Ji bo spasiya xwezayê: Festîvala Hinarên Satiyariyê
Gundê Satiyarî ji festîvala hinaran re mazûvaniyê kir û bi beşdarbûna zêde ya jinan, cilên rengîn, çalakiyên muzîkê û kevneşopî, çand û mêvanperweriya Kurdan hat pêşandan. Di festîvalê de têkiliya di navbera mirov û xwezayê de ji nû ve zindî bû.
SOMAYE RAHÎMÎ
Satiyarî – Gundê Satiyarî yê girêdayê bajarokê Bêyngan ê Paweyê ku di dilê Uramanatê de ye; 20 Kasım 2025’an festîvala hinaran hat lidarxistin. Vê festîvala ku xwedî merasîmeke kevnar e; ji çandiniya berheman zêdetir, çand û hunera herêmê û turîzma wê nîşan dide, têkiliya di navbera mirov û xwezayê bi bîr dixe.
Di ve festîvalê de, gel berhemên xwe yên çandinî û herêmî pêşkêş dike, ax û xwezayê ‘têr’ dike. Beramberî wê rîtuelên spasdariyê li dar dixe. Ev yek jî minetdariya mirov a ji bo nîmetên xwezayê û rêzdariya ji bo hevsengiya jiyanê nîşan dide. Jin bi cilên xwe yên rengîn, stran, muzîk û lîstikên kevneşopî de ruh didin festîvalê. Stranên Osman Hewramî û pêşandana “Bûka Baranê” kevneşopiyên kevnar ên Uramanatê nîşan didin.
Di merasîma hinaran de zêdebûna hejmara jinan

Dema ku em gundê gundê Satiyariyê beşdariya jin û mêran, hesta pîrozbahî û jiyanê nîşan dida. Ji jinên extiyar heta keçên ciwan, her yek ji wan, bi cilên xwe yên rengîn ên herêmî û bi kena li ser rûyê xwe, bi awayekî germ mêvanana pêşwazî dikir. Di navbera standên xwarinê de, bêhna aş, şile, dolme û xwarinên din, mirov didan rawestandin û tecrubeya şênber a çanda Kurd bi mirov dida jiyandin lê festîval tenê ji xwarin û rengê cilan pêk nedihat; jinan bi lêdana defê, gotina stranan û bi rolên xwe yên çalak, tevlî coş û xweşikbûna festîvalê dibûn, nîşan didan ku di teşegirtina ruhê di navbera mirov, xweza û merasîmê de, xwedî roleke gelek kûrtir in.
Yek ji keçên ciwan, bi zaravayê Hewramî wiha got: “Festîvala hinaran li gelek derên Kurdistanê tê pîrozkirin û ji herêmên cuda yên Îranê, heta ji welatên din, mirov ji bo vê festîvalê tên vê derê. Xweşikbûna herî mezin a vê festîvalê û xemla wê, aydê jinan e; ew bi cilên xwe yên rengîn, bi xwarinên xwe yên cuda û berhemên herêmî dilê mirovan fetih dikin.”
Turîsta bi navê atiye ya ji Îsfahanê hatiye jî li kêleka standek sekiniye li tama xwarinan dinêre pesnê wan dide û wiha dibêje: “Cara duyemîn e em tên Uramanatê. Hatina me cara pêşîn di cejna Newrozê de bû, me kêliyên bêhempa derbas kir. Mirovên li vê herêmê wisa germ û mêvanperwer in, dema diçî perçeyek ji dilê xwe li vê derê dihêlî.”
Bûke Baranê sembola têkiliya di navbera mirov û xwezayê ya li Uramanatê ye

Di van rojên ku ji ber kêmbûna baranê bandorek li ser axa Uramanatê hiştiye de, festîvala hinaran bû henase. Pêşandana “Bûke Baranê” rîtueleke kevn e, ji çanda kevnar a gelê Kurd e û kûrbûna têkiliya di navbera mirov û xwezayê de bi bîr tîne. Di vê merasîmê de, mirov tenê baranê naxwazin, daxwaza wan a esasî barana “pele” ye yanî barana zêde ya bi teyrik û axê têr bike. Di bihar û payîzan de dema ku baran dereng dibare, tovên cotkaran zirarê dibînin an jî hemû zindî dikevin xeterê.
Di navenda merasîmê de zarokên keç ên biçûk, bi destên xwe yên biçûk û çavên bi coş, bebikên pêlîstok ên ku gelek ji wan hez dikin bexşê axê dikin. Ev sembola fedakarî û rêzdariya ji bo axê ye. Bi heman rengî bexçevan jî bi hêviya berekete, hinarên xwe feda dikin nêrînên watedar ên van zarokan, reng û zindîbûnê didin festîvalê û bang li her kesê dikin ku ji têkiliya pîroz a di navbera mirov û xwezayê re şahidiyê bikin.
Jinên Uramanatî bi sîtilên xwarinê mohra xwe li dahata festîvalê didin

Di vê serdema ku zexstên aborî bandorê li ser jiyana gelek malbatan kiriye de; festîvala hinarên Satiyariyê, ne tenê merasîmeke kevneşopî ye, ji bo jiyandina çandê û bihêzkirina aboriya herêmî bû derfetek. Ji saetên pêşîn ên sibehê ve, kesên ku ji bajaran û herêmên dûr ji bo serdanê tên gundê Satiyariyê, standên berhemên herêmî, xwarin û berhemên destan zindî dikin.
Hejmara jinan zêde ye
Di nava zêdebûna çûnhatina festîvalê û tevgera zêde ya mirovan de, hebûna jinan yek ji hêmanên ku zêde balê dikşîne ye. Jinên navsere û keçên ciwan, bi kêrhatin û hevkariyê, standên xwe veguherandibûn cihên tevger û jiyanê. Jineke heftê salî, bi destên xwe yên qermiçandî, hinaran ji hev diqetîne û bi ken mêvanan pêşwazî dike. Keça wê ya ciwan a li balê bi cilê xwe yê herêmî yê bi rengê sor, alîkariya dayîka xwe dike, kufte û xwarinên herêmî amade dike. Vê dîmenê hem çandê hem jî mêvanperweriya gelê Uramanatê nîşan dide.
Keça ciwan bi coşa xwe, dibêje ku festîval ji bo nasandina çand Kurd derfetek e, berhemên gundên derdorê jî lê tên pêşkêşkirin û ji bo rewşa aborî ya malbatan baş e û wiha didomîne: “Em hêvî dikin van festîvalan her sal werin lidarxistin û bi pêş bikevin. Bi vê yekê dê çand û hunera Uramanatê her dem zindî bimîne.”
Du dîmenên bi nakok: Azadî û sînor

Di festîvala hinaran a Satiyarî de hawaya azadî û çandeke xuyayî xwe dide hîskirin. Gelek jin bi egalen rengîn ên li serê xwe di navbera mirovan de bi azadî dimeşin, bi gavên hêdî û kena xwe dibûn perçeyek ji zindîbûna merasîmê. Vê beşdariya jixweber û azad nîşan dida ku festîval ji bo jinan bûye derfetek ku li qadên giştî ji xwe re cihekî çêbikin û sînoran hinek derbas bikin.
Lê quncikek festîvalê nakokî xuya bûn. Jinên ku ji bo wepêşandanên fermî û performansên plankirî hatibûn hilbijartin, heta zarokên biçûk jî neçar bûn li gorî hatiye ferzkirin xwe bigrin. Vê rewşê astengiyên pergalî û paşverû nîşan dida.
Di nava van hemû nakokiyan de çîroka vê festîvalê, ji her tiştî zêdetir çîroka jinên Uramanatî vedigot: Ev serpêhatiya jinên ku di navbera kevneşopî û modernîteyê de, di navbera azadî û sînoran de, hewl didan ji xwe re cihekî çêbikin û nasnameyên xwe yên çandî bi rengîn û zindîbûnê biparêzin bû.