jinên dûr xîz dikir?