Jinên gund li ber destarê Pîra Rebîa kom dibin

Daxwaziya pîra Rebîa Cebir a jinên gundê Kerbetilî hemûyan li ber destarê xwe dicivîne ewe ku hemû jin li çanda xwe xwedî derkevin û bidin jîndarkirin.

 

NECAH MEÎŞ
Hesekê – Pîra Rebîa Cebir ya 70’ê salî li nava gund çinarek qewiye ku her kes xwe lê digire. Mala wê muzexaneyek çandê ye, gelek berhemên keda destan ên weke Rebîayê qedîm hene. Ji cerê avê yê bi destan çêkirî heya meşka ku dewê wê havînan ji hemû vexwarinan bitamtire, destar û mîrkut jî di navê de gelek bermayên biqîment hene. Hîna jî pîrê li ser xwe ye û jinên gund hemûyan li dora destarê xwe yê bûye parçeyek ji jiyana wê dicivîne. Li bin kepra pêşiya malê jinên gund yên ji her temenî kombûne, li ber çixare û çayê destar ji destê hev digirin. Bi wê sohbeta xweş westan nayê bîra wan, lê dîsan jî destê hev diguherin û weke sohbetê kedê jî hevpar dikin. Rebîa ya despêkê dora sohbetê û destarê ya wê ye û sedema komkirina jinên gund jî cardin her ewe di navberan de çixareyekê ji titinê jî çêdike û pê dixe. Ji xwe piştî kombûna jinan êdî destar ji destê Rebîayê digirin û her yek demekê para xwe lê dike. 
Li bin kepra pîra Rebîa destarê qedîm 
Dema em jî çun gundê Kerbetilî hema kepra pîra Rebîayê em ber bi xwe ve kişandin û em jî çun ketin nava sohbeta jinan. Piştî silavdayînê em jî runiştin û bi mereq me li wana dinêrî û guhdarî dikir. Ji ber ew hînî hev bûne, her tişt pir bi xwezayîbû li gel wan. Lê ji ber em nû wan dibinin hinek bêdeng guhdarî dikin, hinek caran li me vedigerin û dibêjin mane wihaye em jî di wateya erênî de serê xwe dihejînin.  
Sira vê komkirina jinan çiye û pîra Rebîa bi kîjan hêzê hemû rojan dikare van jinan li dora xwe bicivîne? Ji ber diyarbû hema di nava hemûyan de serweriya pîra Rebîa diket çavan. Me jî xwe ber bi wê ve kêşa û hinek di derbarê jiyana wê de pirs pirsin, wê jî bersivand. 
Rebîa li gundê Miçefa di nava malbatek şivan de çavên xwe li jiyanê vekiriye. Hê 10 salî bi malbata xwe re şivanî dikir, li gel wê jî ji bo sewalan puş didan hev û hemû karên malbatek koçer çîbû kiriye. Şert û mercên jiyanê wê hînî zehmetiyan kiriye û di nava kar de jî gelek jêhatîbûye. Ew dema digihe temenê 15 saliyê dibe berdêliya bavê xwe û tê zewicandin. Mêran li gorî berjewendiyên xwe li hev kirin û Rebîa ya haya wê ji tiştekê neyî kirin bûk, ji gundekê birin gundek din.
Rebîa ya ji gundê Miçefa bûk hatiye gundê Kerbetilî, weke berxika ji ber makê bigirin, wê girtin û avêtin cihek nenas. Rebîa ya berê hînî zoriyên jiyanê bûye li xwe nema heyîrî, hema xwe ji wî gundî hesiband û kete nava jinên gund. Ji temenê 15 salî heya 70’ê saliya xwe Rebîa bûye çinara herî qayim a gund û jinên gund her li dora xwe civandiye. 
Koçera beriyê
Rabîa yê dest bi vegotina demên koçeriya xwe kir, em jî bi xwe re li beriyê hinek gerandin û cardin anî bin kepra li pêşmalê û wiha pêde çu: "Dema ez zarok bûm li ber destê bavê xwe fêrî Quranê bûm. Temenê min 10 salî bû ji ber ez keçek tenê bûm dê û bavê min, min bi xwe re dibirin karê çolê. Hê zarok fêrî hemû karê çandinî û lawirvaniyê bûm. Li ber destê dayika xwe ez gelekî zîrek bûm. Dema em diçûn me pûş û qirşik kom dikir, ez ji wan tevan siviktirbû û min zêdetir dida hev. Dem dem em diçun aliyê beriyê û di konan de diman. Her carê me cihê xwe diguherî û me konê xwe li cihê paqij datanî, ji bo pezê me çêra paqij bixwin.”
Hê zarok ji gundekê dikin bûk û dibin gundek din
Rebîa bilêv kir ku piştî dizewice êdî jiyana wê hat guhertin û wiha domand: "Dema ez zewicîm hemû jiyana min hat guhertin. Wê çaxê min 10 çêlek xwedî dikirin, ji bilî xwedîkirian zarokan. Her sibeh jî min hemû çêlek didotin û şîrê wan ya min dikir mast ya jî penîr. Tiştê dihat çêkirin me hemû difrot gundiyan ji bo debara jiyanê. ji ber di dema berê de aş tune bû, em jin hemû li hev kom dibûn û me genim li destar dixist ji bo nan û dan. Deh zarokê min hebûn, pênc keç û pênc kur bûn. Tevî zehmetiyên min kişandibûn hevjînê min her tim îşkence li min dikir û bi dara li min dixist. Li gel hemû îskenceya li min dikir jî bêdeng dimam, ji bo xatirê zarokên xwe min îdare dikir.”
Rebîa xweziya xwe bi jiyan berê tîne û piştî niharek kur wiha dibêje: "Çiqasî em diwestiyan jî, lê ji dema niha xweştir bû. Dema  gundiyan karek dikirin her kes diçûn alîkariya hev, dema bi dawî dibû diçûn karê malek din dikirin. Lê niha kes li kesî nanere her yek bi tena serê xwe karê xwe dike. Hêviya min ew e hemû jin çanda xwe ya berê biparêzin û xwedî li kevneşopiyên xwe derkevin."