Ji Koma Amara stranek nû: Hêviyam

Koma Amara ji bo bîranîna şervana YPJ’ê Hêvî Gabar a di 26’ê Tirmeha 2020’an de jiyana xwe ji dest da strana xwe ya bi navê ‘Hêviyam’ weşand.

Navenda Nûçeyan –  Koma Amara ji bo bîranîna şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Hêvî Gabar (Gulistan Aksoy) a di sala 2015’an de li Serêkaniyê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de bi giranî birîndar bû û dema ku li Ewropayê dihat dermankirin di 26’ê Tirmeha 2020’an de jiyana xwe ji dest da strana xwe ya nû ya bi navê ‘Hêviyam’ weşand. Strana ku gotinên wê ji aliyê Firat Baran û Pelşîn Munzûr ve hatiye nivîsandin û Xwezan Harûn striye.

Endama Koma Amara Xwezan Harûn a têkîldarî strana xwe ya nû axivî, Hêvî Gabar bibîr anî û got: “Heval Hêvî di sala 2015’an de di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de bi giranî birîndar bû. Ji bo tedawiyê paşê derbasî Ewropayê bû. Dema ku li welatê xerîb e xerîbiyê pir jiyan dike. Rûxmê ku li wir kesên dinase hene jî timî daxwaza wê ew bû ku li çiyayên azad, li çiyayên Kurdistanê li gel hevalên xwe re be. Li gel hevalên xwe têkoşîna xwe bidomîne. Lê mixabin bi vê hesretê li Ewropayê jiyana xwe ji dest da. Bi rastî jî şahadeta heval Hêvî dema mirov tîne ser ziman jî zehmetiyê jiyan dike. Ji ber bê wext heval jiyana xwe ji dest da. Dibe ku hêvî hebû da ku rûxmê heval bi giranî birîndar bûbû dîsa vegere welat. Lê belê ev daxwaza heval pêk nehat.”

Xwezan Harûn a got “Ji bo bîranîna heval Hêvî, heval Firat Baran û weke Koma Amara me xwest em herî kêm stranekê ku ew deynê li ser milê me ye ji bo hevalên şehîd stranek çêbikin” axaftina xwe wiha domand: “Li ser vê esasê weke kom jî me timî vê anî ser ziman her çiqas em qala heval Hêvî jî bikin, çiqas em behsa hevalên din ên bi canê xwe bedel dane vê şoreşê bikin jî ew ê kêm bimîne. Lê di bîranîna van hevalan de jî hêrî kêm ji aliyê xwe ve me xwe em di salvegera wê ya 4’emîn de strana xwe ya bi navê Hêviyam parve bikin.”

Di dawiya axaftina xwe de Xwezan Harûn Hêvî Gabar carekê din bibîr anî û got: “Vê strana ku me çêkiriye em diyarî Heval Hêvî û hemû hevalên ku di vê riyê de bedel dane bi canê xwe û hê jî têdikoşin dikin, her wiha em diyarî gelê xwe dikin. Bi rastî jî her çiqas em van hevalên xwe yê şehîd bilêv bikin di her kêliyê jiyana me de dijîn. Weke Koma Amara em carekê din bejna xwe li hemberî hevalên şehîd ditewînin.”