Ji jinên Heratê pêşangeha "Em ê bimînin û ava bikin"

Li bajarê Herat ya Afganîstanê 3 hunermendên jin bi dirûşmeyên "Em ê bimînin û ava bikin" û "Azweriya Nû" berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin.

Li bajarê Herat ya Afganîstanê 3 hunermendên jin bi dirûşmeyên"Em ê bimînin û ava bikin" û "Azweriya Nû" berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin.

Navenda Nûçeyan- Nûçeya pêşangeha wêneyan a li Afganîstanê ku Talîbanê dest danî ser desthilatdariyê ku bi zext û zordariya li ser jinan derkete pêş, hêvî ava dike. Pêşengeha ku bi dirûşma bi navê "Em ê bimînin û ava bikin " û "Azweriya Nû" hat vekirin, li salona Allamah Selcukluyê ku 70 berhemên 3 jinên hunermend ên Heratê hatin pêşandan, ji bo hunerhezan hat pêşkêşkirin 
Yek ji organîzatorên pêşangehê Reûfe Şems da zanîn ku pêşangeh dê 8 rojan vekirî be û got, "Pêşangeh ji bo zindîkirina hêviyên jinên ku piştî hatina Talîbanê neçar man di malên xwe de bimînin û ji hemû çalakiyên civakî dûrketine hat lidarxistin."
Herat, di meha Kanûnê de bi fermana Talîbanê yê serjêkirina modelên jin ên bê can ya di vîtrînên dikanan de û bi dîmenên we hatibû rojevê.