Jin bi destên xwe dîrokê dinivîsin

Pirtûka “Bingeha dîrokî û siberoja şoreşa jinan” bi lêkolînên xwe yên kûr dîrok û yekemîn şoreşa jinan a cîhanê pêşkêşî xwendevanan dike. Dema ku jin dîrokê bi destên xwe dinivîsînin, tarîtiya paşerojê, bi siberojê ronî dikin.

 
SUHAM AKMAN
Qamişlo- Jinên xwedî şoreşa çandiniyê ku li cîhanê weke şoreşa yekemîn tê binavkirin, dibe ku piştî hezar salan li ser heman axê ji nû ve îmzeya xwe avêtinbin bin şoreşeke din. Jinên Rojava ku ji aliyê rejîma Baasê ve bi dehan salan bê nasname hatin hiştin; bi şoreşa xwe bûn xwedî hêz û piştre DAIŞ’ê û barbaran ji cih û warên xwe paqij kirin, li cîhanê bûn mînak. Akademiya Jineolojiyê ya ku beriya 3 salan bi lêkolîn û analîza xwe ya civakî ya ku li ser civaka Rojava û jinên Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi rêiya xwe kir, demek berê dest bi danasîna pirtûka xwe ya bi navê "Bingeha Dîrokî û Siberoja Şoreşa Jinan" kir. Pirtûka ku li Qamîşlo û Kobanê xebatên wê yên danasîn û îmzekirine tên kirin, niha bi zaravayên Erebî û kirmanckî ya Kurdî hat weşandin.
Pirtûka ku ji aliyê Weşanên Akademiya Jineolojiyê ve hat çapkirin, ji aliyê Şervîn Nûdem ve hatiye amadekirin û ji aliyê Luqman Guldivê ve hatiye redektekirin. Pirtûk “bi hêviya ku di şexsê şehîd Malda Kûsa de riya hemû evîndarên jiyanê, têkoşer û azadîxwazên ku di Şoreşa Rojava de şehîd bûne ronî bike”, pêşkêşî xwendevanan tê kirin. Her wiha hat ragihandin ku di amadekirina pirtûkê de endamên Akademiya Jineolojiyê û Navenda Lêkolînê ya Efrîn, Dêrik, Kobanê, Hesekê û Minbicê jî ked dane. Di rastiyê de, pirtûk kuliyatek piçûk di hundirê xwe de dihewîne. Dema ku bi pirsa çima di pirtûka lêkolîn û analîzê ya 606 rûpelî de, pêwîstî bi lêkolînek bi vî rengî heye dest pê dikin, dîroka kurt a 12 heta 14 hezar salî, ya ji beşeke axên Rojava jî pêşkeşî xwendevanên xwe dike. 
 Di pirtûkê de behsa hemû çandên li ser vê axê tê kirin
Çand, pênasîn, rastiya civakî û kevneşopiya gelên li Rojava û Rojavayê Kurdistanê ku dijîn, bi “Dîrok di roja me de veşartî ye” dest pê kirin, weke Ereb, Kurd, Asûrî, Suryanî, Ermenî, Tirkmen, Çeçen, Çerkez… berdewam dike. Ne tenê kurtedîroka gelên ku li herêmê dijîn an derbas dibin, di heman demê de baweriyên li herêmê û cudahiyên li herêmê jî bi beşan vedibêje. Di mijarên sereke yên Îslamî, Yahûdî, Xirîstiyanî, Êzidîtî, Elewîtî û di sergotarên girîng ên Şîatiyê de jî baweriyên li herêmê, bandora wan a li herêmê û bandora jinan a li ser pozîsyonên xwe yên heyî jî ronî dike. 
"Pêşketinên jinan"
Xebata pirtûkê ku pozîsyona jinan a li Rojava û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê ji paşaroja 12 heta 14 hezar salan tê û vedikole, bingehên Şoreşa Rojava nîqaş dike û dide nîqaşkirin; pirtûka ku ji beriya 12-14 hezar salan ve tê û pozîsyona jinan a li Rojava û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê dinirxîne, bingehên Şoreşa Rojava jî tîne ziman; di şoreşa ku weke şoreşa jinan tê binavkirin de siyaset, malbat, hevjiyana azad, hevserokatî, exlaq-estetîk, tenduristî, ekolojî, aborî, perwerde, zanist, demografî û bi şoreşa di roja me ya îro de, pêşketina jinan bi van sergotaran vedibêje.
Şoreşa jinan ji ku dest pê kir?
Me der barê pirtûkê de bi Endama Akademiya Jineolojiyê Şervîn Nûdem re hevdîtin kir. Şervîn Nûdem ji bo me xebatên xwe ji destpêkê ve vegot.
“Me 3 sal berê dest bi xebatên pirtûkê kir. Ji bo ku em bingeha şoreşa jinan fêm bikin me dest pê bi vê xebatê kir. Me xwest bandora serdema neolîtîk a li ser kesayeta jinan û pirsgirêkên civakî binêrin. Me bal kişand ser Şoreşa Kurdistanê çi guhertin di jinan de afirandiye û rola jinan di Şoreşa Rojava de. Herî dawiyê me li ser hêviyên jinan ên pêşerojê nêrin girt. Me li ser hemû gelên Herêma Cizîrê lêkolîn kir. Me hemû jin tevlî vê xebatê kirin. Me li çîrokên pîrejinên herêma Cizîrê guhdar kir. Gelek ji wan jinan îro najîn. Di encama lêkolînan de me li gelek deveran saziya Jineolojiyê ava kir.” 
"Jin dîroka xwe dinivîsînin"
Şervîn Nûdem dibêje ku ji ber ev pirtûkeke çavkaniyê ye, niha 2 hezar hatine çapkirin, diyar kir ku ji bo bi zimanên cuda jî were çapkirin, di nava qonaxa amadekariyê de ne û bal kişand ku pirtûk bi Kurdî hatiye amadekirin û wiha domand: “Em dikarin li gorî hewcedariyê di heyama pêş de bêtir pirtûkan çap bikin. Pirtûk di serî de bi keda jinên Rojavayî û gelek kesan hatiye amadekirin. Mêr bi nêrîna xwe dîrokê dinivîsînin. Ji ber vê yekê pêwîstî bi pirtûkên wiha heye. Jin bi destên xwe dîrokê dinivîsînin. Divê mijar bi kûrahî werin lêkolînkirin. Ji bo vê yekê jineolojî hewl dide xwe li herêmê biafirinê. Ev pirtûk ji bo me bû gaveke girîng.”
"Zêdetirî 380 civîn û nîqaş hatin lidarxistin"
Şevîn Nûdem der barê qonaxa amadekirina pirtûkê de van agahiyan parve kir.
“Me bi nivîsandina pirtûkê hewl da xeyalên jinan ên pêşerojê ronî bikin, di heman demê de me xeyalên wan ên pêşerojê jî meraq dikir. Me di qonaxa amadekarî û dema nivîsandina pirtûkê de zêdetirî 380 civîn û nîqaş li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xistin. Di nava xebata me ya pirtûkê de çîrok jî hene, dîrok jî. Helbet pirtûkek ji bo ravekirina Şoreşa Rojava û pêvajoya dîrokî ya ku derbasî şoreşê bûye têrê nake... Lê em hêvî dikin ku ev yek bibe bingeh û mînak. Pêwîstiya me ne tenê bi pirtûkek, bi amedekirina bi hezaran pirtûkan heye.”