Jinên wêjevan ên ji nêz ve tên nasîn
Pênc nivîskar û wêjevanên Rojhilata Navîn ên hewceye bên nasîn û teqez berhemên wan bên xwendin.
Navenda Nûçeyan - Di sedsala 21’an de, li Rojhilata Navîn jinên nivîskar her ku diçe bi hêz dibin. Femînîstên neslên nû di mijarên nasname û cudahiya çînan de hîn bêhtir têgihan, yên ku bawer nedikirin wê jin ewqas pêş bikevin li gel têkilbûnê jî, ji bo guh bide dengê jinan gelek bi biryar xuya dikirin. Yên ku di xwestin Rojhilata Navîn ji nêz ve nas bikin, di roja me de gelek bi nav û deng bûne. Jinên nivîskar ên divê bên nasîn û berhemên wa werin xwendin.
Inaam Kachachi
Inaam Kachachi li Bexdayê hatiye dinê, mezin bûyî û li Bexdayê zanîngeh bi derece qedandiye. Di sala 1979’an de penaberî Parîsê dibe. Ji derveyî nivîsînên di rojnameyan de, li Iraqê mijarên rastiyên bê rehm, di derbarê mijarên weke ji derketina welêtê xwe û ji cihê ku lê jiyan dike gelek roman nivisandiye û çap kiriye. Li Iraqê ji ber ol û tengkirina edebyatê xeyalên İnaam têk diçe. Di berhemên xwe de, çavdêriyên li ser taybetmendiyên aloz xwest bide diyarkirin. Berhemên wê yên herî dawî Tasharî di sala 2013'an de bû, ev berhem heta 1950’an dirêj dibe û guherina welat di aliyê sosyopolîtîk de û pêvajoya malbateke ku xwe li ser lingan bigre û parçe parçe dibe digre dest. Ev Roman di nava Ereban de weke berendama xelatên çîrokan tê nîşandan.
Sarah Kaalifeh
Ji pêşengên nivîskarên feminist Sarah Kaalifeh di nava jiyana jinên civaka modern ya Filîstînê de weke şayesî tê nasîn. Berhemên Sarah di nava berdewamiya pevçûnan de dengên jinên ku ne dihat bihîstin dida der. Ji çavê jinekê xaka ku hatî dagirkirin rastiya jiyanê derdixist holê. Sarah Raman nivîsa ku herî dihat nasîn Miras (The Inheritance 1997) çîroka jinên Filîstînê ku ji ber hevjîn û welatê xwe hemû tiştê kirine bi mebesta ronîkirinê.
Azar Nafisi
Azar Nafisa ku li Îranê ji dayik bûye, li Isveç û Emerîkayê perwerde ditiye. Di sala 1979’an de di qada edebyatê de bi awayek profesor vedigere welatê xwe. Li Iranê romana bi navê xwendina Lolita di sala 2003'an de li ser şoreşa Îslama Iranê tiştên ku jiyan kiriye û tecrubeyên xwe nivîsiye. Romannivîs Azar di mala xwe de, bi komek jin re giraniya edabyata Rojava û pirtukên ku hatî qedexe kirin nîqaş dikirin. Romana Azar balê dikişîne ser azadiya şoreşê ku hêdî hêdî tê windakirin û xerabûna rewşa jinê sedema şerê Iran û Iraqê derdixe ber çavan. Li Tahranê xwendina Lolita Azar ne tenê di qada xwe de, di heman demê de weke pirtûkek ya kultur û netewî aqlê şayesî jî dikare were fikiradin.
Nawal El Saadawai
Nivîskareka feminist, rexnegir û parêzvana mafê mirovan Nawal El Saadawi di sala 1931’an de li Misrê çavê xwe li duniyê vedike. Dema ku bijîşkî dikir, bi taybet çavdêriya jinên ku di aliyê ekonomiyê de zoriyên ku di kêşa dikir. Nawal li ser jinên ku di aliyê pskolojî û di aliyê fizîkî de pirsgirêkên jiyan dikirin û di nava civaka mêr perwer de zoriyên ku jiyan dikirin lêhorbûyîn dikir. Ev mijarane gelek caran weke pêla duyem ya femînîzmê tê dîtin û di heman demê de xebatek gelek bi bandor di pirtuka jin û seks de tê nîqaş kirin. Ev berhem li ser bedena jinê û di berxwedana wekheviyê de weke qadek ya şer tê ravekirin. Nawal ji derveyî nivîsên vehunan, gelek çîrokên kurt li ser jinên modern, sosyo-kultur û roman nivîsiye.
Ghadah Al Salman
Ghadar Al Salman jiyana wê bi helbest, roman û rojnamevaniyê ve girêdayî ye, di sala 1942’an de li Şamê ji dayik bûye, Di sala 1960’an de ji ber çûyîna Lubnanê ji Surye derdikeve û êdî nema vedigere Surye. Berhemên wê yên li ser Beyrut 78 di sala 1974’an de li ser welat û pirsgirêkên civakî girtiye dest û berhema bi navê Kabusên Beyrutê ku şerê navxweyî yê Lubnanê dide nîşandan nivîsiye. Her wiha di gelek berhemên xwe yên din de li Lubnanên lêhorbûn kiriye, her çiqasî terzên berhemên wê cuda jî be li ser lêgerînên azadiya jinê, qedrê Burjuvaya Ereb ne pejirandin heta azadiya şexsî xîtabî qadek gelek mezin dike û pîştgiriyek girîng dide lêgerîna azadiya mirovan.
(Hêvîdar Talî)