Jin di festîvala li Bostan Bahmanê de berhemên xwe pêşan dan

Karsazên jin ên beşdarî Festîvala Folklorî ya Îranê bûn, diyar kirin ku ew dixwazin di warê aborî de jîyanek serbixwe bijîn û jêhatîbûna xwe di jiyana karsaziyê de jî nîşan bidin.

ŞABNAM TAVAKOLÎ

Tehran – Festîvala Folklorê ya Îranê di navbera 6-16 Mijdarê de li Bostan Bahman a navçeya Tehranê hat lidarxistin.

Di mîhrîcanê de berhemên destan, xwarinên herêmî û diyarî hatin pêşandan. Piraniya beşdaran jinên karsaz bûn ku beşdarî festîvalê bûn û berhemên xwe firotin.

Cemîla Wehlke ya 52 salî ji parêzgeha Golistanê wiha got: “Min di 13 saliya xwe de bavê xwe winda kir. Min di zarokatiya xwe de bi diya xwe re dest bi xebatê kir û ji dayika xwe fêrî hestiyê bûm. Di 14 saliya xwe de neçar mam ku bizewicim. Ez bi salan çanda kulav diparêzim û vê pîşeyê hînî gelek kesan dikim."

15 sal in kar dike

Ji beşdarên mîhrîcanê Mahsa M. a 28 salî jî diyar kir ku di temenê xwe yê biçûk de dest bi xebatê kiriye û wiha got: “15 sal in ez di nava jiyana kar de me. Serbixwebûn pir dijwar e, bi taybetî heke hûn bi tenê bin û kes di vê yekê de alîkariya we neke. Carinan bi awayê ku mirov li min dinêrin ez gelek aciz dibim, lê ez dixwazim di warê aborî de serbixwe bim."