Jinan ji bo 8’ê Adarê pêşangehek vekir

Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de, li Ranyayê pêşangeha şêwekariyê ji bo nîşandana hêz, îrade û têkoşîna jinan hat vekirin.

DÎVAN SÎHAD

Raperîn- Îro li Ranyaya girêdayî Raperînê, koma şêwekarên keçan a Ranyayê, bi boneya çalakiyên 8’ê Adarê pêşangehek vekirin û gelek kes ji herêmên cuda beşdarî pêşangehê bûn. Pêşangeh rastî eleqeyek mezin hat. Di pêşangehê de 7 şêwekar bi 27 tablo û 7 berhemên seramîk beşdar bûn.

‘Koma jinên şêwekar her sal di 8’ê Adarê de pêşangehê li dar dixe’

Şêwekar Rêjne Hemîd Mistafa ku peymangeha hunerî ya Ranyayê temam kiriye û di heman demê de seroka şêwekarên jinên ciwan e, destpêkê roja 8’ê Adarê li tevahî jinên Kurd û cîhanê pîroz kir û der barê pêşangehê de wiha got: “Koma şêwekarên keç li Ranyayê ji 7 endaman pêk tê. Her sal em pêşangehên bi vî awayî bi boneya roja têkoşîna cîhanî ya jinan 8’ê Adarê vedikin. Di vê pêşangehê de ez bi 6 tabloyan beşdar bûm, di tabloyan de min ciwanî û êşên jinan raxistiye ber çavan.”

Şêwekar Wûrwad Seramîk ku bi karê xwe yê hunera seramîkê beşdarî pêşangehê bûye destpêkê roja 8’ê Adarê li tevahî jinên Kurd pîroz kir û wiha got: “Di pêşangehê de ez bi 7 berhemên seramîk beşdar bûm, di wan berheman de min bal kişandiye ser jinên ku mafên wan hatine binpêkirin.”