Ji jinên Mexribê pêşangeha ‘Jinên Projeyan’

Jinên Mexribê di nav sê rojan de karîbûn pêşangeha "Jinên Projeyan" organîze bikin û ezmûnan di navbera xwe de biguherînin da ku berhemên xwe pêşve bibin û nûjen bikin.

RECA XÊRAT

Marakeş – Pêşangeha “Jinên Projeyan” ku ji hêla jinên Mexribê hat organîzekirin, derfet da çêkerên hunerên destan, hunermend û nûkerên di warên cûrbecûr de ku hilberên xwe pêşkêş bikin û bifroşin. Pêşangeh di 24’ê Kanûnê de hat vekirin û dê heta 30’ê heman mehê berdewam bike.

Rêvebera hunerî ya pêşangehê Henan Îkrî diyar kir ku ev proje ji bo gelek jinan xewnek bû û wiha pê de çû: “Di destpêkê de karê me tenê organîzekirina şahiyên taybet bû û bi riya wan me berhemên xwe pêşkêş dkirin. Lê piştre me biryar da ku pêşangehek jinan vekin. Jin pêşengên civakê ne û rêjeyek mezin ji wan debara malbatên xwe dikin. Divê em girîngiyê bidin van jinan û piştgiriyê bidin wan, bi organîzekirina dewreyên perwerdeyê di warê kirrûbirrê de û vekirina bazarên nû ku karibin berhemên xwe bifroşin û pêş bixin.”

Yek ji beşdarên pêşangehê Meryem El-Cewalî da zanîn ku ew ji bo pêşxistina projeya xwe, bi nîşandana berhemên xwe beşdarî pêşangehê bû û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Vê pêşangehê derfet da wê ku bi hemû beşdarên pêşangehê û mêvanan re têkiliyên xurt deyne.”

Hunermenda plastîk Neîma Bonat eşkere kir ku ew bi tabloyên xwe yên li ser têkoşîna jinan û daxwazên wan beşdarî pêşangehê bû û wiha axivî: “Min kirrûbirra hilberên xwezayî kir. Bi rêya tabloyan min xwest ez êş û pirsgirêkên jinan vebêjim. Jin hîn di civakê de êş û azaran dikişînin û divê xwe îfade bikin.”

 Rebîa Lutfî ku beşdarî pêşangehê bûye got ku beşdarbûna wê ya di pêşangehê de serkeftinek rast e ku dikare asoyên berfirehtir ji jinên ku re veke û wiha anî ziman: “Ez şêraniyan çêdikim. Ez bi  tena xwe debara malbata xwe dikim.”

Seyîd El-Terkawî ku ew jî yek ji beşdarên pêşangehê ye destnîşan kir ku pêşangeh derfeteke ji bo nîşandana berhemên wê û wiha axivî: “Berhemên min cil û bergên jinan ên kevneşopî yên ku bi emelên kevneşopî yên resen hatine xemilandin in. Ev yekem care ku ez beşdarî pêşangeha jinan a berhemên kevneşopî dibim.”