Jin û zarokan bi hunera plastîk vedibêje

Hunermenda plastîkê ya Filistînî Ahlam Abdel Aty diyar dike ku tevî gelek astengiyan jî bi berhemên xwe pirsgirêkên jin û zarokan digre dest.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Hunermenda ciwan a 25 salî Ahlam Abdel-Aty ku li Filistînê bi hunera plastîk û peyker re mijûl dibe, bi berhemên xwe re pirsgirêkên jin û zarokan digre dest. Ahlam Abdel Aty ku di heman demê de berpirsa akademiya îdarî ya Navenda Çand û Hunerê ya Tajawalê ye jî wiha dibêje: "Min hêvî nedikir ku sernavê min ji parêzerî veguhere hunermenda plastîkê lê şert û mercan tevlibûna min a cîhana hunerê asteng kir. Hunera peyker hunereke qedîm e. Xêz û çapên ku nifşên berê li ser kevir û daran çêkirine, ji raboriyê heta niha çawaniya belgeyek hildigrin nava xwe.”

“Min kursê bêmûçe da"

Ahlam Abdel Aty bal kişand ser kêmbûna derfetên madî û lojîstîkî û bi gotinên; “Min fikra bi hewldanên xwe yên şexsî û perwerdeyên kursa bêmûçe pêşniyar kir” destnîşan kir ku li ser axên sînor ên têla ku Şerîda Xeza û dagirkeriyê ji hev vediqetîne peyker dîtiye û ev agahî da: "Hunera peyker tenê bi sêwirandina şêweyên hunera estetîk re sînordar nîn e, hin zêdetir girêdayî prensîba hilberîna maketên kevneşopî û yên malê ye."

"Zarok jêhatîbûna xwe kifş dikin"

Ahlam Abdel Aty anî ziman ku bi taybetî kursên perwerdeyê yên der barê komên jin û zarokan de ku di civakê de bêparastîn in dide, axaftina xwe bi van gotinan berdewam kir: “Hemû kes dizanin ku hunera peykersaziyê hunera plastîk a herî zehmet e û hînkirina vê hunerê ji zarokan re hêsan e lê ez hewl didim jêhatîbûna zarokan bi pêş bixim. Ev çalakî ji bo em ji zarokan re wextê veqetîn e, ji bo pirsgirêkên xwe derxin holê, jêhatiyên xwe bi pêş bixin û bi aliyên xwe yêm nû bikaribin pêşerojeke baştir bibînin keşf bikin qadek têrker mîsoger kir. Heyama perwerdeyê pir dijwar bû. Çalakiyên piştgiriyê bi tevlibûna zêdetirî 20 zarok û 10 zarokên keç berdewam dikin.”

“Ez rastî gelek astengiyan hatim”

Ahlam Abdel Aty anî ziman dema hunera xwe pêk aniye rastî gelek astengiyan hatiye û wiha got: “Ez di pîşeya xwe ya hunerî de rastî gelek astengiyan hatim, ya herî girîng kesên ku bûn asteng ji bo beşdarî festîvalên li derveyê welat nebim, hebûn. Di heman demê de, bihayên bilind jî min xistin nava tengasiyê.”

“Em pirsgirêkên jinan digrin dest”

Ahlam Abdel Aty bal kişand ku hejmara peykersazên jin kêm e û wiha got: “Em hewl didin civaka li Şerîda Xezayê hatiye dorpêçkirin bi pêş bixin û di pêşketina hunerî û civakî de bi awayekî aktîf tevbigerin. Em bi taybetî pirsgirêkên ku jin dijîn, digrin dest.”