Ji xwendekarên li Kobanê festîvala parastina çand, nasname û hebûnê
Xwendekarên ji bajarê Kobanê ku festîvaleke çandî ya resen birêxistin kirin, destnîşan kirin ku ew bi riya xebata xwe li dijî êrîşên qirkirin û asîmîlasyona li ser ziman, hebûn û nasnemeya xwe dibin bersiv.
Kobanê – Zanîngeha Kobanê di bin diruşmeya “Li pey bîra reng û gotinê werin em bi hev re mîrasa xwe ya folklorî berz bikin” ahengeke çandî ya du rojî birêxistin kir. Ahenga ku bi tevlîbûna bi sedan xwendekar û ciwanên Kobanê pêk hat, bernameyên hûnerî, wêjeyî, helbest, çîrok, pêşengeha wêneyan, xwarinên folklorî û hwd girt dest.
Ajansa me berê xwe da zanîngeha Kobanê ku ji nêz ve tevlîbûn û helwesta xwenendekar û ciwanên Kobanê nas bike, nêrînên wan ên girêdayî êrîşên li hember hebûn û nasnameya gelê Kurd bipêşdikevin girt.
‘Kurd di nava pencên qirkirinê re derbas dibin’
Xwendekara beşa kompîturê û berdevka Meclîsa Xwendekarên Zanîngeha Kobanê Şînda Qasim, bal kişand ser rewşa gelê Kurd û êrîşên ku dijîn. Şînda wiha got: “A niha gelê me di her warî de rûbirûyî êrîşeke mezin a asîmîle û qirkirinê ye. Ziman, nasname, jin, şoreş û hebûna me di nava pencên qirkirinê re derbas dibe. Me jî weke xwendekarên zanîngeha Kobanê erkekî xwe yê exlaqî û berpirsyareke wîjdanî dît ku em bibin xwedî bersiv.”
‘Dîroka me kevnar e û her tim xwe parastiye’
Şînda Qasim a ku teqez dike ku parastina hebûna xwe de bi îsrar in, wiha dewam kir: “Me di ahenga xwe de hebûn, nasname, folkilor û çanda xwe ya resen nîşan da. Çanda me kevnar e û xwedî dîrokeke dewlemend e. Çawa ku heta îro xwe ji hemû cureyên qirkirinê parastiye, wê cara din jî hebûna xwe bidomîne. Em jî di parastina vê hebûnê de bi îsrar in û emê her tim li dijî hemû êrîşan bi rêbazên cuda têbikoşin.”
‘Helwesta me diyar e emê nasnameya xwe biparêzin’
Her wiha Sîdra Bozan a ku bi tabloyên xwe tevlî ahengê bûye, bilêv kir ku wan helwesta xwe bi zelalî aniye ziman û wiha pê de çû: “Em du rojan tevlî festîvala çandî bûn ku bi hemû hurguliyên xwe pênaseya çand û nasnameya gelê Kobanê dike. Em bi vê tabloya ku xwe da der jî pir serbilind in û cihê kêfxweşiyê ye. Ez jî bi tabloyên xwe tevlî ahengê bûm ku naveroka wan jî li ser xêz, reng û sembolên Kurdî ne. Bê guman ev çalakî jî di demeke wiha de pêk tê ku li ser nasnameya Kobanê êrîşeke pir mezin heye, ji ber vê jî em helwesta xwe li dijî van êrîşan wiha tînin ziman.”
‘Nasnameya me hebûna me ye’
Xwendekara beşa mafnasiyê ya Zanîngeha Kobanê Rojda Osî bal kişand ser hewildanên tunekirina nasnameya Kobanê û wiha got: “Weke xwendekar em îroj ji bo zindîkirina bîra civaka xwe ya resen a di warê wêje, nasname û çandê de bi xebateke çandî radibin. Ji xwe lidarxistina vê ahengê li zanîngeha Kobanê peyama herî mezin a îsrara me ya di xwendin û parastina zimanê Kurdî de ye. Jixwe hewildanên pir mezin hene ku nasnameya me ji naveroka wê ya resen derxin. Lê ez dibêjim Kobanê nasnameya me ye û wê her tim wiha bimîne.”