‘Jinên Ermenî bi Şoreşa Rojava re cilên xwe yê çandî zindî kirin’

Endama Meclisa Civaka Ermenî Lûsnak Kavoryan got: “Cil û bergên jinên Ermenî ya xwedî çar hêmanan ku ji kurmê hevrîşmê hatiye çêkirin, bi Şoreşa Rojava re dikaribûn zindî bikin.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Bi Şoreşa Jinan a li Rojavayê Kurdistanê û Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê deng veda jin bi qasî ku pêşengî ji hemu qadên jiyanê re kirin, di parastina çand û kevneşopiyên xwe de jî pêşengiyek mezin dikin. Hemu pêkhateyn li heremê di bin sîwana Rêveberiya Xweser de hebûn û çanda xwe diparêzin û ya ku jê re pêşegiyê dike jî jin bi xwe ne. Yek ji pêkhateyên ku bi Şoreşa Jinan re karîn cil û bergên xwe yên gelerî zindî bikin û li dijî bişaftina ku modernîteya kapîlatîst disepîne çanda xwe biparêzin jî civaka Ermen e.

Li ser cil û bergên neteweyî yên jina Ermenî, endama civaka Ermenî ya bajarê Hesekê li Kantona Cizîrê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Lûsnak Kavoryan ji ajansa me re axivî.

Çar hêmanên cil û bergên jinên Ermenî: Ax, av, agir û hewa

Lûsnak Kavroyan got ku cil û bergên jinên Ermenî dewlemendiya çanda wê diyar dike û wiha domand: "Jinên Ermen wekî hinarê her xwe nû dikin, ji ber di şaristanî û çanda kevnar a Ermeniyan de, hinar sembola dewlemendiya jinan e. Jinên Ermenî bi destên xwe, ji hevrîşmê cil û bergên xwe çêdike û mîrateya gelê xwe dewlemend dike. Feylesof Gregor Johann Mendel li ser çar hêmanên cil û bergên jinên Ermenî wiha gotibû: Ax, av, agir û hewa. Ax axa dapîr û bapîrên me ye, av paqijî û aramî ye, agir zerbûna agir û rengên gewr e û hewa aramiya hewayê ye, ji ber ku jin bi van hêmanan cudabûna xwe datîne holê. Rengê cilê spî paqijiya giyanê wê ye, sor rengê wêrekî û şehadetê ye dema ku cilê xwe bi xêzên zêrîn dixemilîne, rengê şîn edaleta ezmanî nîşan dide û ev hemî reng di yek jinê de têne cem hev û wiha tabloyekî jinek wiha derdikeve holê ku ji qirkirinê dikaribû careke din zindî bibe."

Çanda ku bi qirkirinê re rû bi rû hat careke din zindî dikin

Lûsnak Kavoryan da zanîn ku jina Ermenî hişt ku damarên Ermeniyan, dîrok û çanda wan hişk nebe û di cîhanê de belav bibe û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Şopên polîtîkayên qirkirina Ermeniyan bi fermana Osmaniyan ji sala 1909’an heta 2023’an li ser çand, dîrok û nasnameya me ya Ermenî diyar in. Polîtîkayên qirkirinê ji hêla neviyên osmaniyan ve didomin. Lê ev êrîşên qirkirinê yên ku pêk tînin, me lawaz nakin berovajî wê me bihêztir dikin, ku hîn bêtir bi doza xwe bawer bin. Jinên Ermenî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav dibin vê çandê careke din zindî dikin, ev jî mafekî me û hemû neteweyan e ku li vir misoger dibe."

Ji kurmê hevrîşmê û nexşên zêr û zîv hatiye çêkirin

Lûsnak Kavoryan da xuyakirin ku parçe û metalên cil û bergên jinên Ermen tijî çîrok û serpêhatî ne û wiha pêl da gotinên xwe: "Kum ji rengê sor an jî şîn pêk tê, bi metal an lîreyên zêrîn tê xemilandin, lîreyên zêr jî nîşana ku jin zêrîn e. Kumê ji rengê şîn bi lîreyên zîv û rengê sor jî bi lîreyên zêrîn tê xemilandin. Ji her xeml û lîreyekê re çîrokek heye ku wê bi destê xwe çêkiriye, bi taybetî piştî qirkirina ku pê re rûbirû hat, jina Ermenî careke din dikaribû dengê xwe ji vir bigihîjîne cîhanê û bibe parêzvana çanda dapîr û bapîrên xwe. Ji ber ji her netewekê re çand cil û berg hene, çanda cil û bergên jinên Kurd û Suryanî bandorê li jinên Ermenî nakin, berovajî wê hemû bi hev re heybeta xwe didin der. Cil û bergên Ermeniyan bêhempa ye û li tu derê cîhanê nayê dîtin, ji ber ku ji kurmê hevrîşmê hatiye çêkirin û nexşên wê yên zêr û zîv jî li ser destan hatiye çêkirin."

'Bi Şoreşa Rojava re jinên Ermenî nasnameya xwe ya resen bi dest xist'

Lûsnak Kavoryan got ku Şoreşa Rojava deriyê vegera bidesxistina jina Ermen ji çand û nasnameya wê re bû û wiha domand: "Piştî jenosîda 1915’an bi dîasporayê re rû bi rû ma û ev dîaspora kir ku ew ji her tiştê girêdayî jina Ermenî piçekî dûr bikeve. Jina Ermenî di Şoreşa Rojava de çand û cil û bergên xwe ji nû ve bi dest xist û heta gihîşt ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî jineke Ermen ya resen were naskirin, ji ber ku cil û bergên ermenî nasname ye û beşek ji etnîsîteyê ye. Ji lewre îro em weke civak û jinên Ermenî bi vê şoreşê re çanda xwe diparêzin û xwedî li çandên cûda yên li ser vê erdnigariyê derdikevin."

Parastina cil û bergên çandî

Lûsnak Kavoryan di dirêjahiya axaftina xwe de bal kişand ser modeya ku kapîtalîzmê bi pêş xistiye û bang li jinên ciwan û jinan kir ku li reseniya xwe vegerin û dapîr û bapîrên xwe yên ku di oxira vê çandê de xwe kirin qurban bi bîr bînin û wiha bilêv kir: "Îro em di nav şer û şoreşekê de ne, pêwîst e ku kapîtalîzma bandorê li mejiyê me neke, ji ber armanca wan ew e ku mejiyê ciwanan bi modeya nû re mijûl bikin û bandorê li raman û nêrîna wan ya azad bikin. Em ji jinên ciwan û giştî ciwanan re dibêjin ku xwedî li cil û bergên xwe yê neteweyî derkevin, ew nasnameya we ye xwedî lê derkevin û biparêzin. Bila her jinek wiha bifikire ku pêwîstiya me bi dagirker û kapîtalîzma nîn e, em bi xwe dikarin xwe bi pêş bixin, fikrên nû bidin jin û civaka xwe û wan ber bi rewşenbîriyê ve bibin û nifşên resen ava bikin."

'19’ê Tîrmehê şoreşa jiyana hevbeş a neteweyan e'

Lûsnak Kavoryan bi peyamekê dawî li axaftina xwe anî û Şoreşa 19’ê Tîrmehê li giştî jin û gelan pîroz kir: "Em jinên vî welatî ne, ji lewre parastina wî erkekî wijdanî û exlaqî ye û ya ku wê biparêze jin e û parastina çandê ji parastina şoreşê tê. Bi parastineke hevbeş em ê bikaribin hemû êrîşên li ser herêma me vala derbixin. Em salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa demokrasî û azadiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û giştî xelkê Sûriyeyê ye, pîroz dikin. 19’ê Tîrmehê şoreşa jiyana hevbeş a neteweyan e, bijî şoreş û azadiya me."