Jinên şanogerên Kerkukê ji bo 25’ê Mijdarê derketin ser dikê

Bi pêşengiya Rêxistina Viyan welatiyên Kerkukê bi wesîleya 25’ê Mijdarê kombûn. Di kombûnê de jinan bi hunerê xwe balkişandin ser tundiyê.

 
Kerkuk - Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya li Dijî Tundiya li ser Jinan, welatiyên Kerkukê bi pêşengiya Rêxistina Viyan li Senter Mol a nava bajêr kombûn. Despêkê rêvebera Rêxistina Viyan Fenaz Faruq li ser giringiya rojê axivî, paşê jî jinên şanoger derketin dikê û şanoya bi navê Kerkuka Penaber pêşkê kirin. 
“Hewceye zarok li ser bingehê wekheviya zayendî bên mezin kirin”
Fenaz Faruq da zanîn ku ji bo rakirina tundiyê pêdivî bi perwerdekirina zarokan li ser bingeha wekheviya zayendî heye û wiha domand: “Di temenê biçuk de zarok li ser bingehê zayendperestiyê tên mezinkirin. Germ em binêrin gotinên ji zarokên lawik re tên gotin cudane yên ji zarokên keç re tên gotin cudane û li ser wê tên perwerdekirin. Ji bo wê jî ger em hewila jiyanek aram didin pêdivî heye despêkê wekeheviya zayendî ji perwerdeya mezinkirina zarokan despêbike.” 
Fenaz Faruq ji bo parastina mafê jinan jî da zanîn ku pêdivî bi hevgirtin û xwedîderketinê heye ji bo wê jî peyîwir dikeve ser milê rêxistinên jinan û wiha berdewam kir: “Pêwîste hemû rêxistinên jinan hewil bidin xwe bigihînin jinên tundiyê dibînin. Ji bo kêmkirina hemû cûrên tunditujiyê pêdivî bi yekgirtin û li hev xwedî derketinê heye.”
Şanoya Kerkuka Penaber
Piştre şanoya bi navê “Kerkuka Penaber” a ji aliyê jinên şanoger ên Kerkukê ve hatî amadekirin hate pêşkêşkirin. Mijara şanoyê li ser jinên ku ji aliyê kesukarên xwe ve hatî kuştin bû.
Di dawiya çalakiyê de kurtefilmek ji bo parastina mafê jinê li hola sinemayê ya Senter Mol hat nîşandan. Mijara kurtefilmê hat nîşandan jî li ser tunditujiya ku li beramberî jinan tê kirin bû ku têde wêneyê jinên li herêma Kurdistanê û Iraqê ji aliyê kesukarên xwe ve hatîn kuştin hat nîşandan.
Di dawiyê de jî stran hatin gotin.