Jinên li Mexrîbê bi lîstoka ‘stargeh’ li dijî tundiyê hişyariyê ava dikin

Hunermenda Mexrîbê Zainab Al-Qadirî diyarkir ku lîstoka bi navê ‘Stargeh’ ji çîrokên rast ketiya rê û bal kişan ser rastiya jinên ku rastî tundîtûjiyê hatine û got: “Bi rêya hunerê hewl didim di nava civakê de guherînekê bidim avakirin.”

HANAN HARITE

Mexrîb- Hunermenda Mexrîbê Zainab Al-Qadirî destnîşan kir ku îmaja jina di şano, sinema û televizyonê de hîn dibin desthilata mêr deye, lê belê li rûxmê vê nifşek ku ji bo guherîna hişmendiyê sûdekê bide avakirin ketine pêvajoya têkoşîna avakirina berheman. Zainab Al-Qadirî da zanîn ku koma Şano a Arlakan tundîtûjiya zewacê bi awayên cûda kirine mijar û bi bîrxsit ku lîstoka ‘stargeh’ ji çîroka rast a doza jinekê ji komeleya jinan a Belçîka hatiye derxistin û derbarê mijarê de bersîva pirsên ajansa me da.

* Lîstok cihana komek jinên ku rastî tundîtûjiya cûr be cûr hatine hatiye kurtkirin, hûn dikarin behsa lîstokê bikin?

“Lîstka ‘stargeh’ li dijî hişmendiya tundîtûjiyê di nava civakê de belav bûye alarm lê dide. Lîstokek rastiya êşê û cidiyeta wê dide nîşandan. Divê cîhanê de bê edaletî û jinên ku li cihên cûda ên cîhanê dema ku dizewicin wehşeta zextên ku jiyan kirine vedibêje. Di malên stargeh de çîroka jinên ku li gel zarokên xwe diminin vêdibêje. Piştî 15 salan zarokên ku tên ber deriyê stargehan, soz dane ku wê êşê û sirên dayîkên wan jiyan kirine di nava dîwaran de nemîne û ji cîhanê re bibêjin. Xebatên nivîsê bi awayek tesadûfî komeleya jina ku li Belçîka bi pirsgirêkên jin û koçberan re eleqeder dibe, di nava komele û derhênerê lîstokê û aktivîstên jin piştî diyalogekê derket holê. Bi salan dozên rast ên mane girtî cardin hate axaftin. Pêşandana yekem a lîstokê wê di 26’ê Cotmehê de ji aliyê koma Şano a Arlakan li bajarê Muhammediye a Mexrîbê bi hevkariya Fakulteya huner û zanista mirovan hate encamdan.

* Hûn balê dikşînin ser pirsgirêkên jinan, bi rêya hunerê li dijî hişmendiya mêr wê têkoşînek çawa were meşandin?

Şanoya ku li ser mirovan xwedî giring û bandore, huner bi giştî peyama wê ji bo civakê bi bandore. Bi vê sayê ên ku biryar bigrin,  ji bo guherîna hişmendiya civak û malbatê li ser jinê di kare peyaman bigihîne. Bi teybet ger îro rabixin berçavan jinên Mexrîbê di pozîsyonên wezîr, siyaset û rêveberiyê de cih digre, çareseriyek ya pêşketinê heye. Weke jinên hunermend û rewşenbîr, divê bi rêya şano, televizyon û sînemayê bikevin pêvajoya têkoşînê. Huner bi gelek awayên xwe ji bo xûlukariyê amûrek baş e û xwedî kêrhatiya guherîna hişmendiyê ye.

Ji bo peyamdan, parastina mafê jinan, têkoşîna li dijî bê edaletî û tundîtûjiyê ji hunerê sûd girtin pêkane. Ji ber temaşevan ji her cûrê hunerê bandor dibe, teqlît dike û dibe parçeyek nêzîkatiyên wan ên rojane. Huner dibe teşwîqkirinek ku hemû komên hunerê, temen û hemû beşên civakê di hemû terzê jiyanê de wekhevî hebe.

Me di lîstokê de rastiya komek jin ku bi awayên cûda rastî tundiyê hatin şênber kir. Çawa çêdibe ku di sala 2023’an de hîna bi awayên cûda em rastî tundîtûjiyê tên? Ji ber vê derhênerê lîstokê biryar da ku di mijara hişmendiya tundîtûjiya berdewam dike de rê li ber çi vedike biryar da ku alarmê lê bide. Em bale dikêşin ser mijarên Pêvajoyên mezinbûnê ên wekheviya malbat, wekheviya zarokan, pirsgirêkên ku çavkaniya xwe ji hişmendiya mêr digre, hevrûbûna gotinên cihêkarî û tundî, kevneşopiyên ku civakê li ser jinan dayî ferzkirin.

*Xebatên hunerê bi giştî  xwe dispêre sembolên jinan an qalib girtî. Li gor we berpirsê vê kiye?

Dema em behsa rastiya îmaja jinê di şano, sinema û televîzyonê de dikin, em ferq dikin ku jin erkê ku ji wan re hatîn sînordarkirin ji bo bi cih bine, di rolên cûda de dibîne, hîna rastî zordestiya mêr tên. Di tirsin li kolanan xwe di ewlehî û azadiyê de hîs nakin, ji ber ditirsîn rastî tacîz û tundîtûjiyê werin. Di hinek berhemên hunerê de rola jinan jina malê sembol dike, ji ber bi hevkarê xwe re pirsgirêk heye ji bo hevsengiya di navbera kar û mal de tu çareserî nayê pêşniyarkirin. Ji ber darazandina civakê ên ku rolên giring nadin jinan û bi pirsgirêkên wan re bi awayek edlane eleqeder nabin heye.

Dema em behsa berpirsên ku berdewamkirina qalibên jinan di xebatên hunerê de bikin, ez difikirim ku mijar bi pirsgirêkên nivîsê re eleqedere, li rûxmê vê jinê di aliyê cûda ê jiyanê de serkeftî berhemên ku têde cih girtin divê neyê înkarkirin. Ez dixwazim binê wê xêz bikim ku neslek nû ê ku dest bi destavêtina pirsgirêkên jinan kiriye heye. Tacîz û tundîtûjiya ku jin rastî tên bi komek xebatên hunerê re têkoşîn dikin û helbet hedef guherîna civakî û vegerandin ye. 

* Di qadên cûda de di navbera hemû xebatan de piştevaniya feminist û koordinasyon, wê statuya jinê pêş bixe?

Bi rêketina di civaka me de rastiya jina ku jiyanek hê baştir heq dike, piştevaniya femînîst û sivilên cûda, polîtîk, huner, çandî û di nava xebatên din de koordinasyon, ji bo pêşxistina statuya jinan gelek giring e. Ji ber piştgirî dibe sedemê têkoşîna piştevaniya jinan em bizanin. Rastî kîjan pirsgirêkan tên, bivê sayê em dixwazin bêjin ceribandin qezenc kirin. weke ku piştevaniya bi jinan re kêrhatiyên berxwedan li dijî tundîtûjiyê me gotî... Bi taybet ev piştevanî di çarçoveya çalakiya kolektif de rêxistinkirin, meşandina kampanyayên hişmendiyê, ji holê rakirina astengiyên ku cihêkariya ku çanda civakê ava kirî û ji bo tundîtûjî bi dawî bibe em dixebitin.

Dema em behsa koordînasyonê dikin, ger koordînasyonek di navbera derhênerê lîstokê û derxistina lîstokê de û di nava aktorên cûda de wê pêşkêşkirina lîstoka ‘stargeh’ne derketiba. Ger divî alî de lê were meyzekirin ji bo teyisandina pirsgirêkên jinan û dîtina çareseriyê, li hemû cihên cîhanê ji bo başkirina statuya jinan piştevaniya demildest pêwîste. Di pirsgirêkên jinan de serkeftin bi destxistin, cihêkarî û civaka xwe dispêre bêedaletiyê were derbaskirin divê hewldanek mezin were nişandan. Ji bo pêşxistina amûrên piştevaniyê û avakirina tevnên netewî û navnetewî û divê em koordînasyonek gelek partî ava bikin. 

* Em di rojên têkoşîna li dijî tundîtûjiya beramberî jinan ku wê kampanya 16 rojî were meşandin dene. Li gor we ji bo tundîtûjî ji holê rabe zagon derxistin wê têrê bike?

Zagona hêjmara 13-103 ku di sala 2018’an de derbarê têkoşîna li dijî tundîtûjiya beramberî jinê hat derxistin, ji bo jinên Mexrîbê weke qezancekê tê nirxandin, lê belê li rûxmê hatiye erê kirin, di civaka Mexrîbê de dawî li hişmendiya tundîtûjiya beramberî jinan di civakê de neaniye.  Di rastiyên di pêkanîna wê ji ber gelek pirsgirêkên ku bir û dimîne rastî hemû cûrên tundîtûjiyê tê. Di lîstoka ‘stargehê’ de me bal kişand ser destdirêjiya di zewacê de, zagona li dijî tundîtûjiyê eşkere behsa detdirêjiya zewacê nake, ji ber ev cûr destdirêjiyê bi metnek taybet wek sûc nehatiye dîtin li dijî destdirêjiya zewacê parastina zagonî nayê pêkanîn. Mexrîb di başkirina rewşa jinên Mexrîbê de û garantîkirina maf û zagona malbatê li ber çavan derbas bikin û ji bo were guherîn komxebat di rêya vekirinê de pêşdikevin, zagona li dijî tundîtûjiyê were guhertin û mafê jinan û rêxsitinên jinan em hêvî dikin wê divê mijarê de bixebitin. Divê hîn zêdetir zext li ser ên ku biryarê didin bê kirin û hê zêdetir hewl bidin. Wê ev zagon pêşî lê bigre û parastina wê bike.