Jin bi parastina çanda xwe li ber xwe didin

Jinên ciwan ên Efrîna dagirkirî tevî rewşa penaberiyê jî çanda xwe ya civakî û kevneşopên xwe diparêzin.

RUPARÎN BEKIR

Şehba - Endamên Navenda Çand û Hunera Kantona Şehba ya Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê dibêjin ku ew bi riya dengbêjiyê û stranên folklorî êşên gelê Efrînê yên penaber vedibêjin û çanda xwe ya kevnar diparêzin.

Ji dîrokê ve, heta serdema îro jinan çand û kevneşopiyên xwe parastine. Jinên Kurd jî çanda xwe ji windabûnê parastin û bi taybetî jî piştî şoreşa Rojava ya ku rê li pêşiya jinan vekir xwe di hemû warên çandî û hunerî de xurt dikin.

‘Armanca min ew e ku ez çanda xwe li dijî hewldanên dijmin biparêzim’

Ji Navenda Çand û Hunera Kantona Şehba ya Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê, dengbêj Mifîde Hemdî da zanîn ku ji temenê xwe yê biçûk ve stranan dibêje û wiha axivî: “Ez ji zaroktiya xwe ve ji stranan hez dikim û malbata min jî piştgiriya min kir. Armanca min ew e ku ez çanda xwe dijî hewldanên dijmin biparêzim. Em ji Efrînê koçî Şehbayê bûn, niha li kampa Berxwedanê dijîn. Em tevî hemû zehmetiyên rojane jî dest ji karê xwe bernadin û ji bo jiyana bi pergal, li gorî prensîbên şoreşa xwe de ava bikin me xwe, di navend û saziyên xwe de birêxistin kir.”

‘Divê em çanda xwe biparêzin’

Mifîde Hemdî der barê komên muzîkê yên ku bi wan re stranan dibêje de wiha got: “Ez li gel karê xwe yê li navenda çandê, endama Tevgera Kevana Zêrîn im û di komên Çiyayê Kurmênc, Avesta, Berxwedana Serdemê de jî stranan dibêjim. Her civak bi çanda xwe tê nasîn, em gelê Kurd jî bi çanda xwe ya resen tên nasîn. Lewma divê em çanda xwe biparêzin.”

‘Em bi hunera xwe li dijî hemû siyasetên dijber têdikoşin’

Mifêde Hemdî da zanîn ku di pêvajoya penaberiyê de girêdana wê ya bi strana mewalan re zêde bû û ew stran dîroka pîr û kalên wê vedibêje, bi van gotinan axaftina xwe domand: “Di dema penaberiyê de hezkirin û girêdana min bi çanda min re zêde bû, em bi riya stran û hunera xwe li dijî hemû siyasetên dijberî çand, ziman û doza xwe têdikoşin. Em vê berxwedaniya xwe di kampan de didomînin.”

‘Em bi riya stranan û hunerên cuda êşa xwe ji civakê re vedibêjin’

Zîlan Xelîl a keçek ciwan e ku bi awayekî baş stranên folklorî dibêje û di Navenda Çand û Hunerê de kar dike, wiha got: “Ez bi piştgiriya dayika xwe di 11 saliya de xwe tevli navenda çandê bûm, dema ez tevli bûm min nizanibû çand û huner çi ye. Penaberiya me ya li Şehbayê naşikîne min bi hunerê zêde kir û em bi riya stranan û hunerên cuda êşa xwe ji civakê re vedibêjin. Çand giyanê mirovahiyê ye.”

‘Em weke keçên ciwan li dijî dijmin çanda xwe diparêzin’

Zîlan Xelîl der barê êrîşên dijmîn ên li dijî çand û hunera Kurd de wiha axivî: “Armanca dijmin ew e ku êrîşê çanda me bike û li ku derê be bila bibe çanda Kurd tune bike. Lewma em weke keçên ciwan li dijî dijmin çanda xwe diparêzin û ji hemû cîhanê re dibêjin ku em li ser axa xwe hene. Şoreşa Rojava li pêşiya jinan rê vekir û gelek derfet da ku rola xwe di hemû waran de bilîzin bi taybetî di çand û hunerê de. Di destpêka dîrokê de dapîrên me parastina vê çandê kirin heta îro derbasî me bû. Divê em jî bigihîjînin nifşên pêşerojê, li dijî hemû planan, berxwedana me didome û dê bigihîje aramancê. Divê em bizanibin ku çanda me çeka me ya parastinê ye.”

 Zîlan Xelîl wiha dawî li axaftina xwe anî:  “Kes nikare çanda me, berxwedana me ya dîrokî winda bike. Berxwedana ku li Şehbayê destanên berxwedaniyê nivîsand, xwedî dirûşma ‘Berxwedan Jiyan e ye.’