Jinên têkoşer û pakrewan bi pêşangehek hatin bibîranîn

Jinên ciwan ên têkoşer li bajarê Silêmaniyê ji bo bîranîna jinên pêşeng ên pakrewan pêşangeha wêneya vekirin.

Navenda Nûçeyan- Duh êvarê li parka Azadî ya bajarê Silêmaniyê rêxistina jinên ciwan ên têkoşer pêşangeha wêneyan vekir û di pêşangehê de wêneyên jinên pêşeng ên şehîd hatin pêşandan.

Armanca jinên ciwan bi vekirina pêşangehê ew e ku zêdetir moral bidin hemwelatiyan, bi jinên pêşeng û şehîdên Başûrê Kurdistanê ku bûne wate û keleha berxwedanê û bi îradeyek xurt li çiyayên azad ji bo azadiya gel û nîştiman şer kirine û rê nedane ku dagirker xaka Kurdistanê dagir bikin.

Her wiha di pêşangehê de şervanên ku bi çekên kimyewî ji aliyê dewleta Tirk ve li Zap, Avaşîn û Metînayê şehîd bûne hatin bibîranîn.