Jin bi riya çandê hebûna xwe diparêzin

Yekemîn koma xweser a Şoreşa Jinê Koma Sakîna Cansiz ji avabûna xwe heya niha ji bo parastina çanda şoreşê xebatê dimeşîne.

VIYAN AMED

Qamişlo – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinên ku bi diruşma Jin, Jiyan, Azadî Şoreşa Jinê pêk anîn di hemu qadên jiyanê de têdikoşin û xwedî li destkeftiyên xwe yên şoreşê derdikevin. Koma Sakîne ya stranan ku yekemîn koma stranan a Şoreşa Jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di sala 2013’an de hat avakirin. Koma ku navê yek ji pêşengên têkoşîna azadiya jinê Sakîne Cansiz a di 9’ê Çileya 2013’an de di komkujiya li Parîsê de jiyana xwe ji dest da, hildigre heya niha jî bi xebatên xwe hewl dide çand û hebûnê biparêze.

Rêveberiya komê Gulîstan Brahîm ya qala kar û xebatên xwe yên di warê çandî de kir di destpêka axaftina xwe de Sakîne Cansiz bi bîr anî û got: “Ez di serî de pêşenga jinan Sakîne Cansiz û her du hevalên wê bi bîr tînim û em ê ji bo xeyalên wan têkoşîna xwe bidomînin. Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re gelek pêşketin çêbûn û yek ji wan qada hunerê bû ku îro bi sedan zêdetir komên me hatine avakirin. Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re ez jî derbasî kar û xebatên hunerê bûm. Koma Sakîne di sala 2013’an de piştî şehadeta Sakîne Cansiz hate avakirin. Ev kom hemû ji jinan pêk tê. Sakîne Cansiz yek jî avaker û damezrandina Tevgera Azadiya Kurdistanê bû. Jiyana xwe ji bo gel, jin, berxwedan û têkoşînê feda kir. Ew jinek serhildêr, berxwedêr û pêşenga me bû. Şoreşa jinê mirateya têkoşîna Sakîne Cansiz e. Em dixwazin bi hunerê xwe re ruhê wê ya azad bidin jiyîn û ji tevahî jinan re bidin nasîn.”

Bi heft jinan re dest bi xebatê kirin

Gulîstan Brahîm wiha qala Koma Sakîne Cansiz a Stranê dike: “Me bi heft jinan re dest bi vê komê kir. Koma me li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, koma yekem a xweser bû. Loma em rastî zehmetiyan jî hatin. Wek xweser ezmûna me ya komekê xweser nînbû, her wiha di aliyê amûran de jî em zêde pêşneketibûn. Di nava civakê de bêbaweriyekê li hember koma me hebû, lê bi berxwedan û têkoşîna xwe me van bendan hemû şikênand, ji ber em ji xwe bawer bûn û me hêza xwe ya herî mezin ji navê Koma xwe, Sakîne Cansiz digirt. Me her roj pêşketinên mezin tomar dikir û heta niha gelek pêşketinên mezin ava bûye.”

‘Em bi hunerê re reng û dengê jinê diteyisînin’

Gulîstan Brahîm armanca koma Sakîne Cansiz û berhemên ku pêş xistine wiha tîne ziman: “Armanca me ya bingehîn ew e ku di her warî de têkoşîn û berxwedana jinê di hunerê de biteyisînin. Berhema me ya yekem li ser Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bû ku sembola hêza jinê bû û me wê stranê di sala 2014’an de derxist. Me hêza xwe ya yekem ji YPJ’ê digirt. Berhema me ya din jî li ser Sakîne Cansiz û her du hevalên wê bû. Berhema me ya din jî li ser Jîna Emînî ku îro bi pêşengtiya wê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê serhildana jin û gelan pêk hatiye. Elbet gelek stranên cur bi cur jî em dibêjin, dê bi demê re pêşketin û berhemên cuda jî çêbibe.”

‘Tu hêz nihare awazê jinan qût bike’

Gulîstan Brahîm herî dawî da zanîn ku ew bi riya hunerê peyam didin civakê û wiha bi dawî kir: “Hunermend peyamên xwe ji civakê re bi riya stranan radigihînin. Peyama me jî weke Koma Sakîne ji civak û jinê re ewe ku dê serkeftina jinê tacîdar be. Her wiha em bi riya hunerê li dijî feraseta mêr ku jinê di hundirê mal de difetisîne têkoşîn dikin. Loma em herdem di stranên xwe de berxwedan û têkoşîna jinan bingeh digirin. Tu hêz nikarê awazê jinên azadîxwaz qut bike, loma hemû jin divê hêza xwe nas bike û bi ruhê Sakîneyan beşdarî têkoşîn û berxwedana jinan bibin.”