Jinên koçber bi karên destan êşa xwe derbas dikin

Piştî ku koçber bûn û bi şert û mercên aborî û derûnî yên dijwar re rû birû man, xwe fêrî karên dest kirin û debara xwe kirin, Welada Mihemed El-Elî di şeş mehan de fêrî karên destan bû da ku bi karê xwe acizbûna xwe derbas bike.

 
DELAL REMEDAN
Kobanê - Kampa Til El-Simin 30'î km. dikeve bakurê bajarê Reqayê û 700 malbatên ku ji Girê Sipî li bakur û rojhilatê Sûriyeyê koçber bûne di nava xwe de digre. Her wiha piraniya van malbatan bi hewceyî derfetên aborî ne ku pê debara xwe bikin û zehmetiyên jiyanê derbas bikin. Ji ber vê yekê jinan berê xwe dan kar da ku aboriya xwe bi dest bixin û bi malbata xwe re bibin alîkar.
Welada Mihemed EL-Elî ya 53 salî, bi malbata xwe re li kampa El-Simin dijî, ew ji herêma şerkrak a girêdayî bajarê Girê Spî ye ku ji aliyê dewleta Tirk ve di sala 2019'an de Girê Sipî hatiye dagirkirin, Welada Mihemed El-Elî dibêje: "Ez û çar kurên xwe koçberî kampê bûn di dema destpêkirina êrîşa li ser herêma me de dewleta tirk hemû çekên giran û pêşketî li Girê Spî li hemberî sivîlan bi kar anî da ku mal û milkên wan talan bike." 
Ji bo zarokên xwe xwedî bike 
Welada diyar dike ku di destpêka koçberbûnê de pir êş û zehmetî kişandine ji ber rewşa koçberî nikaribûye zarokên xwe xwedî bike, ji ber ku hevjînê wê wefat kiriye, ji bo debarê biryar da ku bi rêxistinekê re di hundirê kampê de bixebite û dibêje: "Ez tevli gelek dewreyên perwerdeyê bûme nêzî 3 mehan ji bo ku ez fêrî karên destan bibim û di perwerdeyê de gelekî jêhatî bûm, hîn bûm."
Welada Mihemed EL-Elî der barê debara jiyana koçberiyê de wiha got: "Êşa koçberên ku mal û milkên xwe winda kirin û ji wan hatin standin hesteke pir zehmet e lê dema ku ew koçber fêrî pîşeyekê dibin êş kêm dibe û diyar dike ku ew jî ji ber ku dikare neqşan çêbike û tevnandina û neqşa fêkî li ser cilan çêbike moralê wê baştir e.
3 mehê carekê perwerdeyê dibînin
Welada Mihemed EL-Elî wiha behsa destpêka hînbûna xwe dike: "Min bi hejmarek jinên ku temenê wan 18 salî bû re perwerde didît, tevî rewşên dijwar ên li kampê jî me xwe fêr kir û aboriya xwe bi dest xist bi riya tiştên ku em çêdikin difroşin û niha ji ber belavbûna vîrusa koronayê ez her sê mehan 5 jinan fêr dikim, piştî ku 3 mehan perwerdeyê bi dawî dikin ez ezmûnekê ji wan re çêdikim da ku bizanibim ka fêr bûne yan na û piştî ku fêr dibin dikarin keçên xwe jî fêr bikin." 
Pêwîstî bi hin tiştan heye
Der barê madeyên ku bi kar tînin de Welada Mihemed El-Elî wiha dibêje: "Karê ku em dikin hinek madeyên ku pêwîst dikin kêm in wekî kêmbûna di hejmara ben de û pêwîstî bi alîkariyê heye ku karekî mezin were meşandin, pir jin di kampê de hene bi projeyên taybet rabûne û serkeftî meşandine."
Welada Mihemed EL-Elî ji hemî niştecihên kampê daxwaz dike ku biçin dewreyên perwerdeyê yên ku dibin alîkar ji bo fêrbûna karên destan, xwe bispêrin xwe û piştgiriya malbatên xwe bikin.
Her wiha ji bo hin projeyan Welada Mihemed EL-Elî got: "6 jin wê tevli pêşangehekê bibin ku wê di demeke nêz de were vekirin ji bo kesên ku di perwerdeyê de xwe hîn dikin wê tiştên wan ên ku di dema perwerdeyê de çêkirine di pêşangehê de werin danîn da ku bibe derfet ji bo firotina wan tiştan. Her wiha da xuyakirin ku ew dikarin perwerdeya dirûtina cilan bidin lê nebûna amûr û makîneyên cildirûtinê dibin asteng li pêşiya vê perwerdeyê. Tenê perwerdeya karên destan û ji bo pêşîgirtina li nexweşiyên ku di qampê de belav dibe wekî laşmanya û koronayê ji bo zarok û jinan dewreyên haydariyê û zanistî pêk tînin û broşoran li kampê belav dikin ji bo ku paqijiya giştî û kesane were domandin."