‘Jin li hemberî qirkirinê wêje û hunera xwe pêş dixin’

Endama Ofîsa Jin a Desteya Çandê ya Herêma Cezîrê Evîn Bîlal têkildarî 8’emîn Mihrîcana Wêje û Hunera Jinê de got: “Mihrîcana Wêje Hunera Jinê warê jinên jêhatî ye, armanca me ku em xwe bigihînin hemû jinên xwedî xibret û huner.”

Qamişlo - 8’emîn Mihrîcana Wêje û Hunera Jinê ya ku du rojan dewam kir, duh bi dawî bû. Endama Ofîsa Jin a Desteya Çandê ya Herêma Cezîrê Evîn Bîlal têkildarî 8’emîn Mihrîcana Wêje û Hunera Jinê, axivî û destnîşan kir ku mîna jin di gelek qadên Şoreşa Jinê de pêşengiyê dikin di warê çand û hûnerê de jî xwedî li şoreşê derdikevin.

‘Warê jinên jêhatî’

Evîn Bîlal behsa hurdu rojên Mihrîcana Wêje û Hunera Jinê kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Mihrîcan li ser du beşan tê dabeşkirin, beşê wêjeyî  di nava xwe de çîrok û helbestên bi zimanî kurdî, erebî û suryanî di nava xwe de dihewîne. Her wiha beşê hunerî şano û wênesazîyê di nava xwe de dihewîne tevî karê destan. Helbet ji ber rewşa erdhejê ya ku rû da me hindekî rengê wê guhert. Bêguman me xwest ku em hêza xwe ya jin a YPJ’ê bidin pêş, bi wêneyên wan ên renge reng me xwest ku em balê bikişînin li ser berxwedaniya wan. Armanca me ya sereke ew e ku em bikaribin piştgiriya hemû jinan bikin, bi taybet jinên xwedî xibret û jêhatiyan ên di mal de kar dikin. Di heman demê de ji bo jinên helbestvan û nivîskar jî em her tim dixwazin alîkar bin.”

‘150 jin beşdarî mihrîcanê bûn’

Evîn Bîlal bal kişand li ser hejmara mezin a beşdarvanên jin ji mihrîcanê re û cudahiya wê ya vê salê û wiha dewam kir: “Di salên destpêkê de hejmara beşdarvanên jin kêm bû, belkî tenê digihaşt 25 beşdarvanên jin. Taybetmendiyeke mezin û diyar a 8’emîn Mihrîcana Wêje û Hunera Jinê heye. Rêjeya mirovan û kesayetan li ser mihrîcanê gelek ber bi çav e, helbet berhemên heyî jî di vê salê de ji sala borî zêdetir in ku çêkerên wê nêzî 150 jinan bû. em dikarin bêjin sedema wê belavbûna vê çanda mihrîcanê di nava civakê de û jin bi taybet.”

‘Tevî şer û karesetan em bi hêz in’

Evîn Bîlal tekez kir ku tevî hemû rewşan jî dîsa jin xwedî hêz in û pilanên wan ên domdar hene û wiha pêde çû: “Dijmin her tim dixwaze ku jinan qir bike, şerekî taybet ê qirêj li hemberî jinan tê meşandin. Li hêleke din kareseteke xwezayî rû da û em bi vê gelekî êşiyan. Tevî her rewşeke ku çêdibe, dîsa em jin pilanên me yên demdirêj hene, em her tim bi hêz in û moralê me nakeve.”

Evîn Bîlal di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Desteya Çandê ji bo piştgirî û alîakriya jinan dem di nava kar û xebatê de ye û got: “Jinên ku cihê xwe di nava Desteya Çandê, Tevgera Hîlala Zêrîn û Dîwana Wêjeyê de digirin, helbet beşdar dibin. Ji bilî wan, hin jin hene k di malên xwe de kar dikin, em wan vedixwînin ji bo beşdar bibin. Beşdarbûna van jinan gelke tişt li wan zêde dike, hem pêş dikevin û hem jî civak wan û berhemên wan nas dike. Em ji bo van jinan dixwazin piştgirî û alîkarî bidin, ji ber ku di encamê de, her jinek cihekî wê di Desteya Çandê de heye.”