Ji hezkirina hunerê odeya xwe veguherandiye pêşangehê

Sema Hisên hez dike rojane dema çavên xwe ji xew veke roja xwe bi dîtina xêzkirina wêneyên xwe dest pê bike lewma odeya xwe veguherandiye pêşangeha wêneyên ku bi xwe xêz kirine.

RONÎDA HACÎ
Hesekê - Jina Ciwan a bi navê Sema Hisên a 21 salî, zaroktiya xwe heya temenê 18 salî li Siûdiyê derbas kir. Paşî berê xwe da Hesekê- Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe domand. Sema li zanîngeha Rojava beşa bijîşkî dixwîne. Ji zaroktiya xwe de  hem li tembûrê dide û hem jî wêneyan xêz dike. Rojava ji bo wê şansek bû, di riya wê de xewn û xeyalên xwe pêk anî û cara yekem wêneyên ku bi destên xwe xêz dikir beşdarî pêşangehê dibe. Sema ji ber ku ji xêzkirina wêneyan hez dike odeya xwe vediguherîne pêşangehê ji bo ku dema çavên xwe ji xew veke roja xwe bi dîtina wan dest pê bike. Têkldarî mijarê wênexêz Sema Hisên ji me re axivî.
Bi riya xêzkirinê hestên xwe dide nîşandan
Hezkirinên mirovan her çiqas ji tiştekî re zindî be, ew tişt bi berhemdayî ne. Sema Hisên her ku mezin dibû hezkirina xêzkirina wêneyan di dilê wê de mezintir dibe û wiha dibêje: ”Min çavên xwe li Siûdiyê vekir, dema ez derbasî dibistanê bûm min dest bi xêzkirina wêneyan kir.Yên ku pêşengî didan min malbat û mamosteyên min bûn. Ji zaroktiya xwe de min ji xêzkirina wêneyan hez dikir, her mezin dibim ev hezkirin jî mezintir dibe. Wêneyên min hemû bi wate ne û bi hestên ji dil ez wan xêz dikim. Ez di îfadekirinê de pir lewaz im lê bi riya xêzkirina wêneyan peyama xwe digihîjînim her kesê. Yekem car ez hatim Rojava bi tabloyên xwe beşdarî pêşangeha Rojava ya salan e bûm. Ji bo min ew gavek pir girîng di pêşxistina kesayet û zindîkirina berhemên xwe. Dema mirov ji tiştekî hez bike dê encamên serkeftî bibîne.”
“Ez bi hunerê kesayeta xwe ava dikim”
Odeya xwe bi wêneyên ku bi xwe xêz kirine xemlandiye. Sema wiha behs kir: “Dema ez hatim Hesekê, min odeyek teybet ji bo xwe hilbijart. Bi rastî ez xemgîn bûm ji ber pir wêneyên ku min dabû çêkirin li Siûdiyê man lê ev yek nebû pirsgirêk û min riya îfedekirina fikir û hestên xwe berdewam kir. Xêzkirinê beşek girîng ji kesayeta xwe dibînim ez nikarim dûrî wê biçim. Her ku min wêneyek bi dawî kir min li odeya xwe daleqand heya bû pêşangeh. Ez hez dikim dema çavên xwe ji xewê vekim karê xwe li ber çavên xwe bibînim. Bi vî rengî roj bi roj min şaşîtiyên xwe jî di wêneyan de didît, ji ber ku her tim min lê mêze dikir, min ferq dikir ku di hin cihan de pêwîst bû min bi rengekî din dabûya xêzkirin. Min bi pênûsekê dest bi xêzkirinê kir niha ez bi pênûsên rengereng berdewam dikim.”
“Bê westandin xweşiya serkeftinê nayê dîtin û hîskirin”
Rêxistinkirina demê wekî çeka bingehîn di îsbatkirin û pêkanîna xeyalên xwe de dît. Sema diyar kir ku dema xeyalên mirov bi gelek tiştan ve girêdayî be pêwîstiya wan bi rêxistinkirina demê heye da ku bigihîje armancên xwe û wiha pêl da axaftina xwe: “Li kêleka xêzkirinê, ez pir ji lêdana tembûrê hez dikim û li zanîngeha Rojava beşa bijîşkî dixwîim. Ez ji her sê beşan jî hez dikim û naxwazim ji wan qut bibim ji ber ku ez wan beşek ji jiyana xwe dibînim. Ji bo wê jî min pêwistî bi rêxistinkirina demê dît da ku ez xewn û xeyalên xwe yên zaroktiyê winda nekim. Rast e ez pir westiyam lê tiştek bê westandin tune ye. Bê westandin xweşiya serkeftinê nayê dîtin û hîskirin. Bi riya rêxistinkirina demê min gelek astengî derbas kirin û ez karibûm xwe îsbat bikim.”
“Ez hez dikim di cîhana hunerê de bimînim”
Mijarên ku mirov xêz bike pir in lê ya ku herî zêde bala Sema kişand hunermenda Kurd Xecê ye. Sema wiha behsa xêzkirina wêneyê Xecê kir: “Ez pir ji hunermend Xecê hez dikim, jinek Kurd e bi temenê xwe mezin e. Bi dengê xwe yê xweş xwedî li çanda Kurdan derdikeve. Lewma min wêneyê wê xêz kir. Pir wêneyên min ên din hene, li ser zarok, xwezayê û hunermendan e. Xêzkirin cîhaneke cuda ye, ez wê bi kêfxweşî yan aciziyê ve girê nadim, psîkolojiya min çi be ez her tim dixwazim di wê cîhanê de bimînim. Ez dixwazim di pêşerojê de pêşangehek min a taybet çêbibe û bibim bijîşkek û bi rengekî pispor li tembûrê bidim. Banga min ji hemû jinên xwedî berhem re heye ku xwedî li xeyalên xwe derkevin û hêviyên xwe pêk bînin.”