Jinên Efrînî bi cilên xwe yên gelerî çanda xwe diparêzin

Jinên Efrînî yên piştî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst ya li ser Efrînê berê xwe dane Şehbayê bi cilên xwe yên gelerî çanda xwe diparêzin û dibêjin; “Pêwîste em çanda xwe ji qirkirin û dagirkirinê biparêzin û di heman demê de fêrî nifşên nû bikin."

ŞÊRÎN ELÎ
Şehba – Tevahî civak bi ziman û çanda xwe hebûna xwe mayînde dikin û bi vî awayî nirxên civakî ava dikin. Parastin û pêşde birina van nirxan jî weke afirîneriya çandê bi xwe, erka jinan a parazvanên çand û nirxên civakê ne. Yek ji rêya parastina çandê jî cil û bergên gelerî ye. Jinên Efrînî yên piştî êriş û daqirkeriya dewleta Tirk a xwedî feraseta faşîst û qirker ku di sala 2018’an de li ser Efrînê pêk anî, berê xwe dan Şehbayê bi cil û bergên xwe yên gelerî çand û nirxên xwe yên civakî diparêzin. 
Cilên Kurmancî yek ji cûreyê çanda jinên Efrînê ye ku heya vê kêliyê jî di nav civakê de tê lixwekirin. Her welateke bi çanda xwe tê nasîn, gelên Efrînê jî bi cil û bergên xwe tên naskirin û bi cilên xwe yên gelerî çanda xwe diparêzin. Jinên Efrînê bi liberkirina cilên kurmancî heya vê kêliyê hebûna xwe zindî dihêlin. Li Şehbayê mirov gelek pêkhateyên cur bi cur dibîne, lê gengaz e ku mirov ji cil û bergên gelerî jinên Efrînê yekser nas bike. Jinên Efrînê yên ku li kantona Şehbayê dimînin, çîroka cilên Kurmancî ji ajansa me re vegotin. 
"Em ê çanda xwe fêrî nifşên nû bikin"
Sînem Ehmed Şêxo ji gundê Aşko ya navçeya Cindirêsê Efrînê da zanîn ku dema ji kantona Efrînê koçberî kantona Şehbayê bûne çanda xwe jibîr nekirin û wiha got: "Dema ku em ji Efrînê koçberî Şehbayê bûne, me cil û bergên xwe tu carî jibîr nekir û heya ku em jiyana xwe ji dest bidin em ê li xwe bikin. Ev bû 30 sal in ez cilên kurmancî li xwe dikim. Pêwiste ku her jinek Efrînî çanda xwe ji bîr neke, ji ber ku em bi cil û bergên xwe tên naskirin. Em bi riya cil û begên xwe yên gelêrî, çanda Kurdan û bi taybet çanda Efrînê diparêzin. Dapîr û bapîrên me cilên folklorî fêrî me kirin her wiha digotin cilên me çanda me ye û em ê jî fêrî nifşên nû bikin."
"Serê me bi çanda me bilind e"
Guneyî Arêf Heson a 40 salî ya ji gundê Xaziyana ya navçeya Mabata ya kantona Efrînê destnîşan kir ku gelên Efrînê bi cilên xwe yên filiklorî tên naskirin û got: "Ji temana 14 salî heya niha ez cilên Kurmancî lixwe dikim û bi cilên xwe têm naskirin. Pêwîste ku em zeyên xwe yên Kurdî bernedin û ji qirkirina dewleta Tirk a dagirker biparêzin. Dema ku ez biçûk bûm min lixwekirina cilên folklorî berneda. Her welatek bi çanda xwe tê naskirin em jî bi çanda xwe ya gelêrî tên nasîn. Serê me bi çanda me bilinde. Dema ku me berê xwe da kantona Şehbayê û cilên folklorî lixwe kir, wê demê şêniyên Şehba dizanîn ku em Efrînî ne. Pêkhateyên dîtir cil û zeyên me lixwe nakin ji ber wê jî her welatekê bi çanda xwe tê naskirin."
"Pêwiste em çanda xwe ji qirkirin û dagirkeriyê biparêzin"
Fikret Hesen a 53 salî ya ji gundê Stêr ya girêdayî navenda Efrînê diyar kir ku bi rêya li xwekirina cilên kurmancî em ê çanda xwe biparêzin û wiha got: "Em bi rêya lixwekirina cil û zeyên Kurdî çanda xwe diparêzin. Divê her jinek Kurd cil û zeyê xwe lixwe bike. Ji ber ku çanda me nasnameya me ye. Dema ku şahiyek dibe em cilên xwe yên gelerî li xwe dikin lê şêniyên ku derbasî dewletên din bûne xwe ji dûrî çanda xwe dixin, ev tişt jî ne baş e. Em ê çanda xwe ya Efrînî fêrî nifşên pêşerojê bikin. Heya roja îro çanda Efrînê hatiye parastin pêwiste heta demên pêş bê parastin."