Ji çermê xam hunera motîfê

Li Trabzonê jin, hewl didin hunereke ku li ber jibîrkirinê ye hilberînin û ji nifşên nû re ragihînin. Ji bo hunera li ser çerm neyê jibîrkirin, bi motîfên kevn û nûjen wê çandê bi xebatên xwe didomînin.

DURKET SUREN

Trabzon – Li Trabzonê, Zehra Yilmaz, li Alaca Hana dîrokî di çarçoveya projeya komeleyek de mamostehiya bikaranîna çerm dike, hewl dide vê hunera ku li ber jibîrkirinê ye biparêze. Li ser çermê xam, li gel motîfên herêmî, motîfên nûjen jî xêz dike, bi hînkirina vê hunerê ji bo jinan riya xebatê vedike  

Zehra Yilmaz diyar dike ku ew hewl dide xebata hunerên destan ên herêmê ji nû ve zindî bike, dide zanîn ku di dîtina çerm de zehmetiyan dikşîne û balê dikşîne ser hunera ku ji çermê xam tê çêkirin û dibêje: “Em çermê xam ê ku tiştek pê nehatiye kirin dikirin, kêr û krafên me hene, em dibirin, dikutin, boyax dikin, didurûn. Her tişt aydê me ye. Li vê derê gelek polên me hene, em hewl didin hunerên destan ên herêma Trabzonê, li vê derê ji nû ve hilberînin, bi modelên nû pêşkêş bikin. Em zêdetir çermê çêlek û berxikan bi kar tînin lê gelek caran çermên marjînal ji me re tên. Li Trabzonê pira tabakhaneyê heye. Li wê derê, berê karê ceftxaneyê dihat kirin lê berî salan wisa bû niha êdî ew kar xilas bûye. Em niha çermê ceftkirî, tenê dikarin ji Ispartayê bibînin, em ji wê derê tînin. Li ba me ev yek xilas bûye, niha em li van xanên biçûk, li van polên xwe yên biçûk, hewl didin vê hunerê ji nû ve hilberînin lê aliyê wê yê çêkirinê lewre aliyê wê yê ceftkirî bûye karê fabrîkasyonê. Em wê nikarin bikin. Em jî hildiberînin, jê çente, cuzdan, kemer, aksesuar û êlegan çêdikin. Bi vê yekê em hewl didin biparêzin. Ez ji motîfên kilîman pir hez dikim. Ez wan motîfan li ser çerm dinexşînim her wiha em motîfên nûjen jî çêdikin. Bifikirin em tabloya Pîcasso jî li ser derî dinexşînin. Em bi kulîlkan li ser çerm nexşan çêdikin. Dilê me wê demê çi bixwaze, ruhê me çawa be em wê çêdikin.”

“Kesên ji derve tên dibêjin qey Trabzonî esebî ne”

Zehra Yilmaz diyar dike li Trabzonê ji derve xwendekar hene û diyar dike ku kesên ji derve tên Trabzoniyan bi awayê din dibînin û wiha didomîne: “Ji bo hînbûnê pir daxwaz ji min dikin. Karê me yê firotinê jî baş e. Şagirtên ku tên li ba me hîn dibin, em berhemên wan li buroya firotinê difiroşin û pereyê wê didin şagirtê/a ku çêkiriye. Li ba min şagirtên ku ji derveyê Trabzonê hatine zêde ne. Şagirtên min ên ku ji derve tên dibêjin ku Trabzonî pir zor in. Ez ji wan dipirsim dibêjim çawa zor in. Dibêjin pir esebî û bi tevger in. Belê rast e em pir bi tevger in. Dibe ku ji ber vî aliyê me ji wan re zor xuya dike. Di esasê xwe de bi awayê axaftina me ve girêdayî ye. Em bi dengê bilind û bi lez diaxivin. Kesên ji derve tên dibêjin qey em qirên dikin. Bilindiya dengê me ji wan re enteresan tê. Li gorî me normal e, em sohbet dikin yanî di rastiyê de em esebî nîn in û qirên nakin. Her ku me nas dikin fikrên wan diguherin. Şagirtek min got ‘mamoste heta min hûn nas nekir ez gelek giriyam. Min digot qey ajokarê mînîbusê qirênê min dike, xwediyê marketê, dikandar hemû qirênê min dikin lê dûre min ferq kir ku ew qirênê min nakin, terzê axaftina wan wisa ye. Ez êdî hîn bûm.’ Li vê derê buroya me ya firotanê heye, ev der ji ber ku mekaneke turîstîk e gelek kes tên serdanê. Ev der gelek kevn e, ev xan ji dema Selçûkiyan ve maye. Bi salan wekî xan hatiye bikaranîn, dûre jî rastî texrîbatan hatiye. Di dema Osmaniyan de de ji nû ve çêkirine, careke din bûye xan, çilingdaran salên dirêj li vir karê xwe kirine. Ji ber wê jê re dibêjin Xana Çilingdaran jî. Jixwe ev kolan a çilingdaran e. Piştî ku çillingdar li vir xebitîne agir pê dikeve, dûre jî ji gelek aliyan ve dirûxe. Hema bibêje bi temamî xirab dibe. Mudûriyeta çandê dûre ji nû ve restore dike.”

“Divê mirov di jiyanê de tenê li malê nemîne karek bibîne û li derve bixebite”

Zehra Yilmaz bal dikşîne ser girîngiya xebata jinan û bang li wan dike ku biçin li ba wê kursê bibînin û dibêje: “Ev xebat proje ye, girêdayî komeleyek e. Jin li vê derê dixebitin. Hem hîn dibin, hem jî berhemên ku çêdikin difiroşin. Mînak xwendekarên min tên, di nava 3-4 mehan de hînî nexşkirina çerm dibin, dûre di karek din de xwe bi pêş dixin. Diçin hînî çêkirina zîv dibin, hînî wêneyan dibin. Bi vî awayî didomînin. Ez dixwazim jin werin kursan. Bi rastî ez fam nakim çima jin wisa xwe di nava malan de dihêlin. Jiyana di nava malê de pir zor e. Havînê dema di betlaneyê de li malê dimînim fam dikim çiqas zor e, bawer nakim dem were dest bi karê xwe bikim lewre pir diwestim. Li malê kar naqede. Ango tu li malê bi rojan jî bixebitî kar naqede. Ji ber wê divê mirov li derve ji xwe re karek bibîne. Mal jixwe li cihê xwe ye, tu lê dimînî lê divê tu derkevî derve û jiyana xwe rengîn bikî.