Jinên li Babiliyeyê kevneşopiyên xwe diparêzin

Ji ber êrîşên li başûrê Lubnanê ku dibin sedema texrîbata mîrasa çandî, jinên li bajarokê Babiliyeyê, bi domandina kevneşopiyên xwe, bîra dîrokî diparêzin. Bi çalakiyên her meh tên lidarxistin re kevneşopiyên berê yên xwedî kok tên parastin.

RANA CÛNÎ

Lubnan – Ji ber êrîşên ku li ser başûrê Lubnanê didomin, goristan, mizgeft, dêr û qadên dîrokî yên weke arkeolojîk, mîrasa çandî zirarê dibînin. Ji ber vê yekê ji her demê zêdetir pêwîst e mîrasa çandî were paratin lewre ev mîras, perçeyek ji ax û nasnameya gel e û nifş bi nifş heta roja îro hatiye parastin.

Li dijî van êrîşan helbestvan Leyla Riza bi dehan jinên ji bajarokê Babiliyeyê re, ji bo parastina bîra dîrokî û kevneşopiyan dest bi têkoşînê kirin. Jin ji bo çanda gel biparêzin û bigihîjînin nifşên nû di her mehê de rojek, ji bo zindîkirina jiyana gundên li başûr û hûrgiliyên jiyana li wan gundan çalakiyan li dar dixin. Bi vê yekê armanc ew e mîrasa ku bi bîra dayîk û dapîran bûye xwedî kok, biparêzin, ragihînin nifşên nû.

Jin bîra çandî zindî dihêlin

Ji amadekirina menjîre û xwarinên ku di dawetên gundan de tên çêkirin bigre heta amadekirina zexîreyên zivistanê, ji hêrandina genim, heta çêkirina zehterê, gelek berhemên ku bûne malê çandê tên amadekirin. Dibe ku ev biçûk xuya bikin serpêhatiyên gelek kesan dihewiînin û di nava xwe de ji bîra nifşan diparêzin. Helbestvan Leyla Rida, dibêje ku şer her çendî dijwar bibe û merc çiqas biguherin jî divê ev bîr tune nebe.

Leyla Rida wiha dibiêje: “Jin di hewşa malê de, di navbera emûr û alavên kevin de tên ba hev, hemû hûrgiliyên mîrasa çandî ji nû ve zindî dikin. Menjîre, cilên gundan, dawetên aydê Başûr, nanê sêlê û jiyana sade ya berê, beşdaran bir rojên berê.

Di wan serdeman de her kes bêyî cudakarî çêbibe beşdarî dawetên ku li qadên gundan dihatin lidarxistin dibû. Di wê jiyana ku bi tevahî sade bû, her kesê heman kêfxweşiyê dijiya.”

Leyla Rida diyar dike ku amadekariya çalakiyê ji hefteyek zêdetir didome, hinek caran jî ev yek ji deh rojan zêdetir berdewam dike û wiha domand: “Berhevkirina amûr û alavên kevin, amadekirina cilên kevneşopî û ji bo ku jin bikaribin hûrgiliyên wê serdemê ji nû ve zindî bikin divê werin perwerdekirin. Ev xebat hêsan nîn e. Dîtina perçeyek kevin, têkiliya bi jin û ciwanan re, rola ku dê bilîzin û awayê bikaranîn cilên gundan divê hemû yek bi yek werin vegotin. Bi vî awayî ji nifşê dapîran, em dikarin peyamek bidin nifşê îro.”

Berê her kes tevlî dawetên li qadan dibû

Leyla Rida bal kişand ku armanca wan tenê ne lidarxistina çalakiyeke çandî ye, ew dixwazin bîra axê ji nû ve zindî bikin, nîşanî nifşên nû bidin ku ev ax di nava xwe de dîrokeke nejibîr, nasname û bîrê dihewînin û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Dawetên gundan, yek ji beşên herî girîng ên roja mîrasa çandî bûn. Her kes hat ba hev, qada gund bû cihê şahiyê. Me hûrgiliyên dawetên berê ji nû ve zindî kir. Di wan serdeman de dawetiye nedihatin şandin, amadekariyên ku bihayê wan zêde ye tunebûn. Mirov mal bi mal digeriyan, kes û xizmên xwe vedixwendin dawetê, bûk bi def, mijwiz, dabke û tilîliyan dihat birêkirin. Her kes tevlî şahiya dawetê dibû. Ez dixwazim dawet dîsa weke berê li derve weke kevneşopiya berê werin lidarxistin. Di roja me ji bo dawetan kesên diyarkirî tên vexwendin lê şahiya dawetan bi beşdariya hemû kesan temam dibe. Ev kevneşopî di navbera şêniyên li bajarok de yek ji mînakên herî herî xweş ên hevgirtina civakî û girêdana mirovan a bi hev re ye.”

‘Jin tevî hemû krîzan jî li axa xwe dimînin’

Ji jinên beşdar Seyîde Riza, diyar kir ku nanê ku li ser sêlê hatiye çêkirin, wê biriye demên berê û wiha got: “Ev nan, ji bom in mîrasa rojên berê yên xweş e. Ji ber şer mercên jiyanê guherîn û zor bûn. Têkiliyên civakî yên cîrantiyê qels bûn. Tevî vê jî li dijî hemû krîzan û mercên heyî jinan dest ji ax û warê xwe bernedan.”

Amal Yunus jî got ku berhemên destan tenê hobî nîn in, perçeyek ji bîra çandî ya ku jin diparêzin e.

‘Berhemên destan ne tenê ji bo debarê perçeyek ji mîrasa zindî ne’

Refîqa Şueyb behsa bîra navçeyê ya ku ji salên 1960’an ve heta niha didomin kir û got: “Di wan salan de jineke ku ji Baalbekê haibû, di me hînî berhemên ji hiriyê tên çêkirin kir. Jinan hînî vî karî kir û ji bo hilberînê bikin wan teşwîq kir. Bi vî awayî jin di warê rêsandina cilên bi şîşikan û teşiyê de pispor bûn. Di sala 1967’an de bi armanca destekdayîna kesên tevlî şer bûne, me qazaxên ji hiriyê çêdikir. Ez wan roj bi şanazî bi bîr tînim. Berhemên destan ne tenê ji bo debarê, perçeyek ji mîrasa çandî ya ku divê were parastin e.”

Sureyya Hîtît jî diyar kir ku sedsala borî bi têkiliyên bihêz ên 1970’an derketiye pêş da zanîn ku dê wê serdemê de deriyên malan ji her kesê re vekirî bûn û got ku çalakiyên hatine lidarxistin hemû şêniyên beldeyan anîne ba hev.

Di nava şer fikar û êrîşan de kêliyên kêfxweş

Serpêhatî tenê bi zindîkirina demên borî bi sînor namîne, digihîje heta îro. Beşdar difikirin ku jiyandina van kevneşopiyan, di heman demê de dibin wesîleya hatina ba hev û hevdîtinê. Ev yek jî dibe derfet ku din ava şer, fikar û êrîşan de kêliyên kêfxweş werin afirandin. Roja mîrasa çandî ya li Babîliyeyê tê lidarxistin, tenê zindîkirina dîmenên berê yan jî pîrozkirina kevneşopiyên dapîr û bapîran nîn e. Bi wê çalakiyê re bîra çandî zindî dimîne, dibe parçeyek ji adet û kavneşopiyên ku gelê Başûrê Lubnanê nifş bi nifş parastiye. Ew hewl didin nîşan bidin ku ev perçeyek ji nasname û hebûna wan e û bi taybetî jin naxwazin vê bîra çandî tune bibe.